Rojnameya Ronahî

Zarok hêviya siberojê ne

Deriya Çiya/Qamişlo

Roja cîhaî ya zarokan di sala 1857’an de li Çêlis, ji hêla 160 Dewletan ve hate îmzekirin. Bi armanca parastina mafên zarokan yên rewa, û dûrxistina wan ji hemû helaketên heyî.

Roja cîhanî ya zarokan di yekşema duyem a sala 1857’an de ji aliyê Rivernd doktor Çarlis Leonerd û keşeyê Kilîsê Unîver Salistî li Çêlis ve hate diyarkirin. Çarlis Leonerd xizmetek taybet ji bo zarokan dikir, destpêkê navê vê rojê, roja yekşema gul bû, piştre navê wê kirin roja cîhanî ya zarokan. Derbarê roja cîhanî ya zarokan de û rewşa wan a niha, Rêvebera Komîteya Şilêr a Zarokan Nisrîn Ismet wiha ji rojanameya me re axivî.

Tundiya li ser zarokan berdewame

Nisrîn Ismet Rêvebera Komîteya Şilêr a Zarokan, derbarê roja cîhanî ya  zarokan de wiha axivî: “Bi zagonên ku ji aliyê 160 dewletan ve hatiya imzekirin mîna roja cîhanî ya zarokan hate pejirandin û têde tekeziya mafên zarokan hate kirin da ku zarok nema rastî tundiyê werin. Lê ji ber ku em dibînin ev demeke dirêje li ser vê imzekirnê re derbasbûye, lê heyanî roja me ya îro rojane em dibînin ku zarok dibin qurbaniyên van êrîşan”. Bi taybet em dikarin bibêjin ku tûndiya li ser zarokan ji malbatê dest pê dike heya ku dighêje tûndiya sistemên serdest yên ku bi hişmendiya netew dewletê li ser civakê tevahî siyaseta çewsandinê didine meşandin. Di roja me ya îro de bêtirî xwe jin û zarok dibin qurbaniyên şer, şidet û tûndiya ji milê hişmendiya dewlet netew û sistemên kabtalîst yên ku li ser civakê têne meşandin û heyanî roja îro jî ev tûndî berdewam e.

Rewşa zarokan li herêmên dagirkirî

Nisrîn Ismet diyar kir ku li herêmên dagirkirî rojane zarok rastî tecawiz, kuştin û revandinê tên û weha dewam kir: “Ev kiryarên ku li herêmên dagirkirî derketine holê, û rojane li ber çavan têne dîtin, ji bo me pir bi êşin. Kesên ku cihên xwe li wan deverên dagirkirî digirin, kesên girêdayî dewleta tirkin û derfetê nadin dezgehên ragihandinê, Saziyên Mafên Mirovan û saziyên ku mijarên zarokan dişopînin ku derbasî wan deveran bibin. Kiryarên ku rojane li herêmên dagirkirî pir dibin sedemê ew e ku derfet nayê dayîn  ji bona sazî, dezgehên girêdayî mafê zarokan derbasî wan deveran bibin û rewşa heyî bişopînin û ji raya giştî re ragihînin. Dagikeriya tirk bi êriş û kiryarên xwe  jî metirsiyekî pir mezin xistiya dilê malbatan, da ku bi rihetî êrîş û kiriyarên xwe bimeşînin bê ku malbat wêrîbe tiştekî biaxive. Agahiyên heyî jî bi rengekî veşartî, bidizî û bizehmetiyeke mezin dikevin destê me, lê rewşa heyî gelekî xirabe û gelek kiryarên dagirkeriyê veşartî û di tariyê de dimîin, ji ber ku kesê ku biaxife û bêje wê were kuştin û girtin.

Bandora şerê taybet li ser zarokan

Nisrîn Ismet bal kişand ser bandora şerê taybet li ser zarokan û wiha got: “Ji bilî şerê çakdarî û bumbebarana ku rojane li ser serê civakê tê meşandin, bi gelek rêbazên şerê taybet jî ev yek di serî de li ser jin, zarok û ciwanan tê meşandin û gelek zarok dibin qurbanê vî şerê qirêj û gemar. Herwiha li ser civakê bombebaraneke dijwar ya şerê taybet û derûnî tê meşandin û dagirkeriya tirk di vî warî de her tiştî ji bona xwe mubah dibîne û bi belavkirina madeyên hişber, fihûş û koçberiyê dixwazin li ser civakê qirkirineke çandî û hişmendî pêkbînin.

Karkirina zarokan di temenê biçûk de, zewaca temen biçûk, tecawizkirina zarokan û bi zarokan ve nemijûlbûn û ew ji derfetên xwendinê bê par hiştin beşek ji tûndiya ku li ser zarokan tê meşandin e.

Gelek caran di mesela zewaca keçan ya di temenekî biçûk de destê mapbatê têde hye û ew jî hevkarên vî sûncî ne û pêwîste ku malbat di vî warî de werin hişyarkirin û perwerdekirin. Herwiha ji bo bikaranîna zarokan di temenê piçûk de li cihên wek, sînaha û sûkên şênî û li cihên karên giran wek ajontina alavên mezin ku ne li gorî temen û bedena zaroka ne jî têne kirin û bandora vê yekê bi rengekî neyînî li ser zarokan dike. Tevlîbûna zarokan ji van karan re dibe sedem ku ew ji jiyana zarokan qutbibin û ev yek bandoreke neyînî li ser derûniya wan dike û ew ji nava hevalên xwe û ji dibistanê qutdibin û heyanî temenekî mezin jî bandora vê yekê li ser kesayeta wan dike.

Hewildanên xwedî derketina li zarokan

Nisrîn Ismet Rêvebera Komîteya zarokan a Şilêr, di dawiya axaftina xwe de got ku:” Herçiqasî ku 160 dewletî li ser zagonên parastina zarokan imze kirine jî, lê ev yek tenê di warê gotinê de dimîne, ji ber ku kes li mafê zarokan xwedîdernakeve û kiryarên ku dijî zarokan têne kirin tev bê bersiv dimînin. Ji ber vê yekê rewşa ku zarok têde dijîn ji bona me pir bi êş e, û pêwîste ku li ser were seknandin û derbaskirin û xwedî li mafê zarokan were derketin. Îro em komîteya Şilêr a şopandin û parastina mafên zarokan hewildidin ku kiryarên ku li dijî zarokan têne meşandin bişopînin, belgebikin û bighînin aliyên peywendîdar û xwedî li mafê wan derkevin. Herwiha em bi hêvî ne ku hemû saziyên navnetewî, heremî û kesayetên ku bi parastina mafê zarokan ve mijûl dibin dest bidin hev û ji bona parastina mafên zarokan û siberojeke serkeftî û biewle hertim di nava kar û xebatê de bin.