Rojnameya Ronahî

Heyva Sor a Kurd

Deriya Çiya / Qaişlo

 Heyva Sor a Kurd rêxistineke di sala 1993’an de hatiye damezrandin û niha li gelek welatên Ewropî yên wek Almanya, Swêd û Brîtanyayê şaxên komkirina alîkariyan hene ku ew rêxistin wek xêrxwaziyê hatiye tomarkirin

Heyva Sor

Di sala 1859’an de di navbera Fransa û Awusturya de şer derket û her du artêş li Îtalyayê li nêzî gundê Solferino şer kirin, 300 hezar leşker beşdarî şer bûn û leşkeran ji hilatinê heta rojava 15 demjimêran şer kirin û artêşa Fransa di şer de bi ser ket. Lê mirî û birîndar gelek bûn, 42 hezar birîndar hebûn. Di tevahiya şevê de qîrîn li seranserê Deşta Solferînoyê bilind bû. Sibeha roja din hemwelatiyê Swîsrî Henri Dunant di wir re derbas dibû, ew ji tiştê ku dîtiye tirsiya, lewra wî biryar da ku alîkariyê bide van mirovên belengaz û bang li gundiyên wê herêmê kir, ku di vê pirojeyê de alîkariya wî bikin. Di dirêjahiya çend rojan de, hewl dan ku birînên xwe bipêçin û birîndaran rizgar bikin. Lê ji ber ku dem gelek dereng bû, û demeke dirêj li eniyên şer ew birîndar bê alîkarî mabûn û xwîn gelek wendakiribûn û birînên wan nehatibûn dermankirin û iltîhabgiribû. Dema ku ev yek rûda Henry Dunant dihizirî ku “Divê ev yek neqewime. Di şert û mercên herî xirab de, eger mirov şer bikin, divê ew têra xwe jîr û medenî bin ku qurbaniyan hilgirin û li wan xwedî derkevin û nehêlin ku jiyana xwe ji dest bidin.”

“Ma ne pêkan e ku di dema aşîtiyê de li hemû welatên cîhanê komeleyên alîkariyê hebin ku di dema şer de, bêyî ku ferqê bixin navbera hevalê xwe, alîkariya birîndarên her du aliyên şer bikin.

Li Cenevreyê çar hevalên Dunant biryar dan ku însiyatîfê ava bikin ji bo ku ew bigihêjie armanca xwe. Li hev civiyan û bi hev re xebitîn û piştî demeke kin ji gelek welatan kesayetiyê navdar vexwendin Cenêvê û hizra xwe ji wan re rave kirin û gotin: “Em li vir in. ji bo xwedîderketina li nexweş û birîndaran û me rêziknameyek amade kiriye, heger hûn bi van rêgezan razî bin û îmze bikin, wê gavê em ê, bi hevre kar bikn.” Ji ber vê yekê, hema – hema hemî welatên cîhanê soz dan ku van rêgezên ku jê re “Peymana Cenevreyê” tê gotin, bicîh bînin. Niha çar peymanên navneteweyî hene ku armanca wan parastina hemû mexdûrên şer e. Henry Dunant û hevalên wî komîteyek bi navê “Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ” di sala 1863’an de ava kirin.

Sedema hilbijartina navê Xaca Sor

Çima ev nav hate hilbijartin? (Navê Xaça Sor) ji ber ku ala Cenêvê xaçekî spî ye li ser paşperdeya sor, û ji bo rêzgirtin ji Henry Dunant ku xwediyê vê ramanê bû, logoya vê komîtê li ser ala welatê Henrîk Dunant hate pejirandin, lê berevajî reng da ku li ser erdek spî bibe xaça sor. Dema ku welatên îslamî û erebî bi taybetî hatin vexwendin, bi wê hizrê razî bûn û bi heman şert û navî peyman îmze kirin. Lê ji ber mebestên olî peyva xaç û heyv bihev hatin guherandin, lê reng sor ma. Li vir peyva “heyva sor” derket holê.

Bi demê re ev komîte li tevahiya cîhanê belav bû, ku li her dewletekê û cihê ku şer lê heye şaxên Heyva Sor lê hate avakirin. Di nav de jî Heyva Sor a kurd.

 Heyva Sor a kurd

Heyva Sor a kurd rêxistineke di sala 1993’an de hatiye damezrandin û niha li gelek welatên Ewropî yên wek Almanya, Swêd û Brîtanyayê şaxên komkirina alîkariyan hene ku ew rêxistin wek xêrxwaziyê hatiye tomarkirin.

Heyva Sor a Kurd  şaxên wê li Kobanê, Dirbêsiyê, Til Temr, Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Dêrik, Girkê legê  û Şêx Meqsûd hene. Herweha li kampên Hol, Newroz û Roj, li Efrîn û Serêkaniyê jî şaxê wê hebûn, berî ku Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin van bajaran dagir bike. Di dema dorpêçkirina Kobanê de, rêxistinê daxwaza alîkariyên pizîşkî û mirovî yên navdewletî û herwiha vegera karmendên pizîşkî ji bo alîkariyê kir.

Heyva Sor a Kurd çavdêriya vekirina nexweşxaneyeke taybet ji bo pêşwazîkirina nexweşên Kovîd li parêzgeha Hesekê ya sala 2020’an de kir, û karwanên alîkariyê şandin deverên ku li Helebê di encama erdheja Kehreman merhiş de ku di 6’ê Sibat 2023’an de li Tirkiyê û Sûriyê rû dabû.

