Rojnameya Ronahî

22 Rojên Binçav kirina Silêman Ehmed 33 salên îxaneta PDK’ê vedibêje

Rojname û rojnamegerî di hemû beşên jiyanê de xwedî roleke girîng in, erkê her rojnamevanekî ew e ku Maske û perdêyan ser heqîqetê daxîne, sirên ku divê mirov bizane bigihêje wan, da ku helwest di cihê xwe de xuya bibe.Heya xelk karî bin Rastî û ne Rastî ji hev cudabikin û nasbiken.

Ev pênaseya standard a rojnamevaniyê ye di cîhana îro de, ku êdî rastî nayê veşartin û bi Duv û guhên zêde nayê qebûlkirin. Di van rojên dawî de li Şerê Israeil Fîlstin de li  Gazzeyê nêzî 45 rojnameger hatin kuştin. Ev di demek deye ku Her sal rojnameger li herêmên cuda rastî tacîz, tehdîd û sûcdariyên sexte tên. Tenê sala borî li gorî amarên nefermî 514 rojnamevan li Rojhilata Navîn ji aliyê sîstemên dewletî û serdest ve  bi hincetên cur bi cur wenda bûne û hatine girtin.

Hîkumeta Başurê Kurdistanê

Ji roja avabûna statûya xwe vir ve, Her sal hema hema Em dibin Şahidê  Mînaka Girtin û Binçavkirina rojnamevanan ji tirsa hilweşîna Systema Hikumkirina pir israr û tije Istixbarat. Li aliyeka din ji Medyayên Azad sansûr dike û çalakvan ên Azadîxwaz  û rojnamevanên wek Kawa Germiyanî, Serdeşt Osman û Soranî Mama heme dikuje, yan jî terorîst îlan dike û wan bi kesayetî û exlaqê wek Omîd Baroşkî û hevalên wî tawanbar dike.

Rojnamegerê Rojavayê Kurdistanê Silêman Ehmed ev 22 roj in winda ye. Ji bilî wê yekê ku PDK’ê piştrast kiriye ku rojnamevan Silêman Ehmedî di girtîgehê wan de ye, ti agahî derbarê wî de nînin.

‘Li gori hikûmeta PDK’ê her kesê ku li dijî hegemonyaya Tirkan kar bike terorîst e’

Li Başûrê Kurdistanê çi rojnamevan be, çi çalakvan be û heta mirovekî asayî be. Bi biryara dadgeha PDK’ê raste rast  tên girtin û wan dibin  girtîgehê. Kesên ku nikaribe sûçdar ji bike an wan binçav bike. Bi aliykarê Hêza xwe ya îstixbarat PARASTIN wan kesayetan Tiror dike mînakê wan Endamê HDP’ê Mamoste Denîz û Endama Jinolojiyê Nagîhan Ekarsel Ku rastî Tîroreka Reş hatin heta Anha tu kesî bi sedema wan nehatine Darizandin. Heta Ev Rêbazê Qedexe li ser pranî sazî û navendan jî Derbasdare Ji Girtina Navenda HDP’ê li hewlêrê heta Kilîtkirina Medyayên Ragîhandinên aliyên din jî tên astnegkirin.

Silêman Ehmed ji Efrîn heta Şengal xebatê Ragîhandinê Da meşandin

Mala Silêman Ehmed a li Efrînê di sala 2018’an de wêran bû û weke bi sed hezaran kesên din koçberî herêmên din ên Rojava bûn. Birayê Silêman Ehmed di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bû. Silêman ji bo ku rastiyan nîşanî cîhanê bide, li ser sûc û jenosaîda ku DAIŞ’ê û rejîma Erdogan li Kurdistanê bi taybet li Rojava pêk anîne, Xebatên Ragîhandinê da destpêkirin, belge û dosya çêkirin. Ango li hember terorîst û sûcdarên DAIŞ’ê berpirsyariyê digre ser milê xwe, li ser esasê ku exlaqê baş hem di kar û hem jî di jiyanê de tevgerên mirov ber bi serkeftinê ve dibe. Li hember nebaşiyê wê bi serdixe.

