Rojnameya Ronahî

Salvegera Qirkirina Dêrsim û Amûdê

Ahmed Aktaş

Di meha Mijdarê de, 2 êrîşên qirker ên xedar li Kurdistanê pêkhatin e: 1-Di 15’ê Mijdara 1937an li DÊRSIMÊ, 2-Di 13’ê Mijdara 1960’î de li Sînema AMÛDÊ!

Divê em bi bîrbînin, ne tenê li Bakur û Rojava êrîşên qirkerî li ser gelê me yê Kurdistanê pekkhatiye, belê li her çar parçeyan jî dewletên qirker êrîşên qirkirina nasnama gelê Kurdistanê pêkanîne.

Her wiha ne bi tenê li ser gelê Kurd, belê li ser hemû gelên Kurdistanê û pir gelên din ên li Enedolê jî de qirkirin pêkanîne. Mînak; gelên Ermenî, Suryanî, Rûm, Pontûs, Laz û hwd.

Berî çend rojan dewleta Tirk, avakirina 100 saliya KOMARA xwe, bi şahî pîroz kirin. Helbet hêvî nayê kirin ji dewletek wisa mêtinger û xwînxwar, ku wê bahsa komkujî û qirkerinên xwe bike.

Di vê gotarê de, li gel qirkeriya Dêrsimê û Amûdê, dê şîrove li ser siyaset û kiryarên her çar dewletên dagirker û qirkerên Kurdistanê were kirin.

Di serî de pir aşkere tê dîtin ku, di vê sedsalê de, pêşengtiya vî karê qirêj, bi giranî dewleta tirk kiriye û nuha jî, heman siyaseta kirêt bê navber dide meşandin.

Hema bi tenê di vê 100 salê de çend mînakên sereke yên Bakur; berî Dêrsimê(şehadeta Seyid Riza û hevalên wî), li Palûyê, Amedê(Şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî), li Agiriyê, Sasonê, Geliyê Zîlanê û hwd.

Yên Rojhilat; li Mehabadê/Seblaxê rûxandina Komara Kurdistanê(şehadeta Qazî Mihemmed û hevalên wî). Yên Rojava; li Amûdê(bi şewitandina sînemayê şehadeta 283e xortên xwedekarên Kurd). Yên Başûr; li Helebçê, Enfal û hwd.

Êrîşkariya li her çar parçeyan û heta li derveyî welat, çawa birêve dibe li ber çava ye. Erê, ne bi tena serê xwe dike, belê bi her sê dewletên din ên dagirker re, bi hevkarî û koordineyî vê siyaseta qirker dide meşandin, lê ew pêşengiyê dike. Her wiha, divê hevkarî û destûra dewletên serwerê cîhanê jî neyê jibîr kirin.

Mijarek din a balkêş ew e ku: Ev dewleta ewqas ketiye nava her cûre karên dijî mirovahiyê, weke mafya, kujerî, tiştên hişbirinê, dizî, talan û li ser van xalan hemûyan, her roj êrîşên qirkirine li ser gelê Kurdistanê pêk tîne, bê eyb û şerm, xwe dostê gelê Filistîn û neyarê Israilê nîşan dide!

Dîsa bê eyb û şerm, sûcê ku Israil pê gunehbar dike, sed caran ji wan sûcên Israil xerabtir, R.Erdogan li ser gelê Kurdistanê pêk tîne. Ev rûreş, bi derewan gefan li Israil dixwe, lê di cîhanê de bazirganê 3an e li gel Israilê! Her nuha jî, rojane 7 keştiyê bazirganiyê ji Tirkiyê diçe Israilê.

Careke din aşkere dibe ku, rêya herî rast hevalbendiya herî rast, ne ya bi dewletan re ye, hevalbendiya rast û hevkariya cewherî û ji dil a gelan ku bi hev re dikin e.

Di encamê de hevalbendiya herî rast û ji dil, a gelê Kurdistanê û gelê Filistînê ye. Her wiha divê her du gel jî, ji serpêhatiyên xwe yên dîrokî; him ji qirkeriyên hatine serê xwe û him ji xiyanetên xwe jî dersan derxin.