Rojnameya Ronahî

Çareseriya pirsgirêka Kurd xweseriya demokratîk e

Ji remanê Rêber Apo

Mirov dikare çareseriya xweseriya demokratîk bi du riyan pêk bîne: Ya yekê, li ser bingehê

lihevhatina bi dewletên netewe re ye. Çareseriya wê ya berbiçav bi destûra bingehîn a demokratîk tê îfadekirin. Ji mîrateya civakî-dîrokî ya gel û çandan re rêz digire. Azadiya rêxistinî û xweîfadekirinê ya van mîrateyan ji mafên bingehîn ên destûrî yên dest ji wan nabe dihesibîne.

Xweseriya demokratîk prensîba bingehîn a van mafan e. Şertên sereke yên vê prensîbê ew in, divê dewleta netewe ya serwer dest ji her cure polîtîkayên îmha û înkarê bikişîne û neteweya bindest jî divê fikra xwe ya avakirina dewletoka xwe ya netewe biterikîne. Heta herdu netewe van meylên xwe yên dewletparêz neterikînin, zor e ku projeya xweseriya demokratîk were pêkanîn. Welatên Yekîtiya Ewrûpayê di encama ezmûna xwe ya dewleta netewe ya ji sêsed salî zêdetir de qonaxa gihiştinê ew e, di çareserkirina pirsgirêkên herêmî, neteweyî û hindikayî yên dewleta netewe de modêla herî baş xweseriya demokratîk qebûl dikin. Li derveyî vê riyê hemû riyên din an pirsgirêkan paş ve dixin û bi vî awayî xetimînê xurt dikin an jî rê li ber şerên dijwar û ji hev dûrketinê vedikin. Dîroka pirsgirêkên neteweyî bi mînakên bi vî rengî tijî ye. Welatên Yekîtiya Ewrûpayê şêst salên xwe yên dawiyê di nava dewlemendî û xweşhaliyê de derbas dikin.

Ji ber ku kengî xweseriya demokratîk qebûl kirin, karîbûn bi helwestên nerim û afirîner nêzî

pirsgirêkên neteweyî, herêmî û hindikayiyan bibin. Lê li cem Komara Tirkiyê berevajiyê vê dibe. Bi polîtîkayên îmha û înkarkirina Kurdan dixwazin dewletdariya netewe temam bikin. Ji ber vê yekê Komar anîn ber jihevdeketinê, rê li ber pirsgirêkên mîna çiyan vekirin, kirin ku timî rewşa krîzê hebe, her deh salan carekê serî li darbeyên eskerî didin û Komar xistin nava rejîmeke şerê taybet ê Gladîo. Eger dewleta netewe ya Tirk dest ji van hemû polîtîkayên bi vî rengî yên hundir û derve û pêkanînên rejîmê bikişîne, bi giştî hemû çandan (çanda Tirk û Tirkmenan jî di navê de) û bi taybetî jî xweseriya demokratîk a hebûna çanda Kurd her ku qebûl bike, wê karibe weke komareke demokratîk û laîk a normal (huqûqî) bigihîje xweşhalî, dewlemendî û aştiya mayînde.

Riya duyemîn a çareseriya xweseriya demokratîk li ser bingehê lihevhatina bi dewletên netewe re nîne, projeya xwe bi awayekî yekalî bi cih tîne. Di çarçoveyeke berfireh de alî û şaxên xweseriya demokratîk bi cih tîne, mafê netewebûyîna demokratîk a Kurdan pêk tîne. Bêguman dewletên netewe yên serwer wê vê riya yekalî ya netewebûyîna demokratîk qebûl nekin û şerê zêde bibin. Di rewşeke bi vî rengî de dewletên netewe çi yek bi yek çi jî bi awayekî hevpar (mînak Îran-Sûrî-Tirkiye) wê êrîş bikin. Li hemberî van êrîşan gelê Kurd ‘ji bo hebûna xwe biparêze û ji bo bi awayekî azad bijî neçar e ku bikeve pozîsyona şer û seferberiya topyekûn.’ Eger di nava şer de lihevhatineke muhtemel bibe yan heta serxwebûn çêbibe, li ser bingehê xweparastinê wê bi tevahî şaxên netewebûyîna demokratîk bi hêza xwe pêş bixin, pêk bînin û wê di vê de texsîr nekin.