Li vir pirsek dibe strî û Zihnyeta wan diqelişine!

Gelo kesekî di Qada Ragîhandinê de ji bo belgekirina destên reş û terora DAIŞ’ê xebat kiriye!. Kesê ku qirkirina Efrîn û Serêkaniyê sûcê mirovahiyê belge kiribe! Kesê ku belgeyên jêkirina darên zeytûnan û kolekirina jinan li Şengalê nîşanî raya giştî û cîhanê da! Di kîjan ferhengê de ev kes terorîst e? Çawa dibe Têgîna terorîst wisa ser keyfa xwe em biden ser Rojnamevan û xebatkar û kadroyên çapemeniya azad ku israra serxistina Azadî dikin. Gelo  PDK’ê bi bêdengiya li hemberî doza Silêman Ehmed ji bilî reşkirinê zêdetir rûyê hikûmeta xwe û kurkirna zulmetê  dikare çi bi dest bixe!?

Başûrê Kurdistanê piştî 33 salên desthilatdariyê bûye bi(2 eniyan) Eniyek ya hikûmetê ye, medyaya hikûmetê û saziyên hikûmetê û Îstixbarata Hîkumetê. Li aliyek din  eniya gel, medyaya gel û navenda gel. Hemû ew navend, sazî û kesayetên ku dijî Sistemêne û sistemê rexne dikin, tercîha wan a yekem Gotina (na)ye. Ji aliyê dewlet, dadgeh û hêzên wê yên îstixbaratê ve tên windakirin û qetilkirin.

Di astekî de ku ji cîhê ku Çapemenî û gel têkiliya wan xurtbe herî zêde navbera saziyên îstixbarat û çapemeiyê bi hevre kar dikin. Pranî endamên navendên çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê bi taybet herêma bin serweriya PDK’ê de endamên navendên asaîş û DEZGEHA PARASTIN ê ne.

Rewşa çapemeniya Başûrê Kurdistanê

22 rojin ku silêman Ehmed hatiye Girtin, lê heya neha bi awayekî Seranser ev Rojev tê belavkirin ji bilî çend rojnamevan û saziyan tu kes xwedî li erkê xwe yê Rojnamevantiyê dernakeve û doza Silêman Ehmed lêpirsîn nake. Ev jî sedemê wê ewe ku Hejmara zêde ya çapemeniya mecazî ya ku cihê xwe di nava civakê de digre bûye bi Henek û pêkenok, dibêjin ji ser her kolanek Markêtek û medyayek heye!.

Di nava ew qas hejmarên zêde yên çapemeniyê de, girtina çalakvanên civakî heta tecawiza ser jinan terora ser rojnamevanan navê mjarê lêpirsîn e. Yên ku pey lêkolîn û vekirina mjarên ku serê wan hatiye girtin dikevin, qederek tarî û çavkorî dibe nesîbê wan. Berpirsyarê wê yekê jî hikumeta PDK’ê ye, ji ber ku ew Tirs, Teror û Revandinê di nava karê ragihandinê de daye tesbît kirin.

Silêman Ehmed ne yê yekê ye û ne jî yê dawî ye ku ji ber Derewên sar û propagendeya zuha hatiye Binçavkirirn. Lê heta kengê em ê van manşêtan di rewşa herêmek qaşo kurdî ye tê de bibînin? Ferqa vê yekê li gel darvekirin û hucreyên takekesî yên li Tirkiyê û Îranê û windakirina azadîxwaz û rojnamevanan çi ye? Em dikarin ewqas bêdeng bin û li asoya xeyalî binêrin! An jî divê em hemû li her çar parçeyan weke çalakvan, rojnamevan, parêzer, rewşenbîr û hemû pêkhateyên cîvakê dengê xwe bixin kêleka dengê Silêman Ehmed  û hemû rojnamevanên li Behdînanê hemû girtiyên ku bi neheq bê darizandin hatine mehkûm kirin di nav de Silêman Ehmedî yê Efrînê, azad bikin û azadiyê bikin pîvanê karê xwe yê çapemenî û jiyanê!