Rojnameya Ronahî

Di Efrînê De Siyaseta Qirkirinê berdewam e

Di Efrînê de pênasekirina mirovahiyê êdî nema ye. Gelê resen li hember mal û milkê xwe bi hesret dimîne û dimre. Komên çeteyan di bajarê Efrîna dagirkirî de tu reng û cureyên kiryar û kuştinê nehiştin û nekirin.

Zana Roj/ Şehba

Dagirkeriya Tirkiyê û komên Çeteyên di hundir Efrînê de hemû wehşiyet û hovîtiya xwe pêk anîn. Li hember cîhana ku ker û lal  e. Zarok, jin, pîremêr, ciwan û mirovahî tê kuştin. Derveyî kiryar, sûc û diziya ku li ser mal û milkê gelê resen tê kirin. Êdî hemû nirx û têgînên mirovahiyê li ser destê çeteyan tên windakirin.

Bi sala ye dizî, kuştin, revandin, destdirêjî, îşkencekirin, binpêkirin û desteser kirin tên kirin. Gel li hember erd û malên xwe bi hesret man e. zêdetirî 5 sala ye komên çeteyan berhemên zeytûnên gel ji nîvî zêdetir talandikin. Bê guman ev yek bi darê zorê û di bin gefan de tê kirin. Gel ji tirsa wan re êdî nikare serî rake û ji bona mafê xwe bang bike yan jî xwedî li mal, milk, can û namûsa xwe derkeve.

Li kêlek ewqas hewildanên dagirkeriya Tirkiyê ya ku dixwaze dagirkeriya xwe di Efrînî de rawa û mayînde bike. Lê tişta ku bi destê faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan ve tên kirin, nayên veşartin. Li gorî rêxistina Mafê Mirovban Efrîn Sûriye kiryarên dagirkeriyê ji meha 11 an û bi destpêkirina mewsima zeytûnan re bi awayekî herî hovane hatine kirin.

Melek Xelîl bi hesreta mal û zeytûnên xwe jiyana xwe ji dest da

Hemwelatiyê Efrînî yê bi navê Melek xelîl yê 63 salî. Ji gundê Elî Jaro yê girêdayî navçeya Bilbilê. Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan ve di dîroka 18’ê Adara 2018 an ve. Mal û zeviyên zeytûnan yê dayîka melek ji aliyê kesekî bi navê “Esmer” yê girêdayî çeteyên Bazên Bakur yên weke Artêşa Watanî tên pênasekirin hatine desteser kirin. Ji 5 salan ve dayîka Melek daxwaza heqê xwe dike, lê belê bê çare dima. Herî dawî komên çeteyan dayîka Melek bi kuştinê tehdîd kirin. Dayîka Melek a Efrînî li mala mirovên xwe di gund de dima. Di dîroka 5- 11- 2023 an de komên çeteyan êrîşî dayîka Melek kirin û di encama tirs û tehdîdê de dayîka Melek bi kirîza dil jiyana xwe ji dest da.

Hat xuya kirin ku dayîka Melek gotibû piştî ew bimre. Ew dixwaze ji mala wê derkeve û bê oxir kirin.

Zelûx Reîşd

Çeteyên Sultan Suleyman Şah El Emşat bi rêveberiya “Mihemed Cesêm” yê bi nasnav Ebu Emşê. li ser hemwelatiyek ji Efrînê yê bi navê Zelûx Reşîd yê 60 salî ku ji gundê Senarê yê girêdayî navçeya Şiyê baceyek bi 8 hezar milyon ferz kir da ku bikaribe zeviyên zeytûm û hinarên xwe ji nû de bigire. Bi vê hejmara mezin ji pereyan û desteserkirina çeteyan li ser milkê wê kirîza mejî re derbas bû. Weke ku hatiye diyar kirin niha dayîka Zelûx li nexweşxaneyekê li bajarê Efrînê dimêne û rewşa wê ne diyar e.

Diktur Osman Mixtad Henan   

Her wiha “Elî Nasêr” yek ji çeteyên Artêşa Watanî ya Sûrî, yê ku li ser haciza gundê Kemrûkê yê girêdayî navçeya Mabata dimîne. Di dîroka 4- 11 an de, destdirêjî li diktur Osman Mixtad Henan yê 72 salî yê ji gundê Badîna kir. bi hinceta piştgiriya Berxwedaniya Xaza yê ku ciwalên zeytûnan bide. Lê ji ber diktur ev yek qebûl nekiriye, hat lêdan kirin. hêjayî bîranênê ye ku berê diktur hatiye girtin û bi baceyek ji pereyan hatibû berdan.

Mistefa Omer Hisên û qutkirina daran

Dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan bi kiryarên xwe yên dij mirovî û bê exlaqî yên li dijî gelê resen di Efrînê de bi armanca talankirina jiyana wan berdewam in. komek ji çeteyên Artêşa Watanî “Çeteyên El Hemzat” bi rêveberiya Seyîf Ebû Bekir. Yên li ser gundê Eyn Darê serwerin. Di heftreya derbasbûyî de nêzî 128 darên cur be cur û 100 darên zeytûnê yê hemwelatiyê Mistefa Omer Hisên yê ji gundê Kurzêlê ku wewke muxtar li gundê Eyn Darê hatibû erkdar kirin Qut kirin.

Rêvebrê çeteyan “Ebû Xalid” yê navenda navçeya Reco yê, mixtarên tavahî gundên girêdayî Reco kom kirin ji bo tekezkirina kesên ku ji Efrînê derketine û ji nû de vedigerin. Ji bona ku bi wan re lêpirsîn bê çêkirin, her wiha baceya pereyan jî were dayîn û nasnameyên wan bên çêkirin.

Her wiha komek çeteyan yên çekdar di dîroka 6- 11 an de, nêzî 10 ciwalên zeytûnan yên hemwelatiyên gundê Qestel Kêşk yê girêdayî navçeya Şeran kirin. Navê xwediyê zeytûnan wiha ne “Hisên Xelîl, Ebdil Menan Mixtar, Mistefa Mixtar” her wiha çeteyan hejmarek ji darên wan qut kirin û firotin