Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kar û xebatên Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser

19/11/2023
in Uncategorized
A A
Kar û xebatên Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser
Share on FacebookShare on Twitter

 Reşo Mihemed/Qamişlo

Berdevkê Giştî yê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Kemal Akif da zanîn ku Desteya Têkiliyan bi riya zêdeyî 7 nûnertiyên xwe yên li Ewrop û welatên Erebî kar û xebatên îstratîjîk didin meşandin.

Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser yek ji saziyên ku erka wê ya sereke, xurtkirina peywendiyan bi welatên cîhanê re ye. Armanc ji van peywendiyan jî pêkanîna danûstandinên diblomasî  û xurtkirina aliyê siyasî yê Rêveberiya Xweser e. Li aliyekî din jî pêşwazîkirina şandeyên ku ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mijarên cuda serdana Rojava û Sûriyê dikin.

Di heman demê de Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser gelek kar û xebatên din dide pêşiya xwe, lê niha bi awayekî taybet ji bo danasîna pergala Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya Netewa Demokratîk  peywendiyên xwe li ser asta cîhanî xurtir dike. Herwiha ji bo dadgehkirina dagirkeriya Tirk li ser sûcên wê yên dijmirovî  û çareserkirina pirsgirêka çete û malbatên DAIŞ’ê  yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Desteya Têkiliyên Derve gelek danûstendina dike.

Girêdayî kar û xebatên diblomasî yên Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiy Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdevkê Fermî yê Desteya Têkiliyên Derve, Kemal Akif ji rojnameya me re axivî.

 ‘Bi riya zêdetirî 7 nûnertiyan xebatên diblomasî tê meşandin’

Kemal Akif da zanîn ku ji bo pêşxistina kar û xebatên doblomasî,  Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser zêdeyî 7 nûnertiyên xwe li welatên cîhanê vekirine û wiha domand: “Kar û xebatên me yên diblomasî di asteke berfireh de tê meşandin, ev xebat jî li ser asta cîhanî ye. Hêjayî gotinê ye ku kar û xebatên me li zêdetirî 7 welatên Ewropî û Erebî ji aliyê nûnertiyên me yên li wir ve tên meşandin. Di serî de em bi hemû hêz û vîna xwe  ji bo qeblkirina  Rêveberiya Xweser û xurtikirina  pergala wê kar dikin. Herwiha em pirojeya Netewa Demokratîk weke riya çareserkirina kirîza Sûriyê didin destnîşankirin û xebatên me jî di vî warî de bi berfirehî tên kirin. Di heman demê de jî xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmên me û girîngiya dadgehkirina wan li ser asta navdewletî tê parvekirin. Li aliyekî din jî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku gelên me hedef digre bi riya têkliyên diblomasî ji raya giştî ya cîhanê re tên eşkerekirin.”

‘Pirojeya Rêveberiya Xweser, riya rasteqîne ya çareseriya kirîza Sûiriyê ye’

Akif diyar kir ku pirojeya Netewa Demokratîk pirojeyeke rasteqîn e ji bo çareseriya kirîza Sûriyê û wiha got: “Kirîza Sûriyê sala xwe ya 12’emîn derbas kiriye, ev kirîz jî hîn berdewam e û her ku diçe rewşa gelên Sûriyê aloztir dibe. Di dirêjahiya 12 salan de tu hêz an dewletek nikarîbû bibe bersiv ji bo çareserkirina vê kirîzê. Lê îro Pirojeya Rêveberiya Xweser weke riyeke bingehîn û rasteqîn e ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û gelên wê. Pirojeya Netewa Demokritîk, ji bo yekîtiya gelên Sûriyê û pêşerojeke azad  û bi ewle, îro xwe isbat dike, herwiha em jî li ser vê bingehê vê pirojeyê pêşkêş dikin. Rêveberiya Xweser hertim armanca wê ew e ku yekîtî, aramî û aştiyê di nav gelên Sûriyê de were avakirin û ji bo van mijaran jî xwedî piroje ye. Lê dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêveberiya Xweser, piroje û armancên wê derdikeve. Di heman demê de ewlekariya giştî, armancên rêveberiyê, gelên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê, herwiha binesaziya wê hedef digre.”

‘Dagirkeriya Tirk nahêle çeteyên DAIŞ’ê werin dadgehkirin’

Berdevkê Giştî yê Desteya Têkiliyên Derve, Kemak Akif destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk astengiyan derdixe pêşiya pêvajoya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê û wiha anî ser ziman: “Girêdayî dosiya çeteyên DAIŞ’ê û dadgehkirina wan karê diblomasî tê kirin, hejmareke mezin di girtîgihên Rêveberiya Xweser de hene. Çeteyên DAIŞ’ê gelek sûcên kuştin û talankirinê di derheqê gelên Sûriyê de kirine bi taybetî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di roja me ya îro de pêwîstiyeke mezin bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê heye. Rêveberiya Xweser jî xeteriya DAIŞ’ê û pêwîsiya ku ev çete werin dadgehkirin  bi dihê caran di daxuyanî, civîn û hwd… de bi bîr xistiye. Herwiha derfetên  Rêveberiya Xweser ji bo dadgehkirinê  heye û dixwaze ev dadgehkirin li ser asta navdewletî were pêkanîn. Lê dagirkeriya Tirk hertim astengiyan ji bo vê dadgehkirinê çêdike. Ew bi çi awayî be nahêle pirojeya Rêveberiy Xweser ya ji bo dadgehkirina DAIŞ’ê pêk were. Dema ku dadgekirin pêk were, bêguman wê rastiya dewleta Tirk a dagirker were kişfkirin. Ji ber vê yekê jî êrîşî herêmên me dike û bi vî şêweyî hebûna çeteyên DAIŞ’ê mayînde dike. ”

Post Views: 100
ShareTweetPin

Herî Dawî

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.