Rojnameya Ronahî

Nameyên Seyîd Riza

Farûk Sakik

Di sala 1937’an de li dijî Dêrsimê Kemalîstan komkujiyek dabûn destpêkirin. Kurdan di pêşengtiya Seyîd Riza de berxwedaneke mezin didan.

Di 5’ê Îlonê de Seyîd Riza û 74 hevalên xwe bi bêbextî dîl hatin girtin. Di 15’ê Mijdara 1937’an de Seyîd Riza li Elezîzê hat bidarvekirin.

Li ser kesayeta Seyîd Riza û Dersimê gelek tişt hatin gotin.

Ev rastiyeke nayê înkarkirin ku Seyîd Riza ji bo Kurdên Elewî lîderekî olî û serokeşîrekî xwedî nirxeke sosyolojîk e.

Her wisa, dema ku mirov lêkolînek baş bike wê were famkirin ku Seyîd Riza di siyaseta Kurdan de aktorekî wê serdemê ye.

Me Seyîd Riza bi nameya ku ji rayedarên Fransî re şandî baş nas kir. Sal derbas bûn dîroknas û akademîsyen Dr. Sedat Ulugana ev name ji arşîvan derxist.

Name li Dersimê tê nivîsandin, ji konsolosxaneya Fransa ya Stenbolê re tê şandin û ji wê jî derbasî Fransayê tê kirin.

Ev name ji bo piştgirî bide Şerîf Paşayê ku di Konferansa Aştiyê de Kurdan temsîl dike.

Di nameya ku hat bidestxistin de tiştek herî balkêş jî Seyîd Riza di sala 1920’î de rejîma Kemalîst nas kiriye. Kiryarên rejîma Kemalîst yên piştî Lozanê, wî wê demê, di nameya xwe ya 3 sal berê de nivîsandiye.

Di nameya ku di sala 1920’î de ji Sevrê re şandiye, Seyîd Riza û serokên eşîran li ser navê “neteweya Kurd a 8 milyon kesî” daxwaza “mafê çarenûsa Kurdan” kirine.

Taybetmendiyeke din a girîng a nameyê jî ev e: Kurd aîdiyeta Kemalîstan qebûl nakin. Ew jî dibîne ku “Kemalîstên ku ji bermayiyên Komîteya Îttîhad û Terakkî pêk tên” bi şêweyekî Tirkperest û Turanîst hewl didin netew-dewletekê ava bikin.

Hemû pêşdîtinên wî rast derketin. Piştî peymana Lozanê komkujiyan dest pê kir. Tu mafek Kurdan nas nekirin. Sozên dabûn yek bi yek ji bîr kirin.

Piştî gelek serhildanan. Di Gulana 1937’an de artêşa Kemalîstan berê xwe dabû Dersimê. Dema komkujiyan dest pê kir, Seyîd Riza di 30’ê Tîrmeha 1937’an de ji bo Wezareta Karê Derve ya Brîtanyayê re nameyek şand û digot:

Wezîrê hêja, ji salan vir ve hikûmeta Tirk hewl dide ku Kurdan asîmîle bike. Weşanên bi zimanê Kurdî qedexe dike. Li kesên ku bi zimamê xwe diaxife zilmê dike û weşan û rojnameyên Kurdî qedexe dike. Kurdan ji xaka bixêrûbêr ya Kurdistanê ber bir Anatolyaya ziwa ve sirgûn dike. Di rêyan de gelek însanên me telef dike û li ser wan zilmeke nedîtî dimeşîne.

Seyîd Riza van kiryarên dewleta Tirk 3 sal berê dîtibû û di nameya xwe ya ji Sevrê re jî şandibû. Dek û dolabên Kemalîstan pêşî li van hewldanên wî bûbûn asteng.

Ev kiryarên ku di nameya ji bo Wezareta Karê Derve ya Brîtanyayê hatî şandin hetanî PKK derket qada têkoşîna azadiyê dewam kir.

Ew lîstik û siyaseta li hemberî Seyîd Riza pêk anîbûn dixwestin di şexsê Rêber Apo de jî bi ceribînin. Lê bi ser neketin.

Rastiyeke, Seyîd Riza pêşeng û rêberê Kurdan bû. Li gorî şertên demê hewldanên wî bi ser neketin.

Wê demê li hemberî hîle û derewên wan Seyîd Riza nikaribû bi ser bikeve, ev ji wî re bûbûn derd, lê belê wî jî serê xwe li ber wan netewand, ev jî, ji dijmin re bû derd.

Di hemû serhildanan de rola Rêbertiyê gelek girîng bû. Bi serhildanê de bi tunekirina rêbertiyê dawî li serhildanan dihat. Lê di serhildana PKK’ê de ev yek wiha nebû. Dema Rêber Apo dîl hat girtin herkesî got temam ev tevger bi dawî bû. Lê Rêber Apo dîroka Kurdan baş analîz kiribû. Destûr neda ku dîrok xwe dubare bike.