Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘ Li dijî her cûreyên tundî û dagikeriyê jin jiyan azadî ’

25/11/2023
in NÛÇE
A A
‘ Li dijî her cûreyên tundî û dagikeriyê jin jiyan azadî ’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Bi boneya pîrozkirina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Kongira Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê,  bi durûşmeya ‘Li dijî her cûreyên tundî û dagikeriyê jin jiyan azadî ’ meşek li bajarê Qamişlo  li dar xist û bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo tevlî vê meşê bûn.

Îro di demjimêr 11’an de li bajarê Qamişlo bi boneya roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinê meşeke girseyî ji aliyê Kongira Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê ve hat lidarxistin.  Bi durûşmeya ‘Li dijî her cûreyên tundî û dagikeriyê jin jiyan azadî ’ meş ji çerxerêya Osman Sebrî bi pêşngtiya jinê destpê kir û bi hezaran şêneyên kantona Qamişlo tevlî bûn. Ev meş bi siloganên ’Jin jiyan azadî’, ‘bê serok jiyan nabe’ bi rêve çû û li çerxeriya şehîd Rûbar  meş veguherî mîtîng û kesên beşdar  xuleyeke bêdengî li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Piştira jî li ser navê hemahengiya  Kongira Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê  Remziya Mihemed axivî û wiha got: “Bi hêza jinê ya ku rojane li qadan e em ê bighin azadî û serkeftina xwe, bi felsefeya jin jiyan azadî û bi ilhama  Şoreşa Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ku beriya 2 salan dest pê kir, em ê bi ser kevin. Şoreşa jin jiyan azadî ya ku niha li tevahî cîhanê belav bûye, dîsa bi destên jinan Şoreşa Rojhilat dest pê kiriye, tê xwestin û tê dîtin ku bi destê jinan wê şoreş bi ser bikeve. Netenê li Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê li tevahiya cîhanê pêwîste yekîtiya jinan were avakirin û tevahî civaka me xwedî li Şoreşa jin derkeve. Niha jî wekî îro li gelek qadan jin rastî tundiyê û desthilatdariyê tên, li gelek qadên cîhanê îro meş û çalakî ji bo bilindkirina tekoşînê li dardikevin û em ê bi xebata xwe ya li ser bingeha  felsefeya Rêber Apo û  jin jiyan azadî  bighin azadiyê.”

Hêjayê gotinêye ku roja 25’ê Mijdarê  roja cîhanî ya li  dijî  tundiya li ser jinê ye û ji bo vê boneyê çalakî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriya yê hatin li darxistin, meşa ku îro  li Qamişlo hat li darxistin jî yek ji van çalakiya ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.