Rojnameya Ronahî

Çand hilberîneke mirovî ye!

Rohat Bulut

Mirov di warê biyolojîk û fîzîkî de ji jîndarên heyî gelekî cûda ye. Di nav zindiyan de yê ku dikaribe bifikire û yê ku dikaribe bi raman û fikirîna xwe afirîneriyekê pêş bixe, xwe biparêze, xwe têr bike û xwe rêxistin bike mirov in. Her wiha di nav jîndaran de yên ku dikaribin li gel şert û mercên xwezayî û ligel hebûna xwezayê afirîneriyekê pêş bixin dîsa mirov in. Mirov jîndarekî bi hest û bi aqil e. Bi hest û aqilê xwe manewiyatek e mezin avadike, berhemên mezin ên bêhempa diafirîne û derdixe holê. Çand jî yek ji wan afirînerî û berhemên mirovî ye.

Çand tê wateya komkirin û hilberandina berheman e. Çandiniya erd û zebiyan jî bi peyva “çand”ê re hevwate ye. Çandiniya axê dikare bibe çand û hem jî xwarin amadekarî, rêûresm an jî lîstik jî çand e. Di vê rewşê de çandê li gorî pêşketin û guherînên di nava xwe de wateyên wisa dewlemend girtiye. Ev ne ecêb e, ji ber ku “hilberîn” di dîroka mirovahiyê de tenê di asta çandiniyê de hatiye bikar anîn. Ne tenê di asta pêşketina ramanan de, di asta pêşkeftina teknîk û teknolojiyê de jî rû dide. Diyardeyek e û ji şêwazên jiyanê bigire heta awayên ramanê guhertinên wiha çêdibin.

Her wiha ne mimkun e ku li ser baweriyan bi bandor nebe. Agahiyên dîrokî vê çandê ji me re vedibêjin. Nîşan dide ku hemû civak li ser kombûn û çanda hevpar ava bûne.  Ev kombûyîna civakî bi xwe jî çand e. Li gorî dîroknasan, hilberandin (enerjî, çandinî, maden, nêçîr, masîgir û hwd.) her gav bi navgîniya pêvajoyê ve pêşve diçe. Pîşesazî jî yek ji hilberîn û afirîneriyeke çandî ye. Li gel vê çandeke cîhanî ya pêşesazî û hilberîna tiştên mekanîkî yên ku dê alîkariya çareserkirina pirsgirêkê bikin jî heye. Weke mînak, veguherandina madeyê wê bo tiştekî din bi rêyên fîzîkî, kîmyewî yan teknolojîk û di encama vê afirîneriyê de avakirina qada jiyanê, wekî mîmariya avahiyan, çêkirina rêyên veguhestinê, peyza jî û hwd. Ev hemû rastiyên ku çalakiyên ji aliyê civakên cuda ve li herêmê û erdîngariyên cuda têne çêkirin û zû yan jî dereng bingeha çanda cîhanê û hemû civakan pêk tîne. Ev hilberîna çandî di heman demê de têkiliyên mirov û civakan bi hevdû re pêşdixe, pêwendiya çareserkirina pirsgirêk û hêsankirina jiyanê pêş dixe.

Zanyar têgeha çandê wekî pergalek organîk ku hemû komên civakî birêxistin dike bikar tînin. Qayde, meyl û hunerên rewşenbîrî, kevneşopî, urf û edet, bawerî û qaîdeyên exlaqî, jiyanên mirovî û çandî ne. Di vê çerçoveyê de mirov gelek caran rastî rewş û taybetmendiyên cuda yên çandê tên. Çand hem jiyana mirov, hem jî hêmanên madî û manewî dihewîne. Her wiha çand, kombûnên ku îro derketine holê dihewîne û bi kurtî çand form û wateyê dide jiyana me.

Divê em bifikirin ku her tiştê ku dide gengaz e. Diyardeyek wisa berfirehe ku hem mirov, hem civak û hem jî jîngehê dihewîne. Hin ji aliyê xwezayê pêk tên, hin jî ji aliyê mirovan ve. Ne ecêb e ku di gelek şaxên zanistê de jî mijara lêkolînê ye. Lewre qanûna ku diyardeya çandê ye, dewlet, siyaset û qada giştî dinirxîne, bi civaknasî û zanistên siyasî, exlaq, bawerî, kevneşopî, azadî, kevneperestî, felsefe ku mijarên wekî bi hûrgulî têne nîqaş kirin. Her wiha huner jî wekî vegotina hesta xweşik tê pênasekirin. Dîsa di warê zanista antropolojî de bandaro manewî ya teolojî û psîkolojî ya li ser pêşketina çandî gelekî zêde ye.