Rojnameya Ronahî

CÎhan Cîlo : Planên qirkirinê bi dawî nebûne û berxwedan Jî Berdewam E’

Şaho Gabar /Qamişlo

Bi saya berxwedana cangoriyên azadiyê yên ku ji kaniya felsefeya azad ya Rêber Apo av vexwarine, beriya 8 salan Şengal ji destê çeteyên herî xeter di cîhanê de rizgar bû. Hevseroka Rêveberiya Xweser A Demokratîk A Şengalê Cîhan Cîlo diyar kir ku tevî berdewamiya hemû hewldanên qirkirinê jî, civaka Êzidî  li ber xwe dide û pergala xwe ya Xweseriya Demokratîk xurtir dike.

Komkujiya Şengalê ji komkujiyên herî hovane di dîroka mirovahiyê ya nûjen de ye. Li gel giraniya vê komkujiyê, ji aliyê civaka navdewletî ve îxanetek hebû, dîsa jî hêzên herêmê gelê Şengalê wek şûr firotin terora cîhanê ya DAIŞ‘ê. Roja 3‘yê Tebaxa 2014‘an de çeteyên DAIŞ‘ê dest bi êrîşên li ser gundên Şengalê kir; wekî Gurzêlê, Sîba Şêx, Rembûzî, Til Benat û Koço kirin. Gundiyan, bi taybet li Gurzêlê û Sîba Şêx li hemberî êrîşan li ber xwe da û gelek welatî şehîd bûn. Di şeva êrîşê de komek ji kesayet û rûspiyên Şengalê serî li navenda fermandarên PDK‘ê ya li herêma Şerfedîn da, da ