Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Til Birakê Yekemîn festîvala çanda Neteweya Demokratîk

12/11/2023
in Uncategorized
A A
Li Til Birakê Yekemîn festîvala çanda Neteweya Demokratîk
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Di bin dirûşmeya ‘Em ê bi rihê çanda Netewa Demorkatîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û azadiya fêzîkî a Rêber Apo misoger bikin’, Yekemîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk li navçeya Til Birakê  hat li dar xistin.

Desteya Çandê a Herêma Cizîrê, bi duruşmeya ‘Em ê bi rihê çanda Netewa Demorkatîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’, Yekemîn Festîvala Çandî û Hunerî ya Neteweya Demoratîk li dar xist. Festîval li navçeya Til Birakê a girêdayî bajarê Hesekê di 10’ê Mijdarê de hat li darxistin û 2 rojan dewam kir. Di festîvalê de Kurd, Ereb Suriyan, Ermen û Aşûr bi çand û hunera xwe ya kevineşopî beşdarbûn û festîval xemilandin. Her wiha di festîvalê de  Komên govend û stranan berhemên xwe pêşkêş kirin. Di heman demê de Helbest û şano jî hat pêşkêş kirin. Herwiha di çalakiyên festîvalê de Pêşengehên pirtûk, xwarinên kevneşopî, hespên Resen û deve hatin pêşandan. Bi rihê Netewa Demokiratîk hemû pêkhatên bakur û rojhilatê Suriyê di festîvalê de kom bûn.

Derbarê Yekemîn Festîvala Çandî û Hunerî ya  Netewa Demokiratîk helbestvanê Ereb Salih Elherher û endama Yekîtiya Suriyaniya ya bajarê Qamişlo Sebah Şabo ji rojnemeya me re axivîn.

Salih Elherher di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ruxmî rewşa ku herêm tê re derbas dibe lidarxistina festîvalekê wiha gavekî dîrokî ye û wiha pê de çû: “Çandên li Sûriyê û Mezopotamiyayê  temenê wê zêdetirî 4 hezar sale. Ev festîval wê balê dikşîne ser şaristaniya herêmê. Rêveberiya Xweser yek laş e û xezîneya dîrokî a hemû çand, ol û mezheban e. Her wiha armanc ji festîvalê ew e ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin cem hev û çandên hev nas bikin. Fikrê Rêber Apo hişt ku îro tevahiya pêkhateyan li vir kom bibin.”

‘Felsefeya wî jiyaneke demokratîk û bi rûmet dide’

Helbestvan Salih Elherher wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Festîvala Çand û Hunerê bi navê Netewa Demokiratîk hat lidarxistin, ev felsefeya jiyanê ya ku Rêber Adullah Ocalan daniye, jiyaneke demokratîk û bi rûmet pêşkêşî her mirovekî  dike, mafê her kesî dide ku bi ziman û çanda xwe ya zikmakî bijî. Herwiha ev felsefe wekheviya rastîn di navbera zayendan de misoger dike. Bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan xwestin rê li ber vê felsefeyê bigirin., li armanca wan pêk nehat. Em wekî pêkhateyên Ereb, Kurd û Suriyan û hemû pêkhateyên li bakur û rojhilatê Suriyê bi rihê demokiratîk dijîn.”

‘Rihê demokiratîk  û biratiya gelan wê bi serkeve

Derbarê heman mijarê Sebah Şabo diyar kir ku ji ber kombûna tevahiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Suriyê kefxweşin û wiha got: “Tevlîbûne me di festîvala Çand û Hunerî ya ku bi navê Netewa Demokiratîk li navçeya Til Birak ku hat li dar xistin, ji bo me û ji bo hemû pêkhateyan moral û danasîna çand û hunerê bû. Di festîvalê de xuyakir ku çiqas rihê demokiratiyê û biratiya gelan xurte.  Her wiha Neteweya Demokratîk jî modeleke ku nexweşiya desthilatdarî, netewperestî, zayendperestiyê red dike. Li şûna hişmendiya netew dewlet a yek ziman, yek çand, yek ol, yek al û hwd, pir zimanan, pir çandan û pir nijadan digre nava xwe. Ji lewre modela Neteweya Demokratîk weke modeleke çareseriyê ku têkiliyên civakî yên bi hezaran sal ji rastiya xwe hatine berovajîkirin sererast dike, civakê vedigerîne cewherê wê.”

‘Em ê çanda kevneşopî zindî bikin’

Endama Yekîtiya Suriyaniya ya bajarê Qamişlo Sebah Şabo wiha dawî li axaftina xwe anî û got: “Armanca me ji vê festîvalê ew bû ku hemû pêkhateyên Kurd, Suriyan, Ermenî, Aşûrî û Ereb bibin destek, herwiha bê zanîn ku tu ferq û cûdahî di navbera wan de tune ye, di heman demê de em wekî pêkhateyên Suriyanî spasiya Rêveberiya Xweser dikin, ji bo piştgiriya wan ji hemû pêkhateyên bakur û rojholatê Suriyê re da ku li çand û hunera xwe vegerin û hîn zêdetir ew çandên kevneşopî bidin zindîkirin.”

Post Views: 48
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.