Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Careke din dorpêça hikumeta Şamê li Şehbayê Xwe Nû Dike

25/11/2023
in NÛÇE
A A
Careke din dorpêça hikumeta Şamê li Şehbayê Xwe Nû Dike
Share on FacebookShare on Twitter

Bi hatine demsala zivistanê re herêma Şehbayê careke din di bin siyaseta dorpêçê re derbas dibe. Hikumeta Şamê careke din derbasbûna sotemeniyê ji herêma Şehbayê re qut kir. Hevserokê Desteya Şeredariya Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo diyar kir ku ger rewş wiha berdewam bike wê rewşa gel aloztir bibe.

Zana Roj/ Şehba

Dorpêça hikumeta Şamê ya  li ser koçberên Efrînê berdewam e. Ji ber wê jî gelek zehmetî tên jiyankirin. Lê dîsa jî gel di asta herî jor ji berxwedanî û biryardariyê de xwedî sekin û helweste. Careke din bi hatina demsala zivistanê re Hikumeta Şamê siyaseta dorpêçê nû dike û rê li ber zehmetiyên mezin vedike. Madeyên esasî yên weke sotemeniyê derbasî herêmê nabe, bê guman ger ev made nîn bin tevgera gel û jiyanê ji ji sedî 70 tê rawestandin.

Têkildarî dorpêça hikumeta Şamê hevserokê Desteya Şeredariya Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo ji rojnameya me re axivî.

Siyaseta dorpêçê  xwe nû dike

Mihemed Şêxo bal kişand ser girîngiya xebatê wan û wiha domand: “Xebatê şeredariya gel herî zêde di nava civakê de tê meşandin, weke stûnekî bingehîn ya civakê ye. Gelek pilansazî û pirojeyên nû me dest pê kiribûn. Lê careke din hikumeta Şamê bi siyaseta dorpêçê rê li pêşiya me digre. Bi vê yekê re jî herî zêde gel dibe qurbaniya van siyasetan. Madeya herî bingehîn ku tavahî xebatê me de rol dilîze ew jî sotemeniye. Lê ev made niha ji aliyê hikumeta Şamê ve derbasî herêmê nabe. Di encamê de em mecbûr man ku aliyetên xwe û pirojeyên ku me dane dest pê kirin, her wiha xebatê di nava gel de bidin sekinandin”.

‘Ji ber dorpêçê li Şehbayê av û elektirîk  hat qutkirin’

Mihemed anî ziman ku zivistan bê mazot nayê derbaskirin, herwiha  kêmbûna avê  û tunebûna elektirîkê rewşa gel ber bi karîsetê ve dibe wiha domand: “Di destpêka zivistanê de qederek ji sotemeniya ji bo gel hat belav kirin, lê belê ev qeder em dizanin heyanî dawiya zivistanê wê têra wan neke. Dibe ku gel mecbûr bimîne û wisa demsala zivistana hişk derbas bike. Lê ya girîngtir qutbûna avê di nava gel de ye. Belavkirina avê bi riya şeredariyê tê kirin, lê di rewşa heyî de em mecbûr man ku menhelên avê rawestînin. Her wiha di aliyê elektirîkê  de, berê rojê 4 seat elektirîk hebû, lê niha bi temamî hat qutkirin. Yanî em dikarin bêjin rewş ber bi kirîzeke mirovî ya kûr ve diçe.”

`Divê raya giştî li hember sûc û kiryaran bi erkên xwe rabe`

Hevserokê Desteya Şeredariya herêma Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo banga raya giştî û saziyên mafê mirovan kir ku bi erkê xwe rabin û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Li hemebrî rewşa ku gelê Efrînê ji 6 salan ve tê re derbas dibin, hemû cîhan û saziyên mafê mirovan yên navnetewî berpirisyarin. Zêdetirî 5 sala ye em banga raya gistî dikin ku bi erkên xwe rabin û rê li ber êrîş û dorpêçê bigirin. Careke din bi berxwedanî û îsrardarî em bangawaziya xwe nû dikin. Em banga raya giştî û saziyên mafê mirovan yên navnetewî dikin ku bibin destek û rê li hember van sûc û kiryarên derheqê mirovahiyê de dibe, bigirin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.