Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

3’yemîn dewreya derçûna xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara bi rêve çû

25/11/2023
in Uncategorized
A A
3’yemîn dewreya derçûna xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara bi rêve çû
Share on FacebookShare on Twitter

Sêyemîn dewreya derçûna xwendekarên peymangeha Şehîd Viyan Amara li herêma Şehbayê bi rîve çû û 63’ê xwendekarên Efrînê bi Şahiyekê bawernameyên xwe wergirtin. Xwendekarên peymangehê diyar kirin ku wê bi hezkirin û bawerî bibin perwerdekarên nifşên nû.

Zana Roj/ Şehba

Xebatê Perwerdeyê li herêma Şehbayê di bin topên dagirkeriya Tirkiyê û siyaseta dorpêça hikumeta Şamê de tê meşandin. Ji 6 salan ve di bin şert û mercên zehmet û bi taybet di demsalan zivistanê de bi hezaran xwendekarên Efrînê xwendina xwe dikin û hemû astengiyan ji xwe re dikin hêz. Peymangeha Şehîd  Viyan Amara yek ji mîrasên herêma Efrînê ye ku derbasî Şehbayê jî bû. Îsal 63 xwendekarên Efrînê di dewreya Sêyemîn de derçûn û bawernameyên xwe wergirtin. Careke din ji dijmin re îsbat kirin ku ne topbaranên ji agir û ne jî siyaseta birçîbûn û talankirinê wê bikare hêz û hêviyên wan têk bibe. Bi ser navê Peymangehê Mamoste Cîhan Elo û xwendekarê bi navê Hisên Birîm ji rojnameya me re axivî.

Bi kêm derfetan armancên mezin tên bidestxistin

Cîhan di destpêkê de hemû xwendekar pîroz kirin, her wiha anî ziman ku ev sêyemîn derçûn di koçberiyê de tê derxistin û wiha domand: “Bê guman rewşa ku herêma Şehbayê tê re derbas dibe xuya ye, ji 6 salan ve êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser gelê sivîl nehatine rawestandin. Her wiha dorpêça hikumeta Şamê ya ku bi armancên siyasî tê ferizkirin hemû dibin bend li hember tavahî pêşketin û bi taybet li hember xwendinê. Lê rûxmî vê yekê jî her sal serkeftin û îradeyeke mezin ji hemû cîhanê re tê raber kirin. Ev yek bi serê xwe têkbirina dagirkeriyê ye. Ji beşên Bîrkarî, fîzîk û kîmiya, mamosteyên refê, wêje û zimanê Kurdî û Piyeolojî 63 ê xwendekarên me derçûn. Di 3’yemîn dewre de em carake din soza xwe ya tolhildan û berxwedaniyê nû dikin”.

`Di koçberiyê de xwendin, Têkoşîna li hember dijmin e`

Her wiha xwendekarê beşa ziman û wêjeya Kurdî Hisên destnîşan kir ku wan bi biryardarî û hezkirin hemû zehmetî derbas kirin û wiha got: “Di nava şert û mercên koçberiyê de xwendin, weke têkoşîneke li hember dijmin e. her çiqas zehmetî û tengahî rastî me hatin, pirî caran xwendekar jî dihatin hedef girtin. Lê belê ev nebû asteng li hember daxwaz û armancên me. Me bi biryardarî û hezkirin hemû zehmetî derbas kirin û salên xwe ya xwendinê qedandi”.

`Parastina zimanê dayîkê erka me ye`

Hisên di dawiyê de hilbijartina xwe ya ji bo beşa wêje û zimanê Kurdî anî ziman û wiha domand: “Şoreşa me bi bedelên gelek giran buha hat avdan û biserxistin. Di nava vê şoreşê de zimanê Kurdî ya ku her tim ji aliyê dijmin ve hatiye hedefgirtin û tepisandin. Careke din bi kedeke mezin hat îsbat kirin û gihîşt asta zanîêngeh û derbasî cîhanê bibe. Parastina nirxên şoreşê û ya zimanê Kurdî erka me ye. ji lewra min ev beş hilbijart da ku em vî nirxî biparêzin û derbasî nifşên nû bikin. Bi hezkirin û baweriyeke xurt emê bibin perwerdekarê nifşên pêşerojê”.

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.