Rojnameya Ronahî

Qedexekirina PKK’ê

Farûk Sakîk

Di 18’ê Mijdarê de li Berlînê li dijî qedexeya PKK’ê ya li Almanyayê meş û mîtîng hebûn. Di ser qedexeyê re 30 sal derbas bûn. Kurd 30 sal e bi israr ji bo ev qedexe were rakirin têdikoşin. Lê israra dewleta Alman a qedexeyê jî dewam dike.

Her tişt di 24’ê Cotmeha 1989’an de li Dadgeha Eyaletê ya Dusseldorfê bi doza ‘Dadgehên Dusseldorfê’’ dest pê kir. Ev jî weke ‘doza herî mezin a siyasî’ derbasî dîroka Almanyayê bû. Ji 18 kesan 15 jê girtî dihatin darizandin.

Çima ev doz hat vekirin. Di wan salan de li cîhanê guhertinên mezin çêdibûn. Piştî hilweşandina rejîma Sovyetan, lêgerînên cuda derdiketin pêş.

Gelek tevger û rêxistinên çepgir-sosyalîst hêdî hêdî diheliyan. Rêxistinên ku ji Tirkiyê ji ber darbeya 12’ê Îlonê hatibûn Ewrûpa ew jî êdî ne xwedî hêz bûn. PKK’ê berevajî van tevger û rêxistinan roj bi roj dibû xwedî hêzeke mezin. Gelê Kurd ku koçber bûbû, hatibû Almanyayê jî li dora PKK’ê diciviya.

Li gorî Rêber Apo destpêka ‘Komploya Navneteweyî’’ kuştina Olof Palme û darizandinên Dusseldorfê bû.

Piştî van dozan li Tirkiyê, PKK her ku diçû di nav civaka Kurdan de bû hêviyek. Li dora PKK’ê wek xelekek diciviyan.

Şerê çekdarî jî dest pê kiribû û dem dema serhildanan bû. Kurdên li Ewrûpayê jî parçeyek vê tevgerê bûn.  Di qada navneteweyî de doza Kurdistanê roj bi roj belav dibû.

Kiryarên dewleta Tirk ên derveyî mirovahiyê, li navenda Ewrûpa dihatin ji aliyê van Kurdên li derveyî welat ve dihatin teşhîrkirin. Dewleta Tirk dixwest ku pêşî li vê bigire. Di demekî wiha de Almanya hat bîra wan û ji vê derê dest pê kirin.

Tansû Çîler serokwezîr bû û hatibû Almanyayê bi serokê demê yê Almanyayê Kohl re hevdîtinek pêk anîbû. Daxwazek wê hebû “qedexekirina PKK’ê.” Dewleta Alman a ku ji doza Dusseldorfê tu encam bi dest nexistibû, bi du hin delîlên sexte ket da ku PKK’ê krîmînal nîşan bide. Wê demê dozgerê taybet erkdar kiribû. Piştî van xebat û amadekariyan 26’ê Mijdara 1993’yan qedexeya li ser PKK’ê li Almanyayê hat ragihandin.

Sala 1993’yan ji bo wan manîdar bû. Di 1993’yan de PKK’ê jî agirbest îlan kiribû. Wê demê jî Tevgera Azadiya Kurd dixwest bi siyaset û dîplomasiyê pirsgirêka Kurdistanê çareser bike.

Ya ku dewleta Alman ditirsand jî ev bû. Şer bihata seknandin, aştî bihata herêmê, aramî çêbûya wê çekên xwe yên di stokê de çawa bazar bikirina.

Li ser daxwaza Almanyayê wê demê bersiv nedan agirbestê û destê Rêber Apo ê aştiyê li hewa ma. Kuştina Turgut Ozal jî parçeyek vê siyasetê bû. Û kê demê di navbera dewleta Tirk û Kurdan de hewldanên aştiyê û çareseriyê destpêdikirin, dewleta Alman, li Almanyayê êrişên li ser serê civaka Kurdan zêde kir. Ev yek ji aliyê Almanyayê ve pêk dihatin. Lê Tirkiye jî endamtiya xwe ya NATO’yê wek çekek bi kar danî. Her roj êrişî komel û saziyên kurdan dikirin. Festîval û çalakiyên çand û hunerî hatin qedexekirin. Welatparêz û siyasetmedarên Kurd bê hiqûqî hatin girtin û doz li wan hat vekirin.

Kurdên li Ewrûpa bi salan ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê têdikoşin. Doz hatin vekirin. Serî li meqamên fermî hatin dayin. Kampanyayên îmzeyan hatin çêkirin. Dostên Kurdan ketin dewrê û hewldanên wan ên betalkirina biryarê hebûn. Lê dewleta Alman di vê biryara xwe de bi israr bû. Kurd jî di xwedîderketina PKK’ê de bi israr bûn.