Rojnameya Ronahî

Berxwedana jinê ya li hemberî tundiyê wê berdewam be

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama Meclisa Jin ya PYD’ê Nisrîn Tahir diyar kir ku pêngava ‘Na ji kuştina Jinan re, Jin Jiyan Azadî’ di hemleya  xwe ya çaremîn de bi çalakiyên cuda berdewam e û got, armanca me ya serke ji pêngavê bilindkirina asta têkoşîna jinê ya li hemberî tundiya ku li ser tê meşandin.

Li herêmên bakur û rojhilarê Sûriyê, li dijî tundî û kuştina jinê, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma ‘Na ji kuştina jinan re, Jin Jiyan Azadî’, di sala 2020`an de pêngavek dabû destpêkirin, herwiha pêngav bê navber dewam dike, di sala 2023`an de, bi daxuyaniyekê domandina hemleyê hatibû ragehandin.

Derbarê Pêngava ‘Na ji kuştina Jinan re, Jin Jiyan Azadî’, endama Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nisrîn Tahir ji rojnama me re axivî.

Nisrîn Tahir diyar kir ku wan merheleya çaremîn ya pêngava ‘Na ji kuştina jinan re, Jin JiyanAzadî’ daye destpêkirin û wiha got: “Li hemberî tundî, destrêjî û qetlkirinê ku jin rastî wê tê ji aliyê malbat û mêran ve, herwiha ji bo piştgiriya jinên herêmê, Meclisa jin a PYD’ê , di sala 2020`an de dibin dirûşmeya‘Na ji kuştina jinan re, Jin Jiyan Azadî’ pêngavek da destpêkirin. Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê û yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wêyên li ser herêmê, herwiha ji ber hişmendiya civakê ya bavkisalariyê, asta tundiya li dijî jinan bilindtir bibû, li himberî wê me xwest bi vê pênagvê em ji jinan re bibin piştgirî da ku jin mafê xwe bi dest bixe.”

‘Armanca pêngavê bilindkirina asta têkoşîna jinan ya li hemberî tundiyê ye’

Nisrîn Tahir di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan ji pêngavê ew e ku tundî û kuştina li ser jinan bi dawî bibe û wiha got: “Armanca ji pêngavê ew e ku dengê her jinekê derxînin û li hemberî tundiyê bisekinin. Ji xwe pêngava me ne tenê ji bo jinên kurd de, ji bo jinên tevahî pêkhateyan e, herwiha me gelek peywendî jî bi Êlên Ereba re jî li herêmên wek; Til Hemîs, Şedadê, Hol û li gelek herêmên din jî kirin. Waneyên hişyariyê jî di derbarê kuştin û tundiya jinê, bi jinan re didin şîrovekirin û mafên wan yên jiyanî bi wan didin naskirin, ev hişyariyan ku hatin dayin, encameke baş jî girtin. Jin mafê xwe nas dike, lê pêwîstiya wê bi destkê heye.”

‘Pêngava ‘Na ji kuştina Jinan re’ bê navber berdewam e’

Endama Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nisrîn Tahir axaftina xwe wiha qedand: “Heta ku jin rastî tundî û kuştinê bê, wê pêngav berdewam be û wê dawîbûn jê re tune be. Di Rêveberiya Xwesre de jin cihê xwe di hemû qadan de girtiye û di her karî de çalak e, mînaka wê jî, dema ku em serdana her saziyekê dikin em rêjeya jinê ji ya mêr zêdetir dibînin. Jin bingeha civakê ye, bi azadiya jinê re civak jî azad dibe, lê hîn jî tundî li ser wê berdewam dike. Di sala bûrî de jî bernameyê me di derbarê, naskirina zagonên jinê hebû, li ser wê biroşûr li jin, mêr û tevahî civakê hatin belavkirin. Niha jin mafê xwe nas kiriye, ji bo wê em waneyên naskirina mafê jinê pêşkêşî mêran dikin. Herwiha çalakiyên ku di pingav 4`an de tên dayin jî ev in; li dar xistina semînerên diyalogê li kantonan û serdana jinên ku tundî li dijî wan pêk hatiye, bi taybet em dixwazin serdana kampa bikin. Ji xwe tensîqa Meclisa jinê bi gelek deveran re heye, di riya wan de em xwe dighînin tevahiya jinan.”