Rojnameya Ronahî

‘Bi revandina  rojnemevanan heqîqet nayê veşartin’

PDK’ê bi revandina rojnamevan Silêman Ehmed,zagonên navneteweyî yên parastina mafê rojnemevanan binpê dike. Rojnemevanên herêma Şehbayê diyar kirin ku PDK’ê bi revandina rojnemevanan dixwaze dengê heqîqetê bêdeng bike û gotin, divê rêxistinên navneteweyê yên parastina mafê rojnemevanan li hemberî revandina rojnemevan Silêman Ehmed bê deng nemînin.

Zana Roj/ Şehba

Rojnemevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û heta niha tu agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa ROJnews de wek edîtor dixebite.

Roj bi roj bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, herwiha  her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. Rêvandina Rojnemevan Silêman Ehmed ji Aliyê PDK’ê ve ji siyaseta qirkirinê ya dagirkeriya Tirkiyê ne dur e. Çawa ku bi sedan rojnemevanên Kurd yên li pey eşkerekirina heqîqetê meşiyane di zîndanên Tirkiyê de ne, PDK’ê jî wê xetê diparêze.

Derbarê Rêvandina rojnemevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK‘ê ve, nûçegihana Ronahî TV Nede Ednan û nûçegihanê Çira TV Mistefa Reşo ji rojnameya me re axivîn.

`Siyaseta PDK ê hevkariya wê bi Tirkiyê re dide nîşandan`

Nûçegihan Nede Ednan diyar kir ku siyaseta PDK’ê ya revandina rojnemevanan ji siyaseta dagirkeriya Tirk ne dur e û wiha got: “Rêheval Silêman ji destpêka 2011’an ve di asta herî jor ya tekoşîn û berxwedaniyê de weke rojnemavendekî xwedî dengê heqîqet û lêgerîna Azadiyê kar dikir. Siyaseta revandina Silêman ji aliyê PDK’ê ve weke sûcekî bêexlaqî derheqê rojnemegeriyê de tê dîtin. Bê guman ev siyaset ji siyaseta faşîzma Tirkiyê yê ku derheqê Kurdan de dide meşandin ne dur e. PDK’ê bi yekbûn û piştgiriya xwe ji faşîzma Tirkiyê re diyar dike ku ew hevkarê yekemîn di qirkirina gelê Kurd û tepisandina heqêqetê de ye. Kiryarekî bi vê rengî tenê dijminê gelekî dikare bike”.

`Zagonên navnetewî yê parastina mafê rojnemegeran tê binpêkirin`

Neda da xuyakirin ku li gurî zagonên navnetewî yên parastina mafê rojnemegeran, revandina rojnemevanan binpêkirina zagonên navneteweyî ye û wiha got: “PDK’ê di berdewamkirina xeta xiyanetê de sûcên giran derheqê Kurdan de dike, revandina Silêman Ehmed jî dewamiya xiyaneta PDK’ê eşkere dike. Li gorî madeya 79’an ji zagona navnetewî ya parastina mafê rojnamegeran, revandina rojnemevanan binpêkirina zagonên navneteweyî ye. Divê  gelê Kurd û raya giştî li hemberî revandina rojnemevan Silêman Ehmed helwesta xwe eşkere bike.”

`Bi girtina rojnemevanan nikarin heqîqetê biguherînin`

Nûçegihan Misetefa Reşo  anî ziman ku di şopandina dengê rastiyê de li her derê rojnamevanên Kurd tên girtin û wiha got: “Armanca girtin û revandina rojnemevanên kurd  ku dengê heqîqetê temsîl dikin, qirkirina gelê kurd e. Bi taybet bi destkeftî û serkeftinên ku gelê Kurd di vê sedsalê de bidest xistiye, zêdetir çavên dijminê gelê kurd hat vekirin. Divê em kiryar û sûcên rojane yên ku derheqê gelê Kurd de tên kirin ji bîr nekin. Rojane axa Kurdistanê rastî êrîş û talankirinê tê, li hemberî van destkeftiyan dixwazin di her kuşeyê de îradeya gelan têk bibin. Çawa ku rojane axa me tê hedefgirtin, rojnemevanên Kurd jî tên hedef girtin û mînaka wê jî revandina rojnemevan Silêman Ehmed e. Her çi siyaset bê kirin jî wê dengê heqîqetê neyê veşartin.”

`Heyanî azadiya Rêheval Silêman ev doz erka me ye`

Mistefa Reşo di dawiya axaftina xwe de bang rêxistinên parastina mafê rojnemegeran kir û wiha got: “PDK ê di xeta îxanetê de bi îsrar e. Li hemberî kiryar û sûcên ku li dijî rojnemevanan tê kirin, wê têkoşîn û ragehandina heqîqetê berdewam be. Li ser vê bingehê em bang tavahî rêxistinên navnetewî yên parastina mafê rojnemegeran dikin ku li hember revandina Silêma Ehmed xwedî helwestbin û rê nedin ku bi vê yekê heqîqt bê veşartin. Her wiha ji bo azadiya  Rêheval Silêman Ehmed  wê têkoşîna me berdewam be.”