Piroje

Heyva Sor a Kurd ji bo çalakiyên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê şeş ​​projeyên sereke hene: Projeya Zarokan, Projeya Malbata Xwişk (şeqîqa), Projeya Tenduristiyê, Projeya Alîkariya Lezgîn, Projeya Hevgirtina bi Girtiyan re û pirojeya Hevkariya bi Rêxistinên Alîkariyê yên Heman re.

 Naskirina navneteweyî

Heyva Sor a Kurd niha ji aliyê Federasyona Navdewletî ya Civakên Xaça Sor û Heyva Sor ve nayê naskirin, ji ber ku divê ev rêxistin yekane û fermî ya alîkariyê ya dewleteke serbixwe be û peymanên Cenevreyê pesend kiribe da ku were naskirin. Di sala 2010’an de, Mûdîriyeta Çavdêrî û Xizmetguzariyê ya Eyaleta Rheinland-Pfalz a Almanyayê biryar da ku Heyva Sor a Kurd nikare sembolên Heyva Sor û Xaça Sor bi kar bîne, ji ber ku li her eyaletekê tenê yek komeleya alîkariyê ya ku ji aliyê dewletê ve hatiye pejirandin, destûr daye vê logoyê bikar bînin û ji ber vê yekê rêxistinê li Rheinlandê komkirina alîkariyan qedexe kir.

Hewcedariya Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêxistineke weha re

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşan tên. Di dawiya sala 2012`an de komên çekdar ên girêdayî Eniya El-Nusra û komên din ên çekdar êrişî bajarê Serê Kaniyê kirin. Di wê demê de nêzî 35 hezar kes ji herêmê koçber bûn û rewşa wan ya tenduristiyê gelek xerab bû.” Li vir komeke ji deh kesan ji personelên tenduristiyê û dilxwazan tîmek tenduristiyê ava kirin da ku alîkariya tenduristiyê pêşkêşî koçberên ji herêmên Rojava re bikin. Li Amûdê li hev civiyan û komîteyek bi navê Heyva Sor a Kurd ava kirin. Ji destpêkê ve Heyva Sor karî rola xwe ya bibandor li navçeyên nakok îspat bike û di nava çend mehan de hemû alîkariyên ku digihêştin Rojava, gihan Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurd jî li ser sûdmendan belav kirin, piştre ev kar bi awayekî berfireh ber bi pêşveçûnê ve çû û gelek navend li gelek bajaran hatin vekirin, heyanî ku bi rengekî rêk û pêk ev kar hate birêxistinkirin û Têkiliya Heyv Sor a Kurd berfirehtir bû.

Kar û xebatên Heyva Sor a kurd

Endama Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurd Dilkeş Îsa di derbarê kar û xebatên Heyva Sor de wiha ji Rojnameya Ronahî re rave kir:” Kar û Xebata Heyva Sor a kurd bi awayekî baş û serkeftî tê meşandin û li tevahiya gund, bajar û kampên koçberan û dibin siya rêveberiya xweser de navendên girêdayî Heyva Sor a kurd hatine rêxistinkirin. Navenda sereke jî li bajarê Qamişlo ye.” Herweha 5 navendên rewşên awarte li Dêrik, Hesekê, Qamişlo, Reqa û Menbicê jî hene.

Astengiyên li pêşiya xebatên Heyva Sor a kurd

Di derbarê astegiyan de jî Dilgeş Îsa wiha axaftina xwe berdewam kir û got: Gelek astengî li pêşiya Heyva Sor a Kurd derketin û bi taybet jî di dema şerên li ser van herêmê rûdayî û dorpêça li ser Bakur û Rojhlatê Sûriyê di destpêkê de li Rojava gelek pêdiviyên tenduristî peydadibûn. Di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya tirk û yê ku heyanî roja îro jî bênavber didome û qutkirina avê ji mile dagirkeriya tirk ve  bûne sersebebê ku gelek nexweşî belav bûn, mîna nexweşiya Kovîd-19 û gelek nexweşiyên din, yên ku peydakirina dermanan ji bona wan heyanî astekî zor bû. Ev hemû bûbelat û astengî erk û karê me hîn girantir dikir û zehmetî ji mere derdixistin holê. Di nava zor û zehmetiyên peydakirina pêdiviyên tendurestiyê û rêgirtina rê li hember anîna wan pêdiviyan wek girtina deriyê Tilkoçer û henek sedemên din rewşa heyî hîn aloztirdikir.

Pirojeyên Heyva Sor a Kurd yên demên pêş

Endamê Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurd Dilkeş Îsa di derbarê pirojeyên Heyva Sor a kurd yên di demên pêş de wiha diyar kir: Pirojeyên me yên sereke ew e, ku em bêtir xwe li herêmên awarte û deverên ku pêwîstî li wir pêtir heye, mîna çihên her tim şer û pevçûn rûdidin, cihên ku pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye, cihên ku erdhej û şewatên mezin lê çêdibin û em hewil didin ku ekîpên me ji bo van rewşan her tim hazir û amedebe. Herwiha li bajarê Qamişlo dest bi avakirina  nexweṣxaneyeke taybet girêdayî nexweşiya penceşêrê hatiye kirin. Weke din jî du beşên wê yên din jî hene, wek beşa şewatê û beşa girêdayî zarokên telasîmiya re, û wê ew jî di dema pêş de werin vekirin. Weke din jî pirojeyek me ji bo parastina sivîlan bi taybet jî li Efrîn û Şêxmeqsûd heye. Herwiha em kar dikin ku gelek endamên me yên xwebexş û perwerdekirî û ji tevahî  rewşên zehmet û lezgîn re her tim amedebin.