Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Êrîşên dagirkeriya Tirk bandoreke neyînî li belavkirina mazotê kir’

15/11/2023
in Uncategorized
A A
‘Êrîşên dagirkeriya Tirk bandoreke neyînî li belavkirina mazotê kir’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Hevseroka Desteya Sotemeniyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Xalid diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk hiştin ku pêvajoya belavkirina mazotê li welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derng bikeve, lê niha mazot li şêniyan tê belavkirin û rêjeya belavkirinê 40 ji sedî derbas kiriye.

Desteya Sotemeniyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêvajoya belavkirina mazota germkirinê li şêniyên herêmê didomîn. Wekî ku em dizanin di destpêka Cotmeha borî de dagirkeriya Tirk binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bîrên petrolê û stasyonên gaz û elektrîkê hedef girt. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser navendên petrolê yên li herêma Cizîrê bû sedema ku belavkirina mazotê li ser welatiyan dereng bikeve û rêjeya berhemdayîna van navendan jî kêm bibe.

Hêjayî gotinê ye ku Desteya Sûtemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo her malbatekê 300 lîtreyên mazotê da destnîşankirin û buhayê lîtreyeke mazotê jî 325 leyreyên Sûrî ye. Îsal jî wekî her sal  belavkirina mazotê li gel ji pirojeyên Desteya Sûtemeniyê bû û weke amadekariyeke ji bo demsala zivistanî hat destpêkirin.

Têkildarî mekanîzma belavkirina mazota germkirinê û derengmayîna belavkirina wê li şêniyan, Hevseroka Desteya Sotemeniyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Xalid ji rojnameya me re axivî.

‘Êrîşên dagirkeriya Tirk bandoreke neyînî li belavkirina mazotê kir’

Ebîr Xalid diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêvajoya belavkirina mazotê li şêniyan dereng xist û wiha got: “Di çarê Cotmeha derbasbûyî de, dagirkeriya Tirk êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir kirin. Binesaziya herêmên me awayekî serke hat hedef girtin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandoreke mezin li hemû karên saziyên Rêveberiya Xweser kir. Bi taybet Desteya Sotemeniyê û pêvajoya belavkrina mazota germkirinê ya zivistanî. Dagirkeriya Tirk stasiyon û bîrên petrolê kirin armanc û ji xizmetê derxistin. Ev yek jî  bû sedema ku belavkirina mazotê were derengxistin û astengî derkevin pêşiya malbatan. Niha belavkirina mazotê li gel di berdewamiyê de ye û rêjeya belavkirina mazotê li gel bi giştî ji sedî 40 derbas kiriye. Herwiha rojane 133 sehrîjên mazotê ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tên belavkirin”

‘Ji ber pirsgirêkên teknîkî bernameya belavkirina mazotê hat nûkirin’

Derbarê mekanîzmaya belavkirina mazotê ya germkirinê de, Ebîr destnîşan kir ku ev yek bi riya kerta elktonî û bernameya ku hat nûkirin  tê kirin û wiha anî ser ziman: “Pêvajoya belavkrina mazotê bi awayekî pêşketî tê meşandin, ku bi riya kertên elektronîk mazot tê belavkirin.  Derxistina kerta elektronîk ji bo her malbatekê riya herî hesan ji belavkirina mazotê re ye. Ev yek bi xurtkirina têkiliyan bi komîn, meclîs, komîteyên têkildarî sotemeniyê yên Rêveberiya Xweser re tên çêkirin. Êdî bi vî awayî mazota germkirinê ya demsala zivistanî li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê belavkririn. Dema mazot tê belavkrin hin kes carcaran hewl didin ku sextekariyê di wergirtina mazotê de dikin. Lê bi riya vê kertê her welatiyek mafê xwe yê bidestxistina madeya mazotê dibe. Bernameya elektronîk ya belavkirina mazotê îsal hate nûkirin û pêşxistin. Ji ber ku hin kesên sextekar hewl didan ku sextekariyê di bernameyê me de bi kar bînin, ev bername hat nûkirin. Destpêkê hin alozî û prisgirêk di nav bernameyê de hebû, van kesan jî ev alozî ji bo xizmeta xwe bi kar tanî, ku ev yek jî  dibû sedema xerçkirina mazotê. ”

Post Views: 59
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.