Rojnameya Ronahî

Ji Zîlan heya Rojhat Zîlan û Erdalan

Zozan CIZÎRÎ

30’ê Hezîrana 1996’ê jineke xwediyê lêgerîna jiyaneke mezin bi zanista rêya azadbûn û xwe avakirinê di şer re derbas dibe, li hemberî plangeriyên qirêj ên hêzên desthilatdar ên zilamperest li navenda bajarê Dêrsima ku hîn jî bi jana birînên Komkujiya 1938’an a dewleta Tirk dikeliya, çalakiyek mezin lidar dixe. Ev hevrê Zîlan bû ku bi çalakiyek mezin derb li jiyana di bin desthilatê de xist, ji aliyê wateyî ve wekî xeta azadiyê, wekî xeta gel bilind bû û bi avabûna hezaran Zîlanan nemir bû. Hevrê Zîlan bi fikir û çalakiya xwe bû nasnameya jina azad. Wekî Rêber Apo gotî, Zîlan îro ne kesek e; Ew xeteke îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û çalakiyê ye. Ew şêwazekî jiyanê ye, şêwazekî şer e, şêwazekî serkeftinê ye.

Ev rastiyek e; jiyana hêsan, jiyana bindest, jiyana bi tirsonekî tu qîmeta xwe nîn e. Lewre jiyana di encama ked û berdêlên mezin de were qezenckirin, nirxê xwe mezin e. Kesên ku bi eşq û evîn zehmetiyên mezin derbas dikin, dikarin mezin bijîn. Îro bi taybet li Kurdistanê, her wisa di nav beşek ji civaka mirovahiyê de ev bûye felsefeya jiyana watedar.

Belê, li ser xeta Zîlan bi hezaran Zîlan rabûn wek Rojbîn Ereb, Şaristan Cizîrî, heya duh Rûken-Sara, niha jî Rojhat Zîlan-Erdal Şahîn! Her yek wek topeke agir di nav dil û mêjiyê dijmin de teqiya. Hevrê Zîlan di nameya xwe de ji bo Rêber Apo digot, “Ji bo ked û hewldanên We yên bêdawî yên ji bo me, em canê xwe jî bidin hindik e. Xwezî ji derveyî canê me jî tiştên me bida hebûna. We, bi jiyana xwe gelek ji nûve afirand. Em eserên We ne. Hûn temînata hemû gelê Kurdistanê û pêşeroja mirovahiya cîhanê ne. Jiyana We hezkirin, cesaret, bawerî dide me û me birûmet dike.” Hevrê Rojhat Zîlan jî di nameya xwe de ji bo Rêber Apo dibêje, “We em afirandin. Ji bo em wek însanan bijîn We êş girt ser xwe, ji bo em bibin civak Hûn bi tenê man. PKK ku eserê We ye û têkoşîna me ya azadiyê ya di pêşengiya PKK’ê de pêş dikeve, li her aliyê cîhanê dikare şerekî mezin ji bo mirovahiyê bigihîne serkeftinê. Meşa me ya azadiyê ji her demê bêhtir bi serkeftinê tacîdar dibe.” Bi rûmeta van Nirxên Mezin ên Azadiyê em dikevin 45. Salvegera Damezrandina PKK’ê.

PKK ku di esasê xwe de çavkaniya têkoşerî û lehengiya jina azad e, dîroka xwe dîroka şerê dijwar a li hemberî hişmendiya desthilatdar-zilamperest a kujerê jinê ye. Ew, xelata Rêber APO û bi hezaran Stêrkên Nemir e ji bo jinan. Her wisa Roja damezrandina PKK’ê 27’ê Mijdarê esas Cejna Vejîna Jina Azad û Mêrê Azad e. Eger îro jin xwedî li hebûn û mafên xwe derdikevin, bi dirûşmeyên “Azadiya Rêber Apo Azadiya Me ye” diherikin meydanên çalakiyê, wateya vê mezin e. Û hêzên Modernîteya Kapîtalîst, dagirker û qirker çiqas hewl bidin PKK’ê reş bikin jî, êdî PKK’ê wek heqîqeteke civaka azad, wekhev û demokratîk di nav dilê milyonan girseyên civakî de bi awayekî qet neyê reşkirin, cihê xwe girtiye.