Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêngava azadiya Rêber Apo wê bi serkeftinê tacîdar bibe’

19/11/2023
in Uncategorized
A A
‘Pêngava azadiya Rêber Apo wê bi serkeftinê tacîdar bibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê kurd û azadîxwazên cîhanê pêngaveke cîhanî dan destpêkirin, her ku çû pêngav berfirehtir bû û li tevahiya cîhanê belav bû. Gelê Efrên û Şehbayê jî piştgiriya xwe ji pêngavê re anîn ziman û tekez kirin ku heyanî serkeftinê wê berxwedan berdewam be.

/ Şehba Zana Roj

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ku di bin dirûşmeya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirisgirêka kurd re çareseriya siyasî”, li çar aliyên cîhanê çalakiyên piştgirî û mezinkirina vê pêngavê hatine li darxistin. Li  ser vê esasî hemû gelê Kurd di xeta têkoşîn û gihandina vê pêngavê ji bo armancên wê rabûne ser piyan û dest bi çalakiyên berfireh li ser asta cîhanî û herêmî kirine. Gelên Bakur û Rojhilatî Sûriyê jî bi hemû pêkhateyên xwe tevlî vê pêngavê bûne. Li herêma Şehbayê jî gel ji bo piştgiriya pêngavê çalakiyên xwe didomînin.

Derbarê pêngava azadiya Rêber Apo welatiyên li herêma Şehbayê ji rojnameya me re axivîn.

`Pêngava azadiya Rêber Apo wê bi serkeftinê tacîdar bibe’

Jina bi navê Bedîa Mislim diyar kir ku pêngava azadiya Rêber Apo wê bighêje armnaca xwe û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan xeta azadiya cîhanî ji bo tavahî cîhanê û mirovahiyê diyar kir. Felsefeya Rêber Apo ya azadî û demokrasiyê wê bi rihê gelên azadîxwaz yên ku gihîştine wê heqîqetê bi ser bikeve. Ji ber vê yekê doza Rêber Abdullah Ocalan û ya gelê Kurd derbasî navnetewî bûye, ji ber vê yekê ev pêngav wê muheqeq serkeftinê bîne. Pêngava azadiya Rêber Apo wê bi serkeftinê tacîdar bibe. ”

`Xeta têkoşînê wê neyê berdan`

Her wiha Bedîa anî ziman ku bi îdeolojiya Rêber Apo ew gihîştin rastiya azadiya jinê û wiha domand: “Rêber Apo di rastiya jinê de kedeke bê hempa da û têkoşîna jinê ya ji bo azadiya xwe birêve bir, ji lewra jinên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez û Turkmen bê ferq û cudahî di neva vê têkoşînê de hewandin. Di roja îro de bi hezaran jin li ser xeta Rêber Apo dimeşin, her wiha guhartin û veguhartinên dîrokî di civak û hişmendî de avakirin. Her çi bibe bila bibe emê dev ji têkoşîn û xeta azadiya rêber Apo bernedin”.

`Bi têkoşîna ciwanên Apoyî wê serkeftin misoger be`

Ciwanê bi navê Fihmî  Mihemed jî destnîşan kir ku têkoşîna 50’î salî bi ciwanên Apoyî hat destpêkirin û wê doza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser mile wan be û wiha got: “Di asta yekemîn de destpêkirina vê têkoşînê bi ciwanên welatparêz yên xwedî helwest hat destpêkirin. Di oxira vê têkoşînê de bi hezaran bedel hatin dayîn. Li ser wê bingehê di berdewamkirina têkoşîna 50 î salî de wê her bimîne doza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ya gelê Kurd li ser milê  ciwanên Apoyî. Bi vê helwestê em tevlî tavahî pêngavên ku hatine destpêkirin dibin”.

Fihmî bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em banga tavahî gelê azadîxwaz û yê Kurd li çar aliyên cîhanê dikin ku tevlî meşa azadiyê bibin. Bi taybet ciwanên Kurd yên ku bingeh û stûna civakê ne divê bi enerjî û helwestên xwe yên hember dagirkerî û faşîzmê rabin ser piyan û doza gelê Kurd geş bikin.”

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.