Rojnameya Ronahî

‘Ji 7 heta 70 salî her kes ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşe’

Hevserokê TEV-DEM′ê li ser çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne lidarxistin got, ev çalakî bi nirx in, ji 7 heta 70 salî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso pêngava cîhanî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” nirxand.TEV-DEM′ê bi çalakiyên cur bi cur beşdarî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkkirina pirsgirêka Kurd bû ku 10′ê Cotmehê dest pê kir.

Xerîb Hiso li ser dema ragihandina pêngavê got: ′′Pêngav girîng e, di pêvajoyeke girîng de hate destpêkirin û bandoreke rasteqîn çêkir. Pêngav dê bi encamên girîng û dîrokî berhem bide, nemaze ku li seranserî cîhanê belav bûye. Ev pêngav gavek ber bi çareseriyê ve ye û li ser asta cîhanê bûye xwedî giraniyeke mezin.”

Hiso anî ziman ku çareseriyên tevahî alozî û pirsgirêkan li cem Rêber Abdullah Ocalan in û wiha pê de çû: “Êdî her kes dizane ku çareseriyên tevahî alozî û pirsgirêkên di serdema me heyî de li cem Abdullah Ocalan in. Rêber Abdullah Ocalan yekane kes e ku ji bo nirxên mirovahiyê tê dikoşe. Çareserî Rêber Ocalan e, berxwedan û têkoşîna wî ya ji bo azadiyê watedar e. Rêber Apo lehengê serdema nû ye.′′

Li gorî Hiso, li cem hêzên navneteweyî çareserî tune ne, lewra şer tercîh dikin ku mirovahiyê bi karesaet û siyasetên qirkirinê ve rû bi rû dihêle. Hiso di dewama axaftina xwe de got: ′′Rêyên çareseriyê li cem hêzên hegemonîk tune ye. Çareserî li cem Rêber Abdullah Ocalan e. Rêber Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo gelên ku ev pêngav dane destpêkirin destkeftiyek e. Wê dengê gel nesekine heta ku dengekî ji Rêbertî bibhîze û rewşa wî nas bike, heta deriyên Îmraliyê li pêşiya şandeyan werin vekirin û tecrîd were şikandin. Her kes ji bo yek armancî an ku ji bo şikandina tecrîdê bûne yek.”

Hevserokê TEV-DEM′ê destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya çareserkirina pirsgirêkên Kurd, Filistîn û pirsgirêka Ermen, Tirkiye  û tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û got: “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê bibe sedema avakirina şaristaniyên azad, demokratîk,  îrade, wekhevî û azadiya jinan e. Dê bibe sedema avakirina kesayetên nû û dê çand û civakan bike yek, beşdarên pêngavê jî li ser van xalên navborî li hev dikin.′′

Li gorî Hiso, pêngav xwe dispêre Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa mirovahiyê ya modern a şaristanî ku bandorek li mirovahiyê kir û li 74 navendên cîhanê deng vedaye. Hiso da zanîn ku pêngav berfirehtir û bi bandortir dibe û got:”Pêngav hêz û têkoşîna xwe ji şoreşê digire, ji ber vê yekê her kes piştgiriya wê dike ku rêya rizgariyê, îrade û siberoja xwe di rihê vê şoreşê de dibîne.”

Hiso bal kişand ser tecrîdê jî û ev nirxandin kir: “Girankirina tecrîdê xetereyê çêdike, her wiha çand û civakên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin, dixe rewşeke tecîrdê. Bi tecrîdkirinê re her kes tê hedefgirtin.  Tecrîd di radeya yekemîn li ser Tirkiye, piştre jî li ser gelan xetere ye. Dema ku Tirkiye vê xetereyê nabîne tecrîdê wekî amûrekê kuştin û dagirkiriyê ya bi feraseta faşîst bi kar tîne, mirovahî berdêlên wê didin. Di siberojê de jî wê dewleta Tirk berdêlên giran bide, ji ber ku faşîzm ne cihê çareserî ye, lê belê cihê afirandina aloziyên aborî, civakî, siyasî û leşkerî ye ku dema tengav dibe êriş dike.”

Hiso anî ziman ku berdêl çi dibe bila bibe, divê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan were şikandin û got, li ser asta Kurdistanê jî divê her kes têkoşîna li dijî tecrîdê erkeke neteweyî û exlaqî bibîne û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebite.

Xerîb Hiso bal kişand ser çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di çarçoveya pêngava cîhanî de û got: “Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojekê jî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan nesekiniye, ev cihê spasdarî û rêzdariyê ye. Ji 7 heta 70 salî her kes têkoşînê dike. Kon tên vedan û panêl tên lidarxistin. Ev çalakî bi nirx û watedar in. Tu gelî mîna  gelê li vir ji bo azadiya Rêberê xwe  kar û xebat nekiriye. Ev çalakbûn asta piştevanî, îşqa mezin a ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan ê ku bi gelan re bû yek, nîşan dide. Bi vê îşqê û bi vê hezkirin, bi rihê berxwedanê gel bi Rêber Abdullah Ocalan re yek e.”

Hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina çalakiyan, lidarxistina panelan û avakirina têkiliyan bi civakên derveyî welat re kir.