Rojnameya Ronahî

Helbest ji bo Hêmin Kurdaxî alava derbirînê ya bi jan e

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Helbestvanê Kurd Hêmin Kurdaxî yek ji evîndarê ziman û helbesta kurdî ye ku ji ber zextên hikumeta Şamê beriya 24 salan berê xwe dabû derveyî welat. Kurdaxî ji wê demê ve û heta niha di warê nivîsa helbesta kurdî de kar û xebatan dide meşandin û gelek berhemên binirx nivîsandiye.

Hêmin Kurdaxî (Neşeet Betal) yek ji nivîskarên kurd e, ku di sala  1973’an de li gundê Qermîtilqê yê girêdayî  herêma Kurdaxê(Çiyayê Kurmênc) yê Efrînê ji dayîk bûye. Herwiha xwendina xwe ya navîn li Helbê bi dawî kiriye. Di gencêtiya xwe de karê rewşenbîriya kurdî û nivîsîna helbestê  bi zimanê kurd kiriye. Kurdaxî ji ber karê rewşenbîrî di sala 1997’an de ji aliyê rêjîma Beisê ve hat desteserkrin. Hêjayî gotinê ye ku Kurdaxî yek ji damezrînerên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK’ê ye. Herwha piştî xebata ku bi awayekî veşartî ji bo gelê xwe dikir û rewşa nearambûnê ya li  Rojava bi sedema çavdêriya rêjîma Beisê jê re, di sala 1999’an de koçî Elmaniya dibe. Li wir jî ji bo pêşxistina asta rewşenbîriya kurdî li nik nivîsîna helbestê xebata ku li welatê xwe destpêkiribû, didomîne. Hêmin derbasî  Zanîngeha Fêşta Oldimborg ya Elmanî dibe, piştî koçberiya xwe bi 13 salan di pirtûkxaneya wê de cihê xwe girtiye.

Berhem:

1-Çîroka neynûkên şkestî ku helbeste  û ji 76 rûpelan pêk tê, 2 caran hatiye çapkirin.

2- Siwarên rejiyê ku helbeste û 104 rûpelan pêk tê.

3- Ez bişewitim… dûmana min jî wê ji te hezbike.

Helbestvanê kurd Hêmin Kurdaxî derbarê jiyan û nivîsîna helbesta kurdî re ji rojnameya me re axivî.

‘Bi eşq û  evînî ez hînî zimanê kurdî bûm’

Kurdaxî diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve bûye aşiqê hînbûna bi zimanê kurdî û wiha pê de çû: ” Dema ku ez fêrî zimanê kurdî bûm ez refê 8’an bûm, ew jî bi saya ciwanên gundên me yên ku li bajarê Helebê dixwendin, bû. Wan ciwanan gelek kovar, rêzimana Celadet Bedirxan, berhemên Seydayê Tîrêj û Cegerxwîn ji me re tanîn. Herwiha waneyên fêrkrina zimanê kurdî didan min û hin hevalên din. Bi saya pirtûk û kovarên ku wê demê dihatin belavkirin û waneyên ku ciwanên gund didan me, ez bi eşq û evînekê mezin fêrî zimanê xwe yê dayîkê bûm. Herwiha fêrbûna min ji zimanê kurdî re bû hêz ji min re ku dest binivîsîna  helbesta kurdî bikim. Bi nerîna min divê her helbestvanek ji bo civak û welatê xwe tekoşer be, fêrbûna min ji zimanê kurdî re bû sedema ku ez bibim ziman ji gelê kurd re û êşa civakê derxim holê.”

Helbest alava derbirînê ya herî bi jan e

Kurdaxî da zanîn ku nivîsîna helbestê ji bo wî alava derbirînê ya herî biêş e û wiha domand: “Min ji sala 1993’an ve dest bi nivîsîna helbesta Kurdî kiriye û min ji wê demê ve helbestên xwe di 3 berheman de berhev kirine. Herwiha min berhemeke din bi zimanê erebî jî çap kiriye, ew jî ji helbest û berhevokên min yên destpêkê ne. Ez kesayetekî wiha me ku bi qeydên evîn, jin, surşt, çiya, û axa welatê xwe ve hatime zincîrkirin. Mijarên ku min helbestên xwe  li ser wan hûnandine di vê çarçoveyê de ne. Herwiha helbest ji bo min berhema lêgerîna mirov  ya hundirîn e, berhema tirsa evîndariyê û evîndariya tirsê ye. Di heman demê de berhema pêlên xwenan û alava derbirînê ya herî bi jan e. Helbest lîstikên perwanan e , firîna li çînên asîmanî û çinîna stêrkan e, kenê zarokan û bêhnxweşa qirika yaran e. Berhema tîrên çavên eyşeşan û xecan e. Ji bo min berhema qurbaniyên xizêmkujên esmer, zeriyan, şîrîn û zînan e . Helbest ji bo hemû demsalan, hemû gulên buharan e, hemû berf û bahoz û baranan e , hemû girî dûrketin û êş û azaran e… asoyê herî dûr a veşartina stêrkan e, Kerba bavan lorîkên dayîkane, Helbest janevîneke herî giran e welatê hemû welatan e, viza herî tîr ya evîna şehîdan e.”

‘Helbesta kurdî, li Rojava pir li pêş e’

Helbestvanê kurd  Hêmin Kurdaxî destnîşankir ku asta helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê li pêş ketiye û wiha axivî: “Şopandin û xwendina min ji helbestên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re heye. Herwiha gelek berhemên  helbestvanên kurd yên Rojava li cem min hene, lewma li gorî xwendin û nerîna min, asta helbestvan û helbestê li pêş ketiye. Di heman demê de jî min helbestên cîhanî yên weke elmanî, ferensî, rûsî û hwd xwendine, helbesta kurdî jî di asta xwe de ne kêmî yên cîhanî ye. Ger ez pir pesn û wesfê nedim, asta helbesta kurdî ji ya gelek helbestên cîhanî bilindtir e. Helbesta kurdî xwedî mîrateyekî pir dewlemend e, helbstvanên kurd xwe dispêrin kilasîkiya helbestê û helbestvanên wê. Lewma li Rojava  kurdî di roja me ya îro de pir bi xêr û li pêş e, herwiha xwedî nirx e.”