Rojnameya Ronahî

Nakokiya dijwar a lûtkeya Riyadê

Zekî Bedran

Yekîtiya Ereb û Islamî li Riyadê civiya. Armanca civînê bidawîkirina êriş û dorpêça Israîlê ya li ser Gazzeyê bû. Welatên Islamî û Ereb di bin zexta civakên xwe de bûn. An jî weke dewlet û hikumet tişteke li dijî Israîlê dikin an jî dê bikin tune bû. Îrana dijminê Israîlê ye û ragihand ku piştgiriya Hemasê dike jî naxwaze tevlî şer bibe. Di ser komên girêdayî xwe re mesajan dide DYE yê û diyar dike ku dê li herêmê serê DYE yê biêşîne. Îran hîn zêdetir şerê wekaletê birêxistin dike.

Erdoganê ku xwe li hemberî Israîlê dizirtikîne û Hemas weke mucahîd îlan kir jî bi mezinkirina bazirganiya bi Israîlê ve mijûl e. Li gorî daneyên hatine ragihandin bazirganiya Tirkiyê ya bi Israîlê re zêde bûye. Dewletên heyî berjewendiyên xwe di ser hertiştî re digirin, ev ne tiştek nayê zanîn e. Niha rexnekirina Israîlê û hinek hewldan ne xwedî rîskek mezin e. Êrişên Israîlê di TV yan de bi zindî têne weşandin. Ev jî raya giştî ya cîhanê bandor dike. Ji ber ku bi hezaran sivîl, zarok û jin di van êrişan de jiyana xwe ji dest didin. Heman demê de bajarek li ber çavê cîhanê tê kuştin.

Ev zêdetirî mehekî ye şer didome, welatên Islam û Ereban zêde tiştek nekirin. Tiştên kirin hinek bangawazî û hinek hewldanên dîplomatîk bûn. Ji bo rihetkirina wijdana xwe hinek alîkariyên mirovî şandin. Tirkiyê hinek alîkariyên mirovî û derman şandin. Xwest bi van alîkariyan wisa bide nîşan ku gelek tişt kiriye û weke amûra propogandayê bikar anî. Danezana encama lûtkeyê jî ji derveyî tiştên me diyar kirine tiştek din nabêje. Bang li Israîlê tê kirin; dorpêçê rake û êrişan bisekinîne. Dibêjin bila ambargoya çekan li Israîlê bê kirin û hwd…

Nakokiya herî mezin ew bû ku Erdogan, nûnerên Sûriye û Iraqê li kêleka hev bûn. Lûtkeyê dagirkeriya Israîlê û êriş şermezar dikirin. Lê Erdogan beşek girîng ê axa Sûriye û Iraqê dagir kiriye. Cihê dagir kiriye têr nabîne. Dixwaze şer di nava van herdû welatên Ereb û Islamî de belav bike. Israîlê bi tunekirina nîjadî tewanbar dike. Lê heman tiştî li ser Kurdan dimeşîne. Gelê Kurd jî endamê ola Islamê ye, hemwelatiyên Sûriye û Iraqê ne. Axên ku li ser dijîn bi awayekî fermî di nava sînorên van dewletan de ne.

Mirov dipirse; ev çi nakokiyek dijwar e! Dema Filistînî bin mazlûm in, dema mijar Kurd bin ji nedîtî ve tên! Ev dikeve nava kîjan hişmendiya demokrasî û olî, dikeve nava kîjan prensîba mirovî? Ma divê dewletên dibêjin em Islam û Ereb in bersivekî nedin vê pirsê? Her kes dizane ev bi salane çi bi serê Kurdan dikin. Ne ku nizanin. Nêrîna wan a netewperestî û berjewendiyên wan zêdetire. Ji ber wê jî Kurd ji pêşketinên demokrasî û siyasî veder kirine. Çavê xwe ji qirkirin û koçberkirina wan re girtine. Dewletên weke Qeterê jî bûne hevkarên Erdoganê qirker û dewleta Tirk.

Netenyahû dibêje ku dê xeta Gazzeyê bixe bin venêrînê, ewlehiyê çêbike û Hemasê tune bike. Heman gotinên Erdoganê faşîst in! Erdogan jî li Sûriyê kûrahiya 30 km weke korîdora terorê binav dike. Dibêje ez vê herêmê weke korîdora xwe ya ewlehiyê îlan dikim. Ev kûrahiya 30 km bi gotina wan korîdora Kurdan e. Yanî herêma ku piraniya wê Kurd in. Tirkiye dixwaze Kurdan ji vir derbixe û şêniyek ji derve de bîne li vir bicih bike. Ev yek pênaseya tunekirina nîjandî derbas dike, bi awayek zelal qirkirin e. Kurd ji bo carek din venegerin ji axa xwe tên derxistin û belavkirin. Yanî êdî weke gel nikarin li wir bimînin û tune bibin.

Erdogan van tiştan tenê ji bo gefê nabêje. Ji sala 2018’an ve li herêmên dagirkirî yên weke Efrînê tişên em dibêjin pêk tîne. Li van herêmên ku Kurd lêne tunekirina nîjadî hatiye kirin. Tiştek nemaye ku bi serê Kurdan neaniye û Kurd li herêmê nehêlane. Li herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, bi hezaran komên çete yên çekdar rêxistin kiriye û berdane ser serê gel. Sûcên şer ên kirine ketine raporên NY û saziyên din jî. Lê kesek ji bo vê neketiye tevgerê. Tirkiye bi hişmendiya ku Kurd bê xwedî ne tişta dixwaze dike.

Ji bo Filistînê kesên aştî dixwazin û li dijî zilmê ne li DYE û Ewropayê daketin kolanan. Hikumetên xwe xistin bin zextê. Ji ber sedemê van zextan DYE jî di nav de gelek rêveberî neçar man helwestên xwe di ber çavan re derbas bikin û neçar man hinek gavan biavêjin. Careke din hat dîtin ku daxwaza gelan a ji bo aştiyê û piştgiriya bi bindestan re dibe sedema encamên ku hikumetan derbas dike. Gelê Kurd jî wê bi berxwedan û birêxistinbûna xwe tecrîd û dîwarê bêdengiyê derbas bikin. Divê xwe bigihîne gel û sûcên faşîzma Tirk eşkere bike.