Rojnameya Ronahî

PDK’ê şopdarên heqîqetê dike hedef

Ronaz Silêman/Qamişlo

 Rojnemevanan revandina rojnemevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK`ê ve Şermezar kirin û gotin, PDK`ê bi kiryarên xwe ya ne axlaqî mafê rojnamegeriyê binpê dike, herwiha dixwaze rastiya heyî tarî bike.

 Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û heta niha agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

 Di derbarê revandina edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve, rojnemevanên Çepemeniya Azad ji rojnema me re axivîn.

 ‘PDK`ê li ser hişmendiya dewleta Tirk a faşîst tê birêvebirin’

Rojnemevan Zana Denîz Kiryarên PDK`ê li dijî rojnemvanên kurd şermezar kir û wiha got: “Qaşo PDK`ê xwe wek partiyeke kurd dide hesbandin, lê PDK`ê kiryarên xwe yên dijmirovî berdewam dike, ne tenê bi Silêman Ehmed re, berî revandina Rojnemevan Ehmed hin pêşengên civakê li Başûrê kurdistanê bi destê PDK`ê hatin kuştin. PDK`ê li dijî gelê kurd gelek sûcên dijmirovî pêk anîn e. PDK`ê heman hişmendiya dewleta tirk a dagirker bi kar tîne û berdewamiya vê hişmendiyê dike. Revandina Rojnemevan Silêman dewama kiryarên PDK`ê yên li dijî dengê heqîqetê ye. Li Başûrê Kurdistanê rojnemevan ji aliyê PDK`ê ve tên hedefgirtin, herwiha navendên ragehandinê tên girtin. Gelek caran Tevgera Azadiyê jî rastî êrîşên PDK`ê hatin e. Hişmendiya PDK`ê dewleta faşîst a Tirk serweriya wê dike û wê xistiye bi bandoriya xwe. Îro li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk çi kiryarî di derheqê rojnemevanan de dide meşandin, PDK`ê jî heman tiştî li Başûrê Kurdistanê li dijî rojnemevanan pêk tîne, ev yek jî nayê qebûlkirin. Revandina Rojnemevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK`ê ve şermekî mezin e.”

‘Divê PDK`ê kiryarên dijmirovî rawestîn e’

Zana Denîz di berdewamiya axaftina xwe de bang li PDK`ê  kir ku kiryarên xwe yên dijmirovî rawestîne, herwiha ji dijminê gelê kurd re nebe destek û wiha got: “Îro li Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê de, zihniyeteke faşîst li hemberî kurdan tê meşandin. Li Rojlilat rojnemevan tên darvekirin yan jî bi 10`an sal di zindanê de dimînin, dewleta Tirk jî kiryarên dijmirovî li dijî hevalên me yên rojnemevan ku li ser riya rastiyê dimeşin, pêk tîn e. Dewleta Tirk rojnemevanan direvîne, binçav û işkence dike. Nêzî 50 rojnemevan niha di girtîgehên Bakurê Kurdistanê de ne, di heman demê de PDK`ê jî  bi hedefgirtina rojnemevanên dixwaze heqîqetê tarî bike û rastiyê ji gelê Başûrê Kurdistanê veşêre.”

 ‘PDK`ê bi revandina Silêman dixwaze rastiyê tarî bike’

Rojnemevan Zana Denîz axaftina xwe wiha qedand: “PDK`e bi revandina Silêman dixwaze rastiya heyî tarî bike. Li hemberî revandina rojnemevanan, wê bi 100’an rojnemevan pênûsa Silêman Ehmed hilgirin. PDK`ê heta niha di derbarê rojnemevan Silêman Ehmed de bersiva malbat wî nedaye, tenê di daxuyaniyê xwe de got‘Silêman girêdayî PKK`ê ye, ev ne hincetek ku yekî kurd bi bi kurdekî din re danûstendin bike, nêzî 20 bargehê dewleta Tirk a dagirker li Başûr hene, lê PDK’ê behsa wan nake. Li hemberî kiryarên PDK`ê divê rojnemevan û gelê kurd helwsteke cidî nîşan bidin. Rojnemevan her dem ji bo heqîqetê li pêş bixin wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo revandina Rojnemevan Silêman Ehmed çi ji destê me bê em ê bikin û tekoşîna xwe ji niha û şûnde zêdetir bikin.”

Siyaseta Başûrê kurdistanê li hemberî Rojnemevanan

Di heman çarçoveyî de rojnemevan Rustem Başûr siyaseta PDK’ê ya li hemberî rojnemevanan wiha nirxand: “Siyaseta ku îro PDK’ê li Başûrê Kurdisanê dide meşandin, ji her demî zêdetir siyaseta inkar û kînekirinê ye, vê siyasetê jî li hemberî rojnemvanan dide meşandin, ji bo wê pêwîst e mafê rojnemavaniyê bê naskirin. Rojnemevanî di rastiya xwe de hewl dide ku buyeran ji raya giştî re bide nîşan û di heman demê de êşa civakê vedibêje. Lê îroj rewşa ku em behsa wê dikin berovajî bû ye. Di rastiya xwe de PDK’ e bi siyaseta xwe ya ne axlaqî mafê rojnamegeriyê binpê dike û çi yekî alîgirê azadiyê be bi hêncetên cuda ji holê tê rakirin. Ev bû 20 roj in ku hîna çarenûsa rojnamevan Silêman Ehmed ne diyar e. Ev jî dide diyarkirin ku PDK’ê rûyê rastiyê vedişêre. Pirsa ku di hişmendiya mirovan de bi israr li bersiva xwe diger gelo çima PDK’ e di vê kiryarê de israr dike. Bi yek hevokê mirov dikare bibêje ku rojnamevan li gorî daxwaza PDK’ê tevnagerin ji bo wê tên hedefgirtin û revandin. Ji ber vê her roj li Başûr Kurdistan rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin.”