Rojnameya Ronahî

25’ê Mijdarê roja çirandina kefenê mirinê

Deriya Çiya/ Qamişlo

Roja 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, ev rojê bingehê xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digire. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Dominik çalakvanên siyasî bûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komarê Rafael Trujillo serî hildabûn û têdikoşiyan. Di 14’ê Hezîranê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewil da ku Minerva yê tacîz bike, loma Minerva helwesta xwe nîşan da û şeqam li Rafael xist. Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva ku beşa Parêzerî li zanîngehê dixwend, rêxistina bi navê ‘Tevgera 14’ê Hezîranê’ê ava dikin ku navê xwe ji dîroka şeqama Rafael Trujillo xwariye digire û perperîkê jî weke nîşaneya tevgerê hildibijêrin.

Piştî wê bi demekê Rafael Trujillo fermana dîlgirtin û îşkencekirina hersê xwişkan dide û Minervayê ji bawernameya wê mehrûm dike. Paşê hersê xwişk ji girtîgehê derdikevin û di 25’ê Mijdara 1960’î de bi rengekî hov ji aliyê çekdarên Rafael Trujillo ve têne qetilkirin. Ev bûyer dawiyê li pergala Rafael tîne û ew piştî 6 mehan ji qetilkirina xwişkên Mîrebal, tê kuştin. Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê Kanûna yekemîn sala 1999’an de biryar didin ku 25’ê Mijdarê, roja qetilkirina xwişkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û hemû hikûmet, rêxistinên navnetewî, rêxistinên mirovî û yên jin ji bo têkoşîna li dijî tundî û parastina mafên jin rol û misyonên xwe bilîzin.

Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ên 59 sal berê hatin qetilkirin, berdewam dike. Beriya xwişkên Mîrabel û piştî wan jî bi dehan jinên li dijî dîktatoriyan li berxwedane hebûn. Ji Jeanned Arc bigire heta Fatma Kara, heta Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Rose Luxemburg, Sakîne Cansiz û Hevrîn Xelef, têkoşîn û berxwedana jinan mezin dibe.

Tekoşîna jina azad li hemberî hişmendiya serdestiya mêr

Di roja me ya îro de zext û tûndiya li ser jinê tê meşandin, bi qasî ku berpirsê wê desthilatdariya dewlet û zîhniyeta zilamê paşverû ye, ew qas jî xetayê jina ne bêrêxistinkirî ye

Ji ber heta ku jin xwe bi rêxistin neke wê her tim bibe amûrek di destê dewletên faşîst û zilamê paşverû de. Lewma îro jin li seranserê cîhanê bûye amûrek fihûş, kirîn û firotinê. Yanî sedî salane rêxistinek dewletî û desthilatdar di civakê de hewl daye xwe bike hêza îxtîdarê, xwe bi sazî bike û ji bo hebûna xwe bide parastin, hêza civakê ya esasî û ya sereke jinê bi rê û rêbazên cuda bigire bin serweriya xwe, li gorî zîhniyet, serwerî û desthilatdariya xwe reng bidiyê û bide meşandin. Bi vî awayî hewl daye destwerdanê li cewhera jinê û hêza wê ya civakbûnê bike, her wiha li gorî xwe yan berevajî bike yan jî tine bike. Yanî xwestiye jinek li gorî xwe û bi toreyên namûsê ve terbiye bike. Lê belê di her wextî de li hemberî zîhniyeta dewletê ya zilamtî, li hemberî vê zîhniyeta ku rastiya jinê berevajî dike her tim pêşengên tevgera jin a ku têkoşînê dimeşîne, serhildanê bilind dike, pêşengtî dike heqîqeta jinê parastiye. Lewra jin bûye temînata nirxên ku koka xwe ji dîrok û civakê digirin.

Bûyerên kuştinê yên ku bala raya giştî kişandine

Axaftvan, akademîsyen û edîtora kovara Jînolojiyê û endama Navenda Jîneolojiyê Nakihan Akarsal di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat û hat qetilkirin. Rojnamevana ku di gelek rojname û kovarên jinan de kar kiriye û gelek kedên wê hene. Nûçegihana Al Jazeera Şêrîn Ebû Aqla di 11’ê Gulanê de, bi guleyên artêşa Îsraîlê hatibû kuştin.

Kuştina Hana Xeder a Lubnanî hêrseke berfireh li Libnanê derxist piştî ku hevjînê wê di destpêka Tebaxê de agir berda bedena wê, ji ber nakokiyên malbatî ku ew rastî wan hatibû.

