Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Huner beşa herî girîng a jiyana mirovan e’

12/11/2023
in Uncategorized
A A
‘Huner beşa herî girîng a jiyana mirovan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Pergala mêrsalar û kevneşopiyên civakê gelek jin ji qada hunerê dûr xistine. Hunermend Mehşîd Muşehşehî dibêje: “Tevî rêgiriyê jî jin dikarin bi riya amûrên muzîkê cihê xwe di dîroka hunerê de bigrin.”

Amûrên muzîkê her yek ji wan xwedî dîrokek kevnar e. Gelê Kurd jî xwedî çend cure amûrên muzîkê yên weke dahol, erbane, saz, tembûr û hwd. e. Lê belê ji ber zordestiya aqilê mêrsalarî û kevneşopiyên berê li ser civaka Kurd, bûye sedem ku hinek amûrên muzîkê, bi taybetî ji bo mêran be. Bi taybetî dahol. Jin dikaribûn amûrên muzîkê yên weke saz, tembûrê lêbidin û çanda Kurd biparêzin.

‘Di nava civakê de xebatên hunerî ji bo jinan şerm tê dîtin’

Mehşîd Muşehşehî  ya ku amûra muzîkê tembûrê lê dixe diyar kir ku ji ber malbata wê, bi taybetî bavê wê hunermend e li tembûrê dide û ji biçûkatiyê ve bi amûrên muzîkê mezin bûye û 4 sal in li tembûrê dide, der barê rola jinan a di hunerê de wiha got: “Em jin hêza me di nasîna amûrên muzîkê yên kurdewarî de heye. Lê belê li Başûrê Kurdistanê li hemberî jinên ku bixwazin bikevin nava qada hunerê rêgirî heye.”

‘Serkeftina jinan ji bo civakê dibin destkeftî’

Mehşîd Muşehşehî da zanîn ku gelek caran dema jin di hunerê de astek bilind bi dest dixin, ji aliyê beşeke civakê û dewletên dagirker ve hewl didin asta hunerê ya jinan kêm bikin. Ji ber ku dizanin serkeftina jinan ji bo civakê dibe destkeftî û civak azad dibe. Ji ber wê jî dixwazin pêşî li azadiya civakê bigrin û wiha domand: “Tembûr û saz her dem di dîroka Kurdan de hebûne û bûne dengê azadî û xebatê. Niha jin di lêdana amûrên muzîkê de gelek baş in. Ji bo wan her du amûran hewldana parastina wê didin lê belê lêdana tembûr û erbaneyê, li Başûrê Kurdistanê ji ber kevneşopiya ku heta niha hatiye kêm e.”

‘Li Başûrê Kurdistanê di hişmendiya mêrsalar de guherîn tune ye’

Mehşîd Muşehşehî destnîşan kir ku li parçeyên din ên Kurdistanê guherînek di hişmendiya mêrsalar de tê dîtin lê belê ev guherîn hê li Başûr bi awayek berbiçav çênebûye û wiha got:“Dema ku ew jî dibînin  jin hewl didin vê hişmendiyê biguherînin aciz dibin. Jin bi awayê xwezayî bi hunerê tê dinyayê ji ber hestên jinan ên xweş hene. Ez di wê baweriyê de me ku dema jin bixwazin û hewl bidin dikarin bibin hunermendên herî baş. Ji ber ku huner beşa herî girîng a jiyana mirovan e. Yek ji wan riyên ku em dikarin şoreşê bi pêş bixin, riya hunerê ye. Di civaka Kurdistanê de jinên me yên pêşeng gelek in, hewl dane çanda Kurdan bi amûrên dîrokî ber bi pêşve bibin. Ez jî hewl didim bibim pêşeng û riyeke ji bo jinên ku dixwazin werin nava qada hunerê bibînim. Hêvîdar im ew jinên ku rastî rêgiriyê tên, li hemberî wê rêgiriyê rawestin û beşdarî qada hunerê bibin.”

Post Views: 93
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.