Rojnameya Ronahî

Dadgeh parasvanê mafê civakê ye

Ayşa Silêman/Qamişlo

Hevserokê Meclisa Dadmendiyê li Herêma Cizîrê Hisên Fatimê diyarkir ku peywendina wan bi civakê re xurt e, û got ku ew bi hemû awayî hewildidin ku bi riya komîteyên lihevhatinên civakê pirsgirêkan çareserbikin û têkiliyên xwe bi civakê re xurtir bikin.

Di derbarê kar û xebatên dadgehê de Hevserokê Meclisa Dadmendiyê li herêma Cizîrê Hisên Fatimê bersiva pirsê rojnameya me da.

Bingehên qanûnî û hiqûqî di xebatên dadgehê de

Sîstema dadmendiyê li ser perensîpên exlaqî,  siyasî, civakî hatiye avakirin û di nava xwe de civakê esas digre. Herwiha armanca Sîstema heyî avakirina civakeke li ser fikrê Netewa Demokratîk a di nav civakê de û parastina mafê mirovan, jîngeh û azadiya jinê. Di serî de van xalan esas digre, li gor felsefa, fikir û remanê Netewa Demukratîk tevdigere. Li ser bingehê wijdana civakê û bi peymana civakî pirsgirêk têne çareserkirin. Em xwedispêrên  perensîpên mirovî û exlaqî û hewil didin di navbera civakê û dadgehê de hevsengiyekî avabikin. Pirsgirêk an jî sûcên ku rûdidin bi rengekî  axlaqî û mirovî û li gorî pîvanên dadgehê têne çareserkirin û hewildan ew e, ku pirsgirêk mezin nebe û di zûtirîn dem de were çareserkirin. Herwiha gava doz tê pêşiya dadgehê çi medenî be çi jî ceza yî be, li gorî zagonên girêdayî wê nêzîkbûn jêre tê çêkirin. Heger doz medenî bê  bi riya komîteya lihevanînê, komîta dîwanê, yekîtiya ofîsên erebeyan û yekîtiya ofîsên kirîn û firotina xaniyan li pêşiya dadgehê nêrîna xwediyê pirsgirêkê tê guhdarkirin.  Ger ku doza cezayî be civak bi vê pirsgirêkê hatibe êşandin pilatforim çêdibe û radestî desteya bilatformê tê kirin. Di destpêkê de  pêşinyar tên standin û biryara dawî ji gel re tê hiştin û armanca me ji vê yekê ew e, ku civak bi xwe bibe hêza çareseriyê û biryardayînê. Li gorî rewşa heyî desteya qesemkar dibîne ka sûnc heye yan na, sîstema dadmendiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cûda ye ji ya hikumeta Sûriyê.  Li cem dewletê zagonan pêktînin bêyî ku nêrîna civakê têde hebe, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafê mirovan esas tê girtin û  bi riya civakê hemû pirisgirêk têne çareserkirin.

Giliyên ku têne dadgehê şopandina van giliyan çawa tê şopandin û li ser tê seknandin?  

Gilî tên pêşiya dadgehê û di çend qonaxan re derbas dibe, heger cezayî be diçe niyabê,dîwana edaletê û temiyîzê. Biryara dawî gava ji cem temiyîzê derdikeve çi sûnc cezayî be çi medenî be heger aliyek hebe nerazîbe wê demê doz diçe ber destê  meclisa jêr daxwaziya hevkariyê radike cem meclisa me û desteya mûxasemê, ev deste doza bingehîn tîne û dixwînin, di ber çavan re têderbaskirin ka heyanî  çi astê ev biryar di cihê xwe de ye, an na û herger rast be nerazîbûn qebûl nabe. Lê heger şaşbûn têde hebe wê demê desteya mûxasemê biryarê ji nû ve dide. Dema gilî hat û şaşbûnek têde hebe, em wê gavê hildidin ji rêveberiya cîbicîkar re û li ser wê dozê tê seknandin û  dema ku kuncaw were dîtin nêrîn li ser tê dayîn, lê herger doz li pêşiya dadgehê be ji bona desteya dadmendiyê tê hildan û ew wê dozê dişopîne û dibîne heya çi astê karê dadgehê di cihê xwe deye yan na. Hger karê dadgehê di cihê xwe de bê ew gilî qebûl nabe. Lê heger karê dadgehê nedicihê xwe de be wê demê komîte  wî gilî qebûldike û sererast dike. Bi giştî meclisa dadmendiyê ya herêma cizîrê karê dadgehan dişopîne û dinêre heta çi astê karê dadgehê li gorî zagon, felsefeya Netewa Demokratîke, pîvanên dadmendiya civakê ye û li ser bingehên  exlaqî, qanûnî û hiqûqî birêvediçe, wê demê li gor peradîgmeya karê dadgehê tê nirxandin û şîrovekirin.

Komîteya lihevanînê û dadgeh bi hevre kar dimeşînin  

Di destpêka ku dadgeh avabû karê wê lihevanîn bû, li gorî vê yekê tê xuyakirin ku kumîteya lihevanînê ji bona çareserkirina pirsgirêkên civakî navnîşana bingehîne. Hemahengiya ku di navbera dadgehê û komîteya lihevanînê de xurt e. Heger dadgeh bibîne gava  dozek li ber çavan bê girtin û niyeta lihevhatinê li cem herdû  aliyan hebe, di vê rewşê de  dadgeh  demekî dide wan heya lihevwerin û pirsgirêka wan çareserbibe. Lê heger ev doz çaresernebe di vê rewşê de dadgeh bikarê xwe radibe, lê cardin hiwildide ku biryar ji aliyê civakê ve were dayîn da ku pirsgirêk bi riyên civakî were çareserkirin.

Armanca dadgehê qezenckirina baweriya civakê ye.

Herweha dema ku doz tên pêşiya dadgehê du alî tê destgirtin, aliyê ku sernakeve di dozê de hertim neraziye. Lê dema piraniyên dozên milet bi riya saziyên rêveberiya xweser, wê demê baweriya gel bi dadgehê bêtir dibe. Herwiha çi ji milê qanûnî ve be an jî ji milê hiqûqî ve be, heyanî astekî mafên takekesî û civakê têne parastin. Dema ku civak di derbarê dozan de xwedî nêrîn be û nêrîna wê di ber çavan re were girtin, wê demê ev yek li cem civakê li hemberî kar û xebata dadgehê baweriyê dide avakirin û wê gavê civak xwe bi xwe rêxistin dike.

Sûcên ku têne berdestê dadgehê û riyên çareseriyê

Sûcên ku di asta yekêdene û tên pêşiya dadgehê piranî sûcên madeyên hişbirin, ev made ji milê dijmin ve di nava civakê de têne belavkirin da ku di serî de jin û ciwan pê pandor bibin. Ji ber vê yekê zagonên me di vî aliyê de hişkin û li ser û em li ser disekinin. Herwiha di asta duyem de qaçaxçiyên mirovan pir tên pêşiya dadgehê, sûcê siyem jî diziya ku di van demên dawiyê de di nava civakê de pirbûye û sedema bingehîn jî rewşa abûrî ya ku herêm têre derbas dibe. Hin dozên sextekariyê jî tên pêşiya dadgehê, sûcên qezayên Tirafîkê, yên şer û pevçûnan jî têne ber destê dadgehê.