Ayşa Silêman/ Qamişlo
Bi armnca parastin û rêxistinkirina jin û civakê li Rojava, di sala 2015’an Hêzên Parastina Civakê ya Jin (HPC-Jin) hat damezrandin. Jinên ku bûn afrînerên şoreşê bi tevlîvbûna nava HPC-Jin xwedî li destkeftiyên şoreşê derkevin û têkoşîna jinan bilindtir dikin.
Bi Şoreşa Jin a bi dirûşim û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk hat, jin ji qadên siyasî û civakî heyanî qada leşkerî di her warê de xwe birêxistin kirin, her ku diçe hêz û birêxistinbûna xwe xurttir dikin. Bi Hêzên Parastina Civakê ya Jin (HPC-Jin) a bi armanca parastina jin û civakê hat avakirin, jinên ku bûn afirînerê Şoreşa Jinê xwedî li destkeftiyan derdikevin di her warê de têkoşîna xwe bilind dikin.
Yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava avakirin Hezên Parastina Civakê ya jin bû, ji destpêka demezrandina wê ve di sala 2015’an hejmarek mezin ji jinên Rojavayê Kurdistanê tevlî wê bûn. Destpêkê li hemû bajar û navçeyan di nava komînan de ji bo danasîna xweparastinê civîn hetin li darxistin û li ser wê bingehê HPJ-Jin hat avakirin.
Derbarê kar û xebatên Hêzên Parastina Civakê ya Jin (HPC-Jin) Rêveberiya wê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Zeyneb Baran ji Rojnameya me re axivî.
Girîngiya tevlîbûna jinê di nav HPC-Jin de
Zeyneb Baran diyakir ku piştî naskirina jinê ji istratîjiyê parastinê re, êdî beşek ji jinan cihê xwe di nav vê hêzê de girt û mekanîzmaya xwe ya xebatê da avakirin û wiha got: ” Jinê di nav civakê de isbat kir ku dikare parastina xwe him di aliyê leşkerî de bike û him jî ji aliyê zihniyeta ku bi salan li ser jinê hatiye ferizkirin ku li hemberî wê têkoşîn jî bike, li kêlek vê yekê jî jin dikare hebûn, çand, ziman û nasnameya xwe biparêze bi rengê xwe, dema ku li azadiya xwe bigere. HPC-Jin di nava xwe de ev rastî da avakirin û pêşxist, di heman demê de li ser esasê wê xwe pêşxist, xwe perwede kir û xwe birêxistin kir, herwiha jinê karîbû xebatê berfireh bide meşandin û hijmareke mezin ji wan tvlî vê qadê bûn, di heman demê de asta jinê bi riya vê qadê bilin bû. Jinê karî bi rêya vê hêzê malbata xwe jî birêxistin bike li ser bingeha parastinê, ji ber ku heta em wek civak û bi taybet jin bighên azadiya xwe şert û mercê wê yê yekemîn divê bingehê parastinê were pêşxistin. Herwiha pêşxistinên ku HPC-Jin bi xwe re anî bi taybet di mijara têkoşîna li dijî zihniyeta heyî de, di parastina welat, zimanê dayîkê û nirxê Şoreşa heyî de roleke mezin lîst.”
Kar û xebatên HPC-Jin
Zeyneb Baran da xuyanîkirin ku ji bo parastina şoreşê avakirina parastinê pêwîste û wiha got: “Di beşa parastinê de û di hemû qadên me yê heyî de heger jin cihê xwe negire û parastina xwe neke , wê carek din sîstema koletiyê ava bibe. Xebatên HPC-Jin li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê, li ser esasê parastinê û rêxistinkirina jin û civakê tê meşandin. Mekanîzmaya xebatên me li ser esasê ku jin were birêxistinkirin, him di naskirina parastina cewherî de û him di hundirê stratîjiya şerê gelê şoreşgerî de jî ku em çawa xwedî li şoreşa xwe derkevin û em bighêjin armacnên ku me dane li ser mile xwe, tê meşandin. Li ser vî jin perwerdeyê di nava akademiya de dibîne.
Pirojeyên HPC-jin yên dema pêş
Rêveberiya HPC-Jin ya bakur û rojhilatê Sûriyê Zeyneb Baran axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Pirojeya me ya yekem ya ku em têde israr dikin û hemû xebatên me dibin sîwana wê de tê meşandin, ew e ku em bikaribin aliyên xwe yên rêxistinî xurtir bikin û em bikaribin xwedî li Rêber Apo derkevin û bighêjin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, her wiha ji ber ku xebatên me xebateke istatîjîke ji 2015’an de heya roja me ya îro li ser esasê pêşxistina parastinê hatiye pêşxistin û li kêlek wê istatîjiya şerê gelê şoreşgerî em bi rêxistin bikin , ji ber ku em wek şoreşa bakur û rojhilatê Sûriya yê rojane rastî êrîşan tên, pirojeyên me yên dema pêş ku em çawa bikaribin istarîjiya şerê gelê şoreşger di nav civakê de him di aliyê piratîkî de û îdolojî de pêşbixin.”