Hemza Sêvo/ Qamişlo
Pirtûka nivîskar Diyar Buhtî ya bi navê ‘Bi Çavekî Cuda Ehmedê Xanî’ ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê û bi hevkariya Weşanxaneya Şilêr li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo hat îmzekirin.
Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê û bi hevkariya Weşanxaneya Şilêr pirtûka nivîskar Diyar Buhtî ya bi serenavê ‘Bi Çavekî Cuda Ehmedê Xanî’ bi amadebûna gelek nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, xwendekar û kesayetên cuda bi çalakiyeke wêjeyî hate îmze kirin.
Buhtî berhema xwe ya nû ya girêdayî danasîn û şîrovekirina nirxandinên Ehmedê Xanî yên têkldarî felsefe, civak, desthilatdarî, afrandina hebûnê û hwd… piştî xebata 2 salan bi dawî kir.
Pirtûka‘Bi Çavekî Cuda Ehmedê Xanî’ yek ji berhemên nivîskarê kurd Diyar Buhtî ye, ku ji aliyê Weşanxaneya Şilêr ve hatiye çapkirin û hejmara rûpelên wê jî 355 rûpel e.
Çalakiya îmzekirina pirtûka nivîskar Diyar Buhtî bi xuleyeke bêdengiyê li ser giyanê şehîdan hate destpêkirin. Piştî wê jî hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Ebûd Mexso diyarkir ku ew, “Li ser navê Yekîtiya Rewşenbîran û Weşanxaneya Şilêr, bi boneya îmzekirina pitûka mamoste Diyar Buhtî pîroz dikin. Herwiha Ebûd Mexso destnîşankir ku bi domdariya 2 salan nivîskarê vê pirtûkê kedeke mezin daye ji bo ev pirtûk bigihêje ber destê me. Buhtî mamosteyekî pir wefedar e ji bo gelê kurd û hezkerê xwendin û nivîsîna kurdî ye. Ji ber ku em dizanin dijminê gelê kurd hertim dixwaze ziman, çand, wêje û hebûna kurdan tune bike. Diyar Buhtî jî bi pênûsa xwe ziman, çand û wêjeya kurdî diparêze û ev jî ji bona me cihê şanaziyê ye û pir pîroz e.”
Herwiha nivîskarê pirtûkê Diyar Buhtî got: “Îro ez pir bextiyar im ku şîroveya Ehmedê Xanî di vê pirtûkê de ye û li vî cihî û bi amadebûna we û xwendekarên min yên Zanîngeha Rojava, tê îmzekrin. Min nêzî 10 pirtûk nivîsîne, lê herî zêde ez îro kêfxweş im, ji ber ku min ev berhem li ser feylesûfê kurd Xanî û danasîna wî, herwiha fik û felsefeya wî nivîsiye. Armanca min ji nivîsandina ‘Bi Çavekî Din Ehmedê Xanî, ew e ku ez danasîneke giştî bidim Xanî, felsefe, fikir û ramanên wî. Bi rastî di Destana Mem û Zînê de ji bilî mijara evînê gelek aliyên girîng hene, lê baş nehatine şîrovekirin. Ehmedê Xanî di destana Mem û Zînê de behsa netwperwerî, rexnekirina serokê kurdan, desthilatdariyê û hwd… kiriye. Ji ber wê yekê jî min 2 salan bi awayekî berfireh bi 22 beşan li ser danasîn û şîrovekerina nêrînên Xanî yên cihêreng nivîsand û ez pêşkêşî we dikim.”
Di dawiya çalakiya îmzekirinê de hejmarek pirtûk ji aliyê nivîskar Diyar Buhtî, Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê û Weşanxaneya Şilêr ve hatin îmzekirin û li hemû kesên amade hatin belavkirin.