Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ebdo Resûlo sazbend û parêzvanê çanda resen

12/11/2023
in Uncategorized
A A
Ebdo Resûlo sazbend û parêzvanê çanda resen
Share on FacebookShare on Twitter

Di şikefteke kevnar de xortê Efrînî Ebdo tembûrên ku saz, awaz û çanda welatê wî diparêze çêdike. Ebdo çêkerekî tembûra ye ku di şert û mercên zehmet de tembûran çêdike.

Zana Roj/ Şehba

Ebdo Resulo, ji gundê Keferdelê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ye. Dema koçberî Şehbayê bûne dest bi xebatên çêkirina tembûran kir. Ebdo bavê Sê zaroka ye û li gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrawa jiyan dike.

‘Ji darên hişk tembûran çêdike’

Ebdo di destpêkê de anî ziman ku ji mereqa lêdana tembûrê ew fêrî çêkirina amûrê jî bû û wiha got: “Piştî ku em bi darê zorê ji Efrînê derketin. Em weke malbat li gundê Ziyaretê bi cih bûn. Kar û malên me hemû li pey me man û me dest bi jiyaneke nû li ser esasê vegera Efrînê saz kir. Lê belê şert û mercên jiyanê li vir gelek zehmet bûn. Ji bo xwedî kirina malbatê pêwîstî bi kar heye. Ez ji darên hişk tembûran çêdikim, ango ez ji amûra tembûrê pir hez dikim. Her wiha hezkirina ji saza temûrê ew meraqeke cuda ye. Rojek ji rojan min ji xwe re got “Çima ez tembûran çênakim?” Li ser vî bingehî min ev yek ji xwe re weke kar girt dest û hezkirina min roj bi roj mezin dibû”.

‘Ji pêkanîna xeyalê zarokekî min destpêkir’

Ebdo anî ziman ku yekemîn amûr da çêkirin ji zarokekî re bû û wiha domand: “Cara ewil min dest bi çêkirina tembûrê kir, ew jî li ser daxwaza zarokekî ku gelek meraqê wî li ser hebû min çêkir. Bi derfetên kêm min textên kevin yên di malan de kom kirin û min tembûreke biçûk li gor temenê wî zarokî çêkir. Niha ew zarok bûye sazbendekî herî jêhatî. Bi vê gavê êdî îlhama min mezintir bû û wiha ev kar hat destpêkirin.”

‘Ji tûnebûnê hebûn tê afirandin’

Ebdo diyar kir ku di herêma Şehbayê de çêkirina tembûran karekî gelek zehmete û wiha got:”Li ser giştî herêma Şehbayê û gundewarên Şêrawa dorpêça hikumeta Şamê heye. Û di rewşeke wiha de çêkirina tembûrekê gelek zehmetî û ked dixwaze. Text û alavên taybet yên pêwîst em nikarin bi hesanî peyda bikin. Her tembûrek ku heyanî bê amede kirin herî kêm 3 mehan dem dixwaze. Di halê hazir de textên ku di nava gel de nayên bi karanîn ez kom dikin û ji wan tembûran derdixim. Dukaneke min a taybet ya kar nîne. Ez di mala xwe de di şikefteke gelek kevnar de karê çêkirina temûran dikim. Her kes matmayî dimîne, lê belê tiştekî ne xeyaliye. Em mecbûrin li gor rewşa heyî tev bigerin û ji tûnebûnê hebûnê biafrînin. “

Post Views: 50
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.