Rojnameya Ronahî

Ronahî TV bû dengvedana şoreşê û çavkaniya baweriyê

Birûc Resûl/Qamişlo

Di 21’ê Mijdara 2012’an de Ronahî TV dest bi weşana xwe kir û damezrandina yek ji kenalên satelaytê yên navdar di warê şopandin û ragihandinê de 12 sal temam kirin. Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta niha, Ronahî TV erka ragihandina pêşketin û heqîqeta  şoreşê ji cîhanê re girtiye ser milê xwe. Tevî hemû êriş û zextan jî Ronahî TV bi keda karmendên xwe bûye dengê civakê û şoreşa gelan.

Qenala Ronahî TV ji roja damezrandina xwe û heta roja îro gelek pêngavên giring bi dest xistiye. Herwiha Ronahî TV bûye dengê projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dengê şoreşa Rojava û gelê wê û rastî ji raya giştî ya cîhanê re hertim ragihandiye. Li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxên Qanala satelaytê hene û bi xebateke ragihandinê û teknîkî ya ku zêdetirî 100 kesî pêk tê. Ronahî TV ji bo gihandin û rgihandina dengê şoreşa Rojava, pêşketin û geşedanên li Rojhilata Navîn ji hemû cîhanê re kar û xebatê dide meşandin.

Herwiha girêdayî vê yekê platformên dîjîtal ên mîna twitter, Youtube û Facbookê nîşaneya vê yekê ne. Lê tevî êriş û hewldanên astengkirinê jî Ronahî TV her bi biryar bû ku bibe deng û çavê herêmê, li gel ragihandina nûçeyên ji eniyên şer û berxwedanê, Ronahî TV ti carî pirsgirêkên civakê paş guh nekirin e, li gel guhdar kiriye, gilî û gazinên wan ragihandiye aliyên peywendîdar da ku ji pirsgirêkan re riya çareseriyê bê dîtin, ji ber vê yekê ew bû hêviya gelê Rojava.

Di derbarê salvegera Televiziyona Ronahî TV de Pêşkêşvan û Edîtorê Navenda Nûçeyan a Ronahî TV Serdar Goyî û rojnemevana Ronahî TV Raperîn Elî ji rojnameya me re axivîn.

Serdar Goyî diyar kir ku Di wextekî de ku herêm di nava guherîn û veguherînê de ye, xebatên çapemeniya azad hertim xwedî girîngiyekî sereke ye û got: “Me Ronahî TV di destpêka ku bihara gelan li nava Sûriyê belav dibû de avakir û me rastiya şoreşa gelan ji xwere weke pîvana sereke destnîşan kir û pîvana bingehîn hevgirtina gelan bû. Ev yek di nava ewqas televziyonên xwedî ezmûn û alîgiriya fikrê deshilatdariyê dikir, de ne hêsan bû. Li aliyekê li pey rastiya bûyerê ketin û li aliyê din jî avakirina baweriya bi hêza gel mîna du xalên sereke hatin destgitin. Her wiha li ser xakek ku bi ti awayî qala azadiya fikir û ramanê nedihat kirin, avakirina telvziyonek ku bibe dengê şoreşê qet hêsan nebû. Ji aliyekê ve kêmderfetî, ji aliyê din ve jî zexta hikumeta Şamê û tirsa di serê civakê de hatî rûniştandin bandora xwe li kar û xebata Ronahî TV dikirin. Di weşangeriya xwe ya salên despêkê de, bi zimanê Kurdî, Erebî, Îngilizî û Fransî weşan dihat kirin. Lê para herî sereke ji bo Zimanê Kurdî û Erebî bû. Sedemê wê yekê jî ew bû ku girseya li me temaşe dike berfireh bû.”

‘Ronahî TV li herêmê bû çavkaniya ragihandina rastiyê’

Serdar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji Mijdara 2011’an ve, di qada têkoşîna çapemeniya azad de em cihê xwe digrin û hertim me hewildaye ku  ragihandina rastiyan bi raya giştî re parvebikin. Niha ji bo me bi qasî parvekirina agahiyan bi civakê re, çêkirina baweriya civakê ya bi hêza xwe û bi ragihandiyê re jî pêwîste. Dema me ev yek dikir, hewildanê me ew bû ku hêviyên gelê Kurd yên li beşên din ên Kurdistanê jî li ber çavan bigrin. Bi taybet jî, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ku êdî bi çavekî tijî hêvî li Rojava dinêrin. Bi qasî bînerên Ronahî Tv yên li Rojava, qat bi qat bêtir li beşên din yên Kurdistanê û diyaspora derveyî welat heye. Her wiha Di televziyonê de, karanîna ziman jî bi serê xwe mijareke din a herî hesas e. Ji ber armanca me ya di dema ragihandina bûyeran de, ne reşkirin, lê hevgirtina gelan e. Ticarî me di siyaseta xwe ya weşanê, ziman û rêbazê reşkirin û piçûkkirina civakê bikarneaniye. Li cihê zimanê kuştin û wêraniyê, her tim me zimanê çêkirin û avakirinê bikaraniye. Weke Ronahî Tv ji ber li ser erdê li cihê bûyerê ye, bawerî û gotinên dihatin kirin xwedî bandor bûn. Di tevahî pêngavên rizgarkirin û parastina herêmê de ji êrişên tundrew de, li cihê bûyerê rastî ragihand. Nebûna xebatkarên çapemeniyê dibû sedem ku zehmetî derbikevin holê. Ev zehmetî bi dilxwazên xwegihandina rastiyê di demekî kin de were derbas kirin. Ronahî Tv li herêmê hem bi erka xwe ya xwegihandina agahiyan û ragihandina wan radibû, li kêleka vê yekê jî ew mîna zanîngeheke avakirina xebatên dîtbarî li Rojava bû.”

