Rojnameya Ronahî

Sedema kirîza di navbera Îsraîl-Filistînê de çi ye; çawa çareser dibe?

Volqan Elî

 Em di serî de bêjin di mijara pirsgirêkên civakî de, pêşniyar yan jî rêyeke çareseriyê ya misoger (wekî lîsteya dermanên ku doxtor ji bo nexweşên xwe dinivîsin) salox dayin bi temamî rast nabe. Ev nayê wateya ku mirov li ser pirsgirêkên civakî fikra xwe nebêje, proje-ezmûnên ji bo civakê sûda wan hebûye wê hebe jî, nikare bîne ziman.

Bi kurt û kurmancî mijar û pirsgirêk; hişmendiya dagirkerî, netewe-dewlet û neteweperstiyê ye…

Di dawiya sed sala 15. û destpêka sed sala 16. Ji aliyê Ewrûpayê ve qaşo Emerîka û Awustralyaya cezîre hate kişifkirin. Bi milyonan gelên wekî Aztek, Înka, Maya, Aborjîn ji dîrokê wekî gel hatin rakirin. Sedema wê çi bû, kî bû, kê jê sûd wergirt? Dagirkeriya Ewrûpa û kapîtalîzma ku nû peyda kiriye.

Heya bi dawiya şerê cîhanê, bi milyona Yahûdî ji aliyê netewe-dewleta faşîst a Almanan ve hate kuştin. Çima? Hîtler digo, ‘ev çend sed sal in dewleta Alman ji ber hevkariya Yahudiyan bi dijmin re têk diçê, ji bo saxlemiya dewleta Alman divê Yahûdî nemînin’. Bi milyonan tev bi gazên kîmyawî xeniqandin. Sedem çi bû, kî bû? Netewe-dewleta Alman…

Di kela kela germa şerê cîhanê de, çend salan ji beriya wê dewleta Tirk (Osmanî û paşê jî Tirkiye li ser Kurdan) biqasî 1,5 milyon Ermen ji ser welatê wan mişaxtî kirin. Hemû li ser rêyên koçberiyê yan hatin kuştin yan jî mirin. Îro jî dewleta Tirk ya niha vê jenosîdê qebûl nake. Jixwe nake, eger ne ji împaratoriyê  bûya wê Mistefe Kemal ev kar bikira… Her hal wisa difikire; ‘baş bû împaratoriyê ev kar kir. Jixwe min ê Kurd biqelandana. Wê demê barê min girantir dibû’.

Di hemû eniyên vî şerî de Kurdan li hemberê emperyalîzma Ewrûpayê şer kir. Tirkiye (Misto Kor-Înonu) çû li Ewrûpayê pesna xwe da û li Lozanê Kurdistan kir çar parçe.

Kurdan got “dijmin e, bê minet e. Rom a reş , bê bext e”. bi pêşengiya Şêx Seîdê kal, Seyîd Riza û çendîn rêberên gorbihuştî daketin qada cengê. Bi dehan sal agirê berxwedanan sar nebû. Lê dara Kurdan ji mêj de kurm ketibûyê. Seyîd û Pîr yek bi yek daliqandin. Bi sed hezaran Kurd di serê sungiyên leşkerên Misto Kor (gelê Dêrsimê jê re wisa dibêje) de canê xwe dan. Bi hezaran di şikeftan de bi dermanên mişkan hatin xeniqandin. Li welatê Kurd û Ermenan kundê netewe-dewletê Tirk bû serwer. Niha Erdoxan her cara ku nimêj dike, li şûna salawatê dibêje ‘yek dewlet, yek ziman, yek al, yek watan’. Besmeleya netewe-dewletê vaye ev e. Sedema xwîna bi milyonan Ermen û Kurd çi bû, kî bû? Çawa ku bi roj, rok li azmanan aşkere û zelal xuya dibe bersiv jî zelal e.

Serpêhatiya gelên Emerîkî (Çermsorik), Ermen û Kurd tenê sê mînakên herî balkêş bûn. Ne ku hema di dîrokê de çi bûye ew e. Ji derketina şaristaniyê vir de belkî bi milyaran mirov di şerên neheq ên emperyalîst û dagirker de mirine.

Dîsa pirsgirêkek herî girîng ku zêhniyeta netewe-dewlet dibe sedem jî pirsgirêka Îsraîl-Filistînê ye. Ev, pirsgirêkeke dîrokî, û aliyê wê yê olî heyî ye jî. Lê tevî van hemûyan jî ji ber nêzîkbûna neteweperestî çareser nabe, her diçe girantir dibe. Di dîrokê de kengî pirsgirêk nêzîkî çareseriyê bû? Dema ku rêxistinên Filistînî yên demokratîk û xwe dispêrin gerîla bi hêz bûn di sed sala 20’ê. de, rewşeke wisa hebû. Pergala kapîtalîst a cîhanî ji bo ku vê ji holê rake bi taybetî HAMAS bi Îsraîlê da avakirin. Di encamê de hemû rêxistinên pêşverû-şoreşger hatin tasfiyekirin. Li şûnê ma HAMAS. HAMAS jî hewl dide bi rêbaza Îsraîlê, pirsgirêkê çareser bike. Di şevekê de bi ser gelê Yahûdî de girt bi sedan jê kuşt. Çi bû? Îsraîl li benda vê bû. Niha li ber çavê hemû parazvanên mafên mirovan û hemû mirovahiyê bi roj û şev bi sedan Filistînî dikujin. Di weşana zindî de bi çekên ecêb û nehatiye dîtin, avahiyên deh tebaq tîne xwarê. Wijdan û exlaqa hemû temaşevanên tv’yan, dixe bin erdê û derdixe. Êdî ev şer bû şerekî ku pê exlaq û wijdanê civakan tê tinekirin. Tenê ne şerê Îsraîl û HAMAS’ê ye.

Ma ev çareserî ya Îsraîlê ye, yan jî ya HAMASê ye? Kî dikare bersiva vê pirsê bide? Erdoxan… Putîn… HAMAS… Neten Yahu…? Ez ji we re bêjim: Ev, çareseriya Îsraîlê ye, çareseriya HAMASê ye… Çareseriya netewe-dewletê ye… Çareseriya Erdoxan e. Çareseriya hemûyan e. Ma çima Erdoxan xwedî li HAMASê derdikeve, Yê din jî li Îsraylê… Erdoxan ne ji ber ku pir ji gelê Ereb hez dike, wisa dike. Eger wisa bûya her roj li ser serê Erebên Serêkaniyê, Til Temirê û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriye bombe nedibarand.

Wê demê ma çareserî çi ye? Çare: Mînaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Çare: Ne ji bo her neteweyekê dewletek, ji bo her neteweyekê al, welat û zimanek… çare: Neteweya demokratîk e, yanî hemû netewe, hemû ol, hemû ziman, hemû nirx û qîmet bila bi hev re, di nava aşitiyê de bijîn. Ma ti kes dikare bêje ‘ev fikreke xirab e, ji bo me ne baş e?’