Rojnameya Ronahî

`Radiyoya Orkêş dengê jiyanê ye`

Ayşa Silêman/Silêman

Radiyoya Orkêş ku di 1`ê Îlona 2014`an de li bajarê Amûdê dest bi weşana xwe kir, di nava civaka kurd, ereb û Suryan de pir hatiye hezkirin û bûye dengê rast ê pêkhateyên Amûdê. Rêveberê Radiyoya Orkêş Sebah Yasîn diyar kir ku Radiyoya Orkêş dengê civakê temsîl dike û got, Orkêş dengê jiyanê û hêza civakê ye.

 Radyoya Dengê Orkêş di Îlona  2014’an de dest bi weşana testê kir û di 5’ê îlona 2014’an de bi awayekî fermî li Amûdê dest bi weşanê kir. Navê Dengê Orkêş ji Girê Orkêş ê dîrokî ango bi navê Girê Moza tê naskirin hatiye girtin. Li vê herêmê Beriya Zayînê bi hezarên salan şaristaniya Hûriyan ku li tevahiya herêmên Sûriyeyê belav bibû serwer bûn. Ji bo ku çanda resen a gelên Mezopotamya û şaristaniya Hûriyan careke din were nûjenkirin, ev nav lê hatiye kirin. Dengê Orkêş ji bo xwe xeta Şoreşa Rojava wekî bingeh armanc kir. Her dem bi serkeftinên şoreşê re bû yek û ji bo dengê Rojava yê rast bigihîne tevahiya civaka kurd, ereb û suryanî hemû hewldanên xwe dike.

Derbarê kar û xebatên Radiyoya Dengê Orkêş rêveberiya radiyoyê Sebah Yasîn ji Rojnameya Ronahî re axivî

Kar û astengiyên Radiyoya Orkêş

Sebah Yasîn diyarkir ku Karê radiyoyê  parastina çand û  dîrokê ye û wiha got: “Radiyoya Orkêş jî wek hemû beşê raghandinê li Rojava, di destpêka avakirinê de zehmetî kişandin, ji ber ku karê ragihandinê karekî çandî û fikriye,  divê mirov herdem di nava lêgerînê de be, ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku karê ragihandinê zehmetire ji wan karê din, herwiha karê ragihandinê karekî nû bû di nav civaka Rojavayê  Kurdistanê de,  ji ber ku berî Şoreşa 19`Tîrmehê ev kar nebû, her kes bi tirs nêzîk dibû, li kêlek vê yekê me gelek zehmetî ji aliyê teknîkê ve dîtin, hin caran alav ji me re pêwîst bûn, lê demek dirêj dixwest heya ku digihan me. Herwiha ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser amûrên me yên teknîkê me gelek zehmetî kişand, heta niha jî ev êrîş berdewamin.”

 `Radiyoya Orkêş dengê jiyanê ye`

Sebah derbarê xebatkarên radiyoyê wiha got: “Di dema niha de 14 endamên radiyoyê hene, 6 ji wan jin û 8 xortin. Bi giştî em dikarin bêjin 18 bernameyên me yên tên weşandin hene, bernameyên me yê ku rojane sibehê derdikevin, li ser hemû beşên civakê ne, mîna bernameyên zarok, ciwan û jin jî hene, di heman demê de yê siyasî û analîzkirina rewşa siyasî, fikirî, bîrdozî û hunerî jî hene, herwiha eger pirsgirêkeke civakê hebe tên dighînin radiyoya me, guhdar û daxwaza çareseriya wê pirsgirêkê dikin. Dan û standina me jî bi guhdaran re qutnabe, rojana nûçegihanên me di nav bajar de digerin û têkiliyê bi civakê re dikin, eger daxwazek, rexnek û mijarake wan hebe bixwazin bighînin me, em ji wan re pêşkêş dikin, ji destpêka meha Îlonê ve me dest bi weşana xwe ya nû kiriye, bernameyên ku me di weşana kevin de pêşkêş dikirin di weşana nû de em radikin û nema pêşkêş dikin, herwiha di weşana me ya nû de ,bernameyên nû lê hatin zêdekirin, wek şevbuhêrka Orkêş, dengbêjî, çîrokên dengbêjan û bernameyên li ser bîrdozî jî zêdebûne, hêviya me ew e ku çawa Orkêş bûye dengê jiyanê, bibe hêza civakê jî.”