Rojnameya Ronahî

Kela Alamûtê Xwişka Zap, Metîna û Avaşînê

 Volqan Elî

Li gorî dîrok dinivîse: Hesen Sabbah ji bo ku li hemberî zilma Selçûqiyan berxwedanê bi rêbixe , diçe li hêlîna teyr û bazan. Kela Alamûtê bi cih dibe. Hedefa wî ew e ku vê dagirkeriya ji Asya Navîn xwe berdeya li ser civaka Arî, ji holê rake. Plana wî çawa ye? Dibêje ez ê li vê Alamûta ku tu kes nikare xwe bigihînê komeke fedayiyan tanzîm bikim. Ev ê bi ruhekî fedayî biçin ser dijmin. Yekane armanca wan tinekirina dijmin e”.

Hesen Sabbah li gorî vê dikeve tevgerê. Rêxistina xwe ya fedayiyan çêdike. Dest bi têkoşîna xwe ya li dijî Selçûqiyan dike. Werhasil fedayiyên ku perwerde dike, gelek wezîr û mamurên dagirkeran bi mirinê ceza dikin.

Yek ji hedefên wan ê giregir jî Nîzamulmulk e. Ew, serwezîrê Selçûqiyên xwînmêj e. Herî dawî (dawiya Nîzamulmilk) wî dikin hedefa xwe. Lê kesekî diyar e hevkar û dildarê Nîzamulmulk e wisa behsa kuştina wî dike, “Nîzamulmulk êdî ji Hesen Sabbah bêzar bûbû. Ji ber vê yekê derdora Kela Alamûtê xiste bin hîsarê û dorpêç kir. Du fedayiyên Hesen Sabbah ku hespên xwe berewajî nal dikin û xwe digihînin ew şûna ku Nîzamulmulk lê dimîne. Leşkerên Nîzamulmulk dema van dewsan dibînin, dibêjin qey du kes ber bi Kela Alamûtê ve çûne. Piştî vê her du fedayî xwe digihînin Nîzamulmulk. Dema ji hemamê derdikeve canê xwe ji dest  distînin.”

Em werin li ser çîroka çalakiya ‘Tabûra Nemiran’ ku zirava Enqereyê qetandiye. “Du fedayiyên ‘Tabûra Nemiran’ a HPG’ê ev çalakî li darxistiye û têkiliya wan bi Bakûr û Rojhilata Sûrî re tîne.” HPG vê dibêje. Jixwe ji bo ku bîne ziman û dilê dijminê xwe biteqîne fedayiyên xwe rêkirine. Lê na! Tayip û wezîrên wî dibêjin ku fedayiyên Tabûra Nemiran di ser Bakur û Rojhilatê Sûrî re derbas bûne. Bi vê hincetê, bi balafirên xwe yên bê mirov û balafirên xwe yên bi mirov (?!) Heta  niha ketin xwîna bi dehan mirovî, bi dehan welatî jî birîndar bûne. Bi sedan milyon zerara madî çêbûye, çendîn kargeh û binesaziya hemwelatiyên herêmê hilweşiye.

Yan jî… ji xwe li firsend û hincetekê digerin da ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin. Dema bêhna xwînê bikeve difna gur, kurmikekî li ser pelê daran jî li ber çavên wî dibe xezal da ku bi xwînxarî êrîş bike. Yan jî halê hazira çîroka gur û berxikê heye, ma çima em wê venabêjin.

Rojekê li pala çiyayekî di nava daristanekê de revdeyeke guran, ji birçiyan bê hal dikeve. Ji nav vê revdeyê, gurekî boz û terî kurt hebûye. Çav li serê wî bûne çala xwînê û ji birçiyan gej û mêj bûye. Ji nişkê ve bêhna xwîna berxikeke li ber şîr, dikeve difna wî. Lê fêm nake ev bêhna ku wî serxweş dike ji ku tê. Xwe li dawiya revdeya guran dihêle, bi qurnazî û fêlbazî. Berê xwe dide binê dolê, ku aveke boş lê diherike. Çi bibîne baş e! Berxikeke du-sê meh ji beriya vê ji dayika xwe bûye… Bi leza brûskê xwe berdide ser ava boş diherike û li jora berxikê disekine. Bi dengê xwe yî gur û geş dêlî wê dike: “Hêê! Berxika dayika xwe! Ma tu nabînî ez avê vedixwim, çima tu ava min diherimînî?” Berxika ber kozê, dimîne heyirî. Ji ber ku ew li jêr e, û gur jî li jorî avê vedixwe. Dibêje, “mamê gur ez li jêr im û tu jî li jor î. Ma av ê çawa biherime.

Ji xwe derdê gur ne av û herimîna avê ye. Ji berxika nûgihaştî re dibêje, “temam dirêj neke! Ma ne tu buyî dîsa! Par li ser vê avê, min av vedixwar te li jorî min ava min diherimand. Ez ê te bixwim!”. Berxik jê re dibêje, “ez dexîlê te me, mamê gur. Hê du-sê mehên min neqidaye ne ku xweda ez dayime. Wer neke, min nexwe.” Gur ji birçiyan bi kuzinî; “qut bike dengê xwe yî zelîl û melûl. Eger ne tu yî jî  xwişk yan jî birayê te ye yan dayik yan jî bavê te ye.” Di encama de li ser wê ava boş û bi delalî diherike bi patika berxikê re digire û li erdê dide.

Hincet xelas nabin!Ti car!

Ne yên gur, ne yên Tayip Erdogan, wezîr û kizîrên wî. Ma ew nizane, hêlîna teyrûbazan, cih û warê fedayiyên Tabûra Nemiran çiyayên asê ne ku rê nedane Îskenderê Makedonî jî. Dizane! Baş dizane ku Garê, Qendîl, Xakurkê, Zap, Metîna û Avaşîn helîna teyrûbazan e, ew xwişkên Kela Alamût in! Ba û bahoz jî nagihîjin lûtkeyên wan. Diqerîsin û ji hal dikevin. Teyrûbaz bes li wan deran dihewînin, ji deştan re nabin.