‘Ronahî TV rolek sereke leyîst’

Serdar Goyî da zanîn ku yek ji erkên televziyonan perwerdekirina civakê ye û got: “Dema Ronahî Tv dest bi weşangeriya xwe kir, ev xal jî bi girîngiyek zêde li ber çavan hate girtin. Ji ber civaka weşangeriya ji bo wê dihat kirin bi sedê salan e bi pişaftinê re rûbirû mabû. Ji ber vê yekê di destpêkê de dayîna fikrê azad û perwerdekirinê xwedî giringiyeke taybete bû û ev yek weke pîvaneke sereke bû. Destpêkê bi qasî bernameyên Siyasî û bernameyên çandî, perwerde, rêxistinî û fikrî di weşanê de cihê xwe digrtin. Ev dihişt ku bi rêya van beşan civak rastiya xwe û planên bi serê wan hatine gerandin bizanin û nasbikin. Perwerdeya bi zimanê dayîkê û balkişandina li ser vê yekê xebatek sereke bû. Dema mirov li asta zimanê Kurdî dinêre, bi rengekî herî baş bandora telvezyonê li ser civakê dayî avakirin dibîne. Li kêleka vê yekê jî, çand û rêxistinbûna civakê jî bi bernameyên sereke yên dihatin weşandin ev rastî bi rengekî herî baş raberdikir. Di danasîn û ragihandina rastiya xeta Sêyemîn a ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser dimeşe, Ronahî Tv roleke bi bandor û sereke lîst.”

Serdar Goyî pêşkêşvanê Ronahî Tv wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Ev 13 sal ji kar û xebata Ronahî TV tijîdibin û di nava vê demê de, hevrêyê me Mustefa Mihemed dema şopandina pêngava Rizgakirina Minbicê şehîd bû. Herwiha Hevalê me Ehmed Koçer û Ehmed Esed yê di xebata pêşxistina televziyonê de û gihandina rastiyan de bi hemû hêza xwe kar dikirin, jiyana xwe ji destdan, em van hevrêyan bi minetdarî bibîr tînin. Mîrasê me ji Gurbetelî Ersoz û şehîdê me yê çapemeniyê Seyîd Evran girtî, em ê, ji bo gihandina serkeftinê bimeşin.”

‘Ronahî TV bû dengê şoreşa Rojava’

Girêdayî heman mijarê Raperîn Elî diyar kir ku 12 salên tijî xebat li pey xwe dihêlin û bi xurtî û bi biryardarî ji bo ronîkirina rastiyan ew, derbasî sala 13’an dibin. Dengê şoreşa Rojava Ronahî TV ye û got: “Ronahî TV bi zehemetî û derfetên kêm dest bi kar û xebatê kir, îro jî bûye çavkaniya ragihandina nûçe û bûyerên li herêmê ye. Hemû pêvajoyên ku herêm tê re derbas bûn, Ronahî TV kêlî bi kêlî belge kir û şopand. Bi saya xebatên Ronahî TV, cîhan ji destkeftî, serkeftin û zehmetiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê agahdar dibe. Xebatkarên Ronahî TV tevî hemû êriş û astengiyan gav şûnve navêtin û hemû astengî derbas kirin. Ked û rola kedkar û xebarkarên Ronahî TV di nava şoreşê de yek ji nimûneyên ber bi çav e. Her wiha bi kamîre, nûçe û bernameyên xwe, Ronahî TV berxwedana gelê li herêmê û ji milekî din ve jî hovîtiya dagirker û komên çete radighand, lewma xebatkarên Ronahî TV gelek caran bûne armanca êrişên komên çete û dewleta Tirk. Ronahî TV rastî êrişên qaşo saziyên ragihandinê yên cihanî ne jî hat û bi girtina malperên televizyonê xwestin bondora wê kêm bikin.”

‘Emê heya dawiyê şopdarê heqîqetê bin’

Rojnemevana Ronhaî Tv Raperîn Elî wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Tevahiya 12`e salên derbasbûyî, di berdêla ragihandina rastî û heqîqetê de, li ser erdê û rêya şopandina heqîqetê, nûçegihanên Ronahî her di nava bûyerên zindî de bûn û di vê oxira wê de şehîd bûn. Li eniya şer a Minbicê Nûçegihanê Ronahî TV Şehîd Mistefa Mihemed yek kêliyê xwe neda paş û ji bo ragihandina rastiya şoreşê û berxwedanê şehîd bû. Bê guman ev yek ne tenê taybetmendiya xebatkarên Ronahî TV ye, her wiha yên hemû dezgehên ragihandina azad li Rojava li ser vê şopê ne. Tenê ji bo rasita şoreşa Rojava bi cîhanê re parve bikin, heta niha gelek nûçegihan û xebatkarên ragihandina Azad şehîd bûne. Em wekî rojnemevanên Ronahî Tv heya dawiyê em ê, bi pênûs û kamereya xwe dengê gelê xwe ragihînin cîhanê û em ê heya dawiyê şopdarê heqîqetê bin.”