Rojnameya Ronahî

Kampaniya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ li cîhanê deng veda

Birûc Resûl/Qamişlo

Kampaniya cîhanî ya bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ ku di 10’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, li tevahiya cîhanê belav bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tavahiya  tevger û gelên herêmê ji bo piştgiriya kampaniyê  çalakiyên xwe dewam dikin. Endamên Insiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dan zanîn ku ew ê bi kar û xebatên xwe, herwiha bi bilindkirina asta têkoşînê vê kampaniyê bighînin armanaca wê û azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Kampaniya cîhanê ya Ji bo Azadiy Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendan li seranserî cîhanê di 10`ê Cotmehê de bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ bi pêşengiya kesayet û saziyên li ser asta navneteweyî û cîhanê dest pê kir. Kampanî fireh bû û heta niha hejmara navendan 100 derbas kir. Her wiha gelek saziyên civakî, rêxistin, partî û gelên bakur û rojhilatê Sûriyê tevlî kampaniyê bûn û çalakiyên cûda li dar dixin.

Derbarê Kampaniya azadiya Rêber Abdullah Ocalan endamên Insiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nûha Omer û Silêman Ahmed ji rojnemeya me re axivîn.

Nûha Omer di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku kampaniya ji bo azadiya Rêber Apo ku bi 74 navendên cîhanî hat destpêkirin, îro jî zêdetirî 100 navendên cîhanî belav bûye û wiha got: “Destpêkirina vê pêngavê, encama têkoşîna Rêber Apo ye ku 50 sal in bê navber raber dike. Rêber Apo ji bo hemû gelên cîhanê, bi taybetî ji bo jinan kedeke mezin da. 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Bi taybetî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tecrîd ewqas hat girankirin ku bi ti rengî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Bi kampanya ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin re, gelên bindest, gelên azadîxwaz, rewşenbîr, hunermend, jin û tevgerên ekolojîk azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dibînin. Ev hêza paradîgmaya Rêber Apo nîşan dide. Her wiha kampaniya ji 74 navedên cîhanî hat destpêkirin û niha jî em dibînin ku zêdetitrî 100 navendên cîhanî çalakiyên xwe ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bi duruşmeya Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’, didomînin.”

‘Fikir û felsefeye Rêber Apo riya jinan ronî kir’

Endama Insiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nûha Omer wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Fikir û felsefeye Rêber Abdullah Ocalan çavkaniya hêza mirovahiyê ye, her wiha jin ji tarîtiyê derbasî ronahiyê kir, ku ew sêstema desthiledar ya li ser jinan hatibû feriz kirin, hejand. Jin bi hêz û nasnemeya xwe îdî cihê xwe di gelek qadan de girtiye û jinên bakur û rojhilatê Suriyê jî bûn mînak ji jinên cîhanê re. Li ser vê bingihê pêwîste em wekî jin xwedî li fikir û felsefeye Rêber Abdullah Ocalan derkevin û tekoşîn û berxwedaniya xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî xurtir bikin. Banga me ji bo rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên ku bi rewşa Rêber Apo re eleqedarin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin, her wiha pêwîste êdî azadiye Rêber Apo a fîzîkî pêk were.”

‘Kampanya azadiya Rêber Apo wê bighije armanca xwe’

Di heman çarçoveyê de Silêman  Ehmed diyar kir ku bêdiveya mirovahiyê bi azadiyê û demokrasiyê ve heye û di fikir û felsefeya Rêber Apo de çareseriys pirsgirêkên hemû cûhanê ye ne tenê pirsgirêkên kurd û wiha got: “Gelê Kurd li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê Jî, komploya ku li dijî Rêber Apo hate kirin, bi tu rengî qebûl nakin. Weke tevger û gel  ev 25 sal in em li dijî Komploya Navneteweyî têdikoşin. Kampanyaya ku 10’ê Cotmeha 2023’an hate destpêkirin, xaleke diyarker di têkoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz de ye. Bi destpêkirina kampanyayek bi vî rengî re hatiye îspatkirin ku têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî gihiştiye asta pêwîst û wê ji vir û şûnde ve bi çalakiyên bi bandor bigihije armanca xwe ku di dirûşmeya komployê de bi kurtî hatiye vegotin. Bi vî rengî têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî gihiştiye asta cîhanî. Bi vê têgihiştin û berpirsyariyê em bawer dikin ku kampanya wê bighije armanca hatiye destnîşankirin.”

‘Tekez em ê bi serkevin’

Endamê Insiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî li qada navneteweyî tê meşandin. Ev yek ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya cîhanê jî pêşketineke gelekî mezin e. Rêber Apo ji têkoşîn û nirxên cîhanî yên mirovahiyê bawer kir û têkoşîn da destpêkirin. Hîn zêdetir giranî da ser têkoşîn û nirxên hevpar ên hemû beşên civakî yên bindest û gelan û ev yek gihandiye çarçoveyeke îdeolojîk û teorîk û bersiva herî bi wate daye Komploya Navneteweyî. Banga me ya pêşîn ji bo gelê welatparêz ê Kurdistanê û li derveyî kurdistanê jî ku li dijî Komploya Navneteweyî bê navber têkoşînê berdewam bikin. Encameke vê têkoşînê ye ku îro gelên bindest ên cîhanê, jin û ciwan li têkoşîna kurdan û ya Rêber Apo bibin xwedî, bi baweriya azadiya Kurdistanê divê mirov tevlî kampanyaya ku hatiye destpêkirin bibin. Heta ku azadiya Rêber Apo a fîzîkî pêk bînin. Bi van hest û bangan, em kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareseriya Siyasî ji bo Pirsgirêka Kurd’ pîroz dikin, herwiha em bawerin ku wê kampaniya ku me daye destpêkirin wê bi ser bikeve.