Rojnameya Ronahî

Kongra Star a Kantona Hesekê plansaziya xwe ya 2024`an eşkerekir

Birûc Qamişlo/Qamişlo

Kongra Star li Kantona Hesekê civîna xwe ya salane li dar xist û plansaziya sala 2024`an da eşkerekirin. Korînasyona  Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd diyar kir ku bi sala nû re ew ê bi asteke bilind û aktîv, her wiha bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî, ji bo azadiya jin û civakê kar bikin.

Kongra Star ji bo nîqaşkirina kar û xebatên vê salê civîna xwe ya salane li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li taxa Mişêrfe ya li kantona  Hesekê li dar xist. Her wiha bi tevlîbûne Nûnerên rêxistinên jinan ên qadên siyasî, leşkerî û civakî civîn pêk hat. Di civînê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî jinan hatin xwnedin. Di heman demê de rewşa rêxistinî, siyasî, rapora salê, rewşa jinan, plansazî û bernameya sala bê hatin nerxandin û xwendin. Her wiha ji bo sala 2024`an plansaziyên xwe dan eşkerekirin.

Derbarê civîne salê û pilansaziyên sala bê ya Kongra Star, herwiha roja cîhanî ya têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, kordînasiyona Kongira Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd ji rojnemeya me re axivî.

Rîma Mehmûd diyar kir ku beriya civîna salê ya Kongira Star, wan ji 1`ê Îlonê ve li  11 bajarên girêdayê Kantona Hesekê civîn li dar xistin û wiha domand: “Bi armnaca nîqaşkirina kêmasiyên ku di vê salê de derbas bûn, herwiha pêşinyarên ji bo plansaziya sala nû, bi tevlîbûne mecilsên bajaran me civîn li dar xistin. Di nava vê sale de bi 100`an semîner, perwerde û çalakî li Kantona Hesekê hatin li dar xistin. Herdemê  dîrok xwe dubare dike, di asta jinê cîhanê de ku ewqasî tundî li ser hatiye meşandin û hîn jî dewam dike.  Bi şroşa Rojava re ku bi şoreşa azadiyê tê naskirin jinan bi hemû hêz û îradeya xwe rabûn ser piyan, edî hêzên faşîst di aliyên siyasî, leşkerî û aborî de jinan  dikin hedef, herwiha  dixwazin îradeya jinan  bişkînin û wan bikin koleyên xwe.”

Astengî

Rîma wiha berdewamî da axaftine xwe û got: “Gelek caran em astengiyan dibînin, civîna me a salane jî di demekî de pêk hat ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Suriyêde bi dijwarî dihatin meşandin. Di êrişên 5`ê Cotmehê de ku dagirkeriyê binesaziya herêmê kir hedef, armanc jê têkbirina îradeya gelên herêmê bû. Lê em tu carî nakevin û em ê li berxwe bidin, gel bi xwe jî dizanin ku ev şer ji bo çi ye, her wiha nîqaşa me di civakê de ewe ku çawa gel xwe bi rêxistin bike  û xwedî li şoreşa xwe derkeve. Di heman demê de li gor van êrişan giran em kar û xebatên xwe bi îradeyekî xurt dimeşînin.”

Kar, xebat û plansazî

Rîma Mehmûd da xuyakirin ku ji bo sala 2024’an Kongra Star li kantona Hesekê plansaziya xwe eşkere kiriye û wiha got: “Li kantona Hesekê  Akadimiya bi nave şehîd pirwîn hat vekirin. Di Akademiyê de pêwîst bû ku 10 perwerde ji zilaman re werin dayin lê 11 perwerda hatin dayin. Hedefa ewe ku em xwe bighînin jinan ji hemû aliyan ve, ji ber ku kuştina jinan di dema dawî de bi taybet sala 2022`an de li Kantona Hesekê nêzî 20 jin hatin kuştin, ji ber vê yekê komîte wê bên avakirin û mal bi mal wê zagona malbatî were belavkirin û xwendin, daku bi jiyaneke rast tevlî bibin û di heman demê de rest nêzî jinê bibin ku tundî li ser neyê meşandin. Herwiha li gorî planên me wê navendek ji astengdaran re were vekirin. Ji bilî van jî pilansaziyên me yên sala bê wiha ne; şopandina çalakkirina komînên jinan, çalakkirin hebûna jinan di dozgeriya giştî ya Zirgan, Arîşê û Hesekê de, vekirina navendên Kongra Star li Holê, Um Huceyre û Gola Xatûniye, perwerdekirina zarokan li tevahî herêman, zêdekirina hejmara endamên jin di komîteyên perwerdeyê de.”

‘Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî wê zihniyeta 5 Hezar sal têk biçe’

Kordînasiyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd da zanin ku 25`ê Mijdarê roja cîhanî Ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye, herwiha pêwîste bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bi ser bikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi derketina felsefe û ramanên Rêber Apo ku xwedî li azadiya jinê derket, jin jî xwe perwerde kir, bi kesayet û hêza xwe ye afirîner bawer bû, her wiha di asteke pir bilind de derket pêş, ev jî  bi tekoşîn û berxwedanê pêk hat. Dema ku em dibêjin 25`ê Mijdarê bi hezaran jin û mêr derdikevin meşan û bi hevre dirûşmeya Jin Jiyana Azadî bilind dikin. Ev jî dide xuyakirin ku êdî jin ji hemû aliyan ve tê qebûlkirin û ew zehniyeta 5 hezar sal ber bi tunekirinê ve diçe.”