Rojnameya Ronahî

Kêmbûn û paşdemayîna xwendina pirtûkan… çend têbînî

 Kemal Necim

Di salên dawî yên sedsala 20’an de mijara kêmbûn û paşdemayîna xwendina pirtûkan kete rojeva civakên gelek welatên cîhanê. Der barê sedemên siyasî, civakî, aborî û derûnî yên vê rûdanê zanyar û sosyologên van welatan jî têra xwe lêkolîn kirine û hewil dane ku rê û rêbazên têvedana ber bi xwendinê de destnîşan bikin.

Carna dihate bîra hin rewşenbîrên Kurdî jî ku pirseke wiha arasteyê civaka Kurd bikin û bêjin; gelo çima xwendina bi zimanê kurdî kêm e û paşde maye. Weke ku Kurd xwedî dewlet û statu ne û perwerdeya wan bi zimanê dayikê ye û salane bi hezaran pirtûk têne çapkirin û weşandin. Bê guman civaka kurd jî her beşek ji civaka vê cîhanê ye, lê arastekirina pirseke wiha di wê demê de li bejna civaka kurdan nedihat. Pirsa ku pêwîst bû bihata kirin ew bû; kanî pirtûkên Kurdî, kanî civaka ku bi kurdî dixwîne û dinivîse, kanî weşanxaneyên Kurdî .. hwd.

Her çiqasî ji destpêka sedsala 20’an û vir ve li Başûr û Bakurê Kurdistanê tevgera çap û weşana bi zimanê Kurdî geş bûbe jî, lê wê geşbûnê tîrêjên xwe nedane Rojava, ji xwe sedemên wê jî diyar in.

Ji sala 2012’an ta niha, li kêleka hemû geşedanên ku bi şoreşê re li vî parçeyê welêt pêk hatin, tevgera xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî, çap û weşana bi zimanê kurdî jî geş bû û gavên girîng avêtin. Ango em dikarin bêjin ku pirsa; kanî pirtûkên kurdî, kanî civaka ku bi kurdî dixwîne û dinivîse, kanî weşanxaneyên kurdî, ji holê rabûn.

Lê di rewşeke wiha de, em dîsa nikarin bêjin ku xwendina bi zimanê kurdî paşde maye, çima? Ji bo ku tiştek paş de bimîne, pêwîste destpêkê li pêş be yan pêşketî be, da ku em piştî demekê bêjin wa li paş maye. Lewma tişta ku pêwîste têkeve rojeva civaka kurdî ewe ku em ê çawa civakê toşî xwendinê bikin. Ji bo ku em karibin civakê têvedin xwendinê pêwîste destpêkê tiştên ku bêne xwendin hebin, ango pirtûk bêne nivîsîn, pir bibin û berdest bibin.

Di rewşa heyî de, li Rojava salane bi sedan pirtûkên nû têne çapkirin û weşandin, her wiha pirtûkên li deverên din ên Kurdistanê jî berdest û peyda dibin. Lê li gorî ezmûnên çend salên derbasbûyî, peydabûna pirtûkan li pirtûkxaneyan nebû egera ku civakê têvede xwendinê. Lewma pêwîste ku hin rê û rêbazên din peyda bibin ku pirtûk berdestî beşekî berferh ê ciakê bibe.

Li gorî çend ezmûn û çavdêriyan, lidarxistina çalakiyên danasîna pirtûkan, ahengên imzekirin û belavkirina pirtûkan, civatên xwendin û nirxandina pirtûkan, rêbazên pir bi bandor in û bala beşekî berfereh ê civakê û xwêneran dikşîne. Lê ev çalakî her bi sînor û teng dimînin, piranî li bajarên mezin û di nava civaka teng a rewşenbîran de asê dimîne, heme bêje heman kes her çarê li wan çalakiyan amade dibin.

Lewma ji bo ku qada peydabûn û belavbûna pirtûkan berferh bibe, pêwîste qada van çalakiyan jî berfereh bibe. Pêwîste çalakî û aheng û civatên wiha li hemû beşên zanîngehan, li dibistanan û navendên bajaran û carnan jî li gundan bêne lidarxistin.