Rojnameya Ronahî

Jin pêşenga dîrok û siberojê ye

Ayşa Silêman / Qamişlo

Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re jinê di asta pêşengtiyê de di gelek kar û xebatan de cihê xwe girt û xebatên perwerdeyê jî yek ji van xebatên serekebû ku jin cihê xwe têde digre. Herwiha di damezrandina zanîngiha Rojava de jî jin xwedî kedeke mizin bû û di asta rêveberiyê û perwerdeyê de jî xwedî kedeke mezin e. Jinê bi vîn û xebata xwe dîwarên malê derbaskirin û di karên perwerdê, rêveberiyê û avakirina civakê de xwedî roleke mezin bû.

Kar û xebatên jinê di zanîngehê de ne tenê di milê wanedayînê de ye. Lê jinê cihê xwe di rêverberî, ragihandin, kar û barên rêveberiya xwendekaran de jî digre.

Şêwirmenda beşê jinolojî li zanîngeha Rojava Evîn Ehmed di derbarê jin û perwerdeyê de ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên jinê di milê perwerdeyê de

Evîn Ehmed diyarkir ku jin di zanîngehê de karê wê netenê wek semînervan e, lê wek şêwirmendên xwendekaran jî kar dikin. Herwiha bi xwendekaran re gotûbêj dikin û dibin alîkar da ku pirsgirêkên wan çareserbikin û wiha got: “Ev tê wateya ku perwerde ji bo jinê girîng e, heya ku cihê xwe di van qadan de digre û van qadan de pêşengiyê bike. Dema em vegerin dîrokê em ê, bibînin ku di destpêka jiyana mirovahiyê de jin û mêr bi rengekî wekhev kar dikirin û tu ferq û cudatî di navbera wan de tunebû û wekhevî hebû. Di dema civaka xwezayî de jin bi keda xwe cihekî xwe yê taybet û girting di nava civakê de avakir û jiyan li dora jinê, ked û bandora wê kom dibû. Lê dema ku di civakê de çavnebarî, hesûdtî û cîn derketin holê, desthilatî kete destê zilamê serdest de. Zilam bi hişmendiya xwe ya ku tenê xwe esas digre, di serî de serdestiya xwe li ser jinê da meşandin û piştî wê jî bi riya serdestiya li ser jinê û kolekirina wê, civak jî hate kolekirin.

Astengiyên ku jin têre derbas dibe

Evîn Ehmed da xuyakirin ku astengiyên îro jin dikşîne sedemên wê jî dîrokî ye. Lê pirsgirêka ku jin rastî wê tê him ji aliyê malbatê û him jî ji aliyê civakê ve ye. Zewaca zû û zexta malbatê li ser keçên ciwan dibe astengî li pêşiya wê û herwiha gava keç dizewice zexta mêr li ser zêde dibe. Derfetên perwerdeyê li pêşiya wê tê girtin û hin jin hene xwedî bawernamene jî, lê mixabin civaka me herdem di hişmendiya wan de ew e, ku jin ji bo pereyan dixwîne. Loma mêr jêre dibêje zarokên xwe xwedî bike û ez ê pereyan bidim te. Lê hin jin hene piştî ku dizewicin jî kar dikin, lê dema jin mala xwe birêve dibe, zarokan xwedî dike û kar jî dike, ev yek bandorê li derûniya wê dike. Gelek jin hene di perwerdeya xwe de bê moralin, ji ber ku rastî van astengiyan tên û hewcedarî hêzek xurte heya ku li ber xwe bidin.  Lê mixabin mêr jî gelek caran pêre nabe alîkar, ji ber ku hîn hişmendiya hin mêran nehatiye guhertin û dibêjin nabe ku em alîkariya jinê di karê malê de bikin. Çareseriya van pirsgirêkan ku jin li berxwe bide û xwe neke koleya van kevneşopiyan û di navber xwe û mêr de hefsengiyekî çêbike. Herwiha xwe perwerde bike û pêşbixîne û xwedî îradeyeke xurt ber. Ji ber ku Rêber Apo jî herdem di nav gotinên xwe de dibêje; dema mirov îradeya xwe xurt bike dikare guhertina herî mezin pêkbîne û ew îrade jî li cem jinê heye gava ku jin xurt bike kes nikare wê kole bike. Loma çareserî ji bo van pirsgirêkan hemûya, destpêkê divê jin xwe perwerde bike, dîroka xwe baş nasbike û xwedî îradeyeke xurt be.”

`Şêr şêr e çi jin e çi mir e

Şêwirmenda beşê jinolojî li zanîngeha Rojava Evîn Ehmed di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Guhertinên ku jinê çêkirine yek ji wan bi keda xwe jinolojî wek zanistek di nav civakê de hate pejirandin. Herwiha Kongira Star zagonên jinê derxistin holê, ev zagon bi fikir, felsefe, perwerde û lêkolînên jinan heya ku ev zagon derketin, derxistina zagonan ji bo jin diyar dike ku çiqasî jin di asta perwerdeyê de pêşketiye û di heman demê de di qadên siyasî, civakî û leşkerî de jî cihê xwe girtî ye. Guhertina herî mezin a ku jinê çêkirî avakirina hêza YPJ’ê ye, mînaka ber biçav Nisrîn Ebdula ye, ya ku bi cilên leşkerî derbasî qesra Parîs bû û bi cilên xwe xwe nîşan da. Tevî ku qedexebû ku tukes bi cilên leşkerî derbas bibin, lê ew bi vîn û îradeya xwe ya xurt derbas bû, herwiha mînaka herî mezin Hefrîn Xelef bû, ya ku di nav vê civaka ku qedexeye jin bixwîne wê siyaset dikir û dema şehîd ket jî şehadeta wê bû sembol û hêz ji bo xurtkirina jinan da ku tevlî qada siyasî bibin. Hêviya min ew e, heta ku civak were guhertin, destpêkê perwerde pêwîste. Ji ber ku perwerde guhertina herî mezin e, ya duyem jî ku em rêveberiyeke demukrat avabikin, ya siyem jî em tu carî cûdahiyê nexin navbera zayendan de û wek helbestvanê kurd cegerxwîn jî dibêje; Şêr Şêre Çi Jin e Çi mir e, di vir de ji me re dide xuyanî kirin ku cudahî di navbera wan de nîne. Heya ku civakeke demokrasî avabibe divê ferq û cûdahî di navbera herdû zayendan de nebe û jiyaneke hevbeş di navbera wan de were avakirin.”