Rojnameya Ronahî

Banga dîrokê!

Ciger Dilşad
Berbanga vê sibeha payîzê pênc deqan gava ji tûnela jîyanê derketim derve û bilbil hat ser şaxa dara ya ku li bin sekinîbûm venişt û bi dilekî şewat dest bi xwendina destana evîna xwe kir û hema çend gavan ji min dûr sivûriyê dûv û serî sor, ser piştê reşekî netîr û bin zik jî rengê gewrê risasî li berûyan digeriya vinçek da bi bihîstina dengê teyrê baz re vinçek da xwe û revî bin lata di ber koka darê de, pirsa gardîyanan hate bîra min. Gava di zindanê de bûm, carinan gardîyanan ji min dipirsîn; “Mirov carekê tê dinyayê, hêja ye ku te ji jiyan xwe 30 sal di zîndanê de derbas kiriye?!” min jî her digot; “Heger ziman û çanda te qedexe ba, te yê çi bikira?” lê piştî ku hatim serê çîya, evîn bi stêrk û berbangên bi dengê bilbil, şelûr û qeb qeba kewan yên Qandîlê min jiyan kirin, min di dilê xwe de got;” bi tenê ji boyî ev bilbil û şelûr bi awayekî azad stranên xwe bistrên, zarokên me bê tirsa mirinê werin van çîyan û bi dilê xwe bigerin û bijîn, dengê van bilbil û şelûran qet û qet kêm nebin, mirov 30 salî di zîndanê de derbas bike, hêja ye!” Niha wekî dengê hin kesan li guhên min bikeve û bêjin; “ewqasa jî nabe!”
Ez di wê baweriyê de me, yên ku dibêjin; “ewqas jî nabe!”, bûbûna Feqîyê Teyran û ji zimanê teyran fêmkiribûna, bûbûna Ehmed-ê Xanê û bizanîbûna wesfa Zîn’ê bi lêv bikirana, an jî bûbûna Baba Tahîrê Uryanî û êşa evînê bijîyana, biçûna li ser kevirê ku Meleyê Cizîrî li ser rûdinişt, rûniştûbana, wê dîtina xwe biguhartina.
Tu evîn wekî evîna axa azad mirov mest û dilê mirov jî şedbar nake. Bilbil jî wekî min helbesta evîna xwe dixwand. Min bi guhên dilê xwe guhdar dikir û bi çavên mêjî li bedewbûna wî temaşe dikir. Ez di hembêza yarê (çiyan de bûm) û bilbil, şelûr ji min re stranên xwe yên herî xweş pêşkêş dikirin. Bi firîna bilbilê ku hatibû ser şaxa dara ku li bin sekinîbûm û min ji bo ku wî nerehet nekim, xewnên xwe jî bêdeng û giran didan-distandin, bilbilê ku dilê min ê êtûnî kirî helbesteke baskşikestî, helbesteke di hebûna xwe de bûyîna min dikemiland, helbesteke zemanê wî bi zemanê re dikir yek, ji dengê xwe dîyarî min kir û firîya;
Min ji dilê xwe pirsî; ka çî ye derd
Çima bi min dijînî êşên bêhed
Got; carekê bi min evîn da vexwarin
Ma ji evînê mezintir heye derd
Rêya evînê rêyeke dirêj e
Mirov rindbûna jînê ditemije
Êş û jan, kovan û hesret e xwarin
Nebaşîyan ji mirov diguvêje
Dil, xêza şiverêya temenekî
Ez pê re derketim ser çîyayekî
Ne çavêm, dilêm nêrî li hawirdor
Girê derdan bilind bû wek çîyakî
Li bilindahîya ye aşqa pîrozwer
Min gîyana yarê divê ne mazher
Çi bikim, evîn xistine nav lingan
Şinazîya aşqê çû, maye mazher
Çûm ber kanîyê da vexwim ava sar
Destava limêjê bigirim bo yar
Av qerisî di nava lepên min de
Bi hêsiran çûme secdê bo dilyar
Min xwendin hemû ayetên evînê
Dia bo ba silavekê jê bînê
Xweda tewanbarî-siza dizane
Guhên xwe girtîne ji diayên jî(i)nê
Ji roja Med’î de bê xweda (xwedî) me ez
Lewra ji hebûna xweda dikim weswas
Bê war û yar im, dil dike warewar
Dinya digere bê me, te û bê ez

Naxwazim yareke di gola xwînê de
Naxwazim jî(i)neke di pînka xelkê de
Ha mirin ha jîna bê evîn û war
Neyarên y(w)ar û w(y)ar yek in d’ esas de
Berîya ku biqedînim, jana êşa helbestvan û nivîskarên Kurd yên ku delalî wêrekîya gerîlayên jin ku bi hebûna xwe çîyayên me xweştir û azad dikin û xortên ku hebûna xwe bi felsefa Rêber APO şûştine û dişûn û bi wan jinên leheng re hevaltîyeke pîrozwer dikin, nabînin û diçin li ser keça Çerkes, xortê Siwêsrî û çîyayan wir helbest dihonîn in û romanan dinivisîn in, serî rakir.
NÎŞE: Rewşenbîrên Kurd, heger dixwazin derbasî dîrokê bibin, gerîlayên azadîyê heta dawî ji wan re rê vekirine û derfetên bêhempa danîne ber wan. Bi tenê li wan maye ku rûnin û êş, jan, ked, zor û zehmetîyên ku keç û xortên leheng dîtine û evînên nîvço mane li pey wan binivisînin. Ne ez, dîrok gazî we dike ku hûn vê peywira dîrokî bi cih bînin.