Aktîvîsta femînîst Cewhera Xanîfîs (28 salî) di 7’ê Hezîranê de li nêzî deriyê bajarê Şefa Amr ê li herêma Celîlê ya li Filistînê dema wesayîta xwe ya taybet bi bombekê bi otombêla wê ve hate qetilkirin.

Di 29ê Cotmehê de kuştina Wefa El-Sebaî ya çil salî ji aliyê hevjînê wê ve, raya giştî ya Tûnisê hejand.

Jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê

Jin pêşengiya şoreşa Îranê dikin û serhildana neteweyî ya gelên Îranê di 16’ê Îlona 2022’an de piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di dema ku ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê (Polîsên Ehlaqê) ve hatibû binçavkirin. Li gorî Komîteya Jinan a Encumena Neteweyî ya Berxwedana Îranê, di dema serhildana li seranserê welat de, hêzên ewlehiyê û pasdaran herî kêm 700 kes kuştin.

Nêzîkî 30.000 jin û piraniya wan di bin 25 salî de hatin girtin û di bin şert û mercên nemirovane de di girtîgehên qelebalix de hatin girtin û gelek işkence li wan hate kirin. Rejîma meleyan heta niha herî kêm şeş xwepêşander bi darvekirinê mehkûm kirine. Zêdetirî 61 jinên Îranî di encama lêdan û destdirêjiyê de mirin, di nav wan de jîna Emînî bi xwe jî, ku kuştina wê bû sedema gurkirina serhildana li Îranê û tevahiya cîhanê.

Tundiya li ser jinan li Sûriyê

Gelê Sûriyê ji destê hikumeta heyî gelek êş, azar, girtin, kuştin û pişaftin xwar. Di serî de ya ku herî zêde ji vê siyaseta ku hatî meşandin bandor bû jî jinbû.

Lê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re di serî de jina Kurd û tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hindirê şoreşê de şoreşek pêkanîn. Ji ber ku jinê cihê di nava hemû kar û xebata ku dihate meşandin de digrt û di hemû warên jiyanê de cihê di asta pêşengiyê de girt.

Jinê bi salên şoreşê re karî baweriya civakê bêtir qezenc bike û bandora xwe di serî de li tevahî jinên Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Tevî serkeftinên ku bidest xistiye jî lê heta niha pêwîstiya wê bi zêdetir têkoşîn û xebata li hember urf û adatên ku azadiya wê qeyd dike heye. Ji ber ku tekoşîna jinê ji bona azadiyê hîn berdewame û pêwîste ku jin karibe di serî guhertinê li cem xwe avabike, weke din jî hişmendiya mêr jî biguhere û bi vî rengî di civakê de jî guhertinekeî bingehî çêbike.

Ji ber ku hişmendiya zilamê serdest di her derî de hamime, sistemê hegemon û kaptalîst her tim jinê bikar tine û ji bona ku kiriye amû û meta û ji bona hemû çiqarên xwe yên gemar û qirêj bikartîne. Li gorî vê yekê pêwîst ku jin xwe li benda tu kesî nehêle û siberoja xwe bi destê zilam ve neberde û azadî û xelasiya xwe pêkbîne. Hemû saziyên mafê mirovan yên qaşo bi navê parastina mafê mirovan û mafê jinan bang dikin, lê li ser erdê berûvajî wê yekê ew jî temsîla hişmendiya zilamê serdest û zagonên kaptalîzmê dikin. Ji ber wê yekê hemû kiryarên dijmirovî yên ku li hemberî jinê têne meşandin zagonên Sistema mêrperest wan rewa dibîne û hemû kujerên jinan bê hesab dimînin û kes dengê xwe ji wanre nake.

Serweriya çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmê jî bandoreke pir xirab di serî de li ser jinê  û civakê bi gitşî kir û di serî de bi hezaran jinên Êzidî hatin, qetilkirin, tecawizkirin, revandin û li bazaran hatin firotin. Herçiqasî ku çeteyên DAIŞ’ê di milê leşkerî de heyanî astekî hatibe şikandin jî, lê hîn hişmendiya wê hîn berdewame û carcaran jî bi hedefgritina jinên pêşeng û yên ku cihê xwe di kar û xebatên rêveberiya xweser de digrtin dixwaze hişmendiya xwe bi bandor bike û bandora tekoşîn û xebata jinê ya pêşengiya civakê bê bandor bike.

Li heremên dagirkirî jî rojane li dijî jinan kiryarên dijmirovî têne meşandin û guhertina demigrafîk bi rengekî sistematîk li ser axa Efrînê û hemû deverên hatine dagirkirin û li ber çavê cîhanê tevahî tê meşandin. Di serî de li Efrînê Hemû cûreyên tundiyê ji kuştin, revandin, tecawizkirin, qirkirina çandî, siyasî û hişmendî tê meşandin.

Bi rêbazên şerê teybet û derûnî yên ku di serî de dagirkeriya tirk, dewleta Sûriyê  û hêzên kaptalîst li ser herema Bakurd û Rojhilatê Sûriyê bi gitşî û li ser jinê bi taybet dide meşandin armanca wê qirkirina civakê û ji holê rakirina destkeftiyên rêveberiya xweser e.  Ji ber ku jin pêşenga civakê û pêşenga şoreşê ye û di hemû warê jiyanê de jinê xwe daye isbatkirin û baweriya civakê qezenc kiriye, hêzên desthilat û di serî de dagirkeriya tirk jinê dike hedef û dixwaze li hemû qadan û li her cihê ku tekoşîan azadiyê lê tê meşandin bê bandor bike. Dagirkeriya tirk bi riya belavkirina madeyên hişbir, fihûşê, sîxurtiyê û di hemû warî de bikaranîna jinan ji bona berjeweindiyên xwe, tekoşîan jinê ya ji bona azadiyê ji cewherê wê derxe û bê bandor bike.

Herweha di rewşa heyî de mirov dikare bêbêje ku tûndiya li ser jinê bûye gerdûnî û hişmendiya mêrê serdest dixwaze xwe li her deverî serweriya xwe pêkbîne û ji milê qnûnî de jî dixwaze kiryarên ku li hemberî jinê dide meşandin rewa bike û bi civakê jî di bin navê namûsê an jî hincetên din mafdar bibîne. Li Efganistan, Pakistan, Îranê û gelek welatên din jî, jin ji hemû mafê xwe yên bingehîn mîna xwendin û tevlîbûna nava kar û xebatên civakî bêpar dimîne û di bin navê nepêkanîna zagonên heyî de tê kuştin, girtin û işkence lê tê kirin.

Li hemberî van hemû kiryarên dijmirovî yên ku li hemberî jinê têne meşandin, jinê di asta pêşengiyê de, çarenûsa xwe xêzkirye û kefenê mirinê çirandiye. Di serî de jina Kurd û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi riya fikir û remanê Rêber Apo şoreşa civakî pêkanîne û li hemberî hişmendiya mêrê serdest rêxistina xwe avakirine.

Jin gihiştiye wê bawriyê ku ger ku ew bi xwe riya xwe ronî neke û asta tekoşîna xwe bilintir neke û dawiya hişmendiya mêrê serdest pêkneyîne, wê demê wê nikaribe bi rengekî azad bijî û wê serweriya mêr her li ser wê bidome.

Jinê û di dirêjiya dîrokê de hertim ji bona parastina azadî û rometa xwe di nava tekoşîn û berxwedanê de bûye û  li gorî vê yekê jî roj bi roj asta tekoşîna xwe mezintirkî ye.  Herwiha jinê di şoreşa Rojava de bi sekna xwe ya biromet di nava jinên cîhanê de dengvedaye û di serî de ji bona jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê bûye sembol û navnîşana berxwedan û azadiyê.

 Rêjeya tundiya li ser jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Sûcên ku di nava 6 mehan de ji 1’ê Çileyê 2023’an de û heta 30’ê Hezîrana 2023’an، li gor Kordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ku li ser jinê hatine meşandin bi vî awayî ne:

Hejmar cûreya doz / sûc

Kuştin 25

Zewaca temen biçûk 18

Pirbûna zewaca mêrekî bi gelek jinan 104

Xwekuştin19

Hewldana xwekuştinê 23

Destdirêjî 9

Heyrandin 1

Fihûş 13

Îxaneta hevjînan 5

Bikaranîna madeyên hişbir 12

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya xwe ber bi azadiyê ve hilbijartine. Ji ber baweriya wê bi doza wê tê û xwesteka wê ew e, ku mafê xwe bidestbixe û dawiya siyaseta înkarkirin û qirkirina ku li dijî wê tê meşandin bîne û civakeke azad û wekhev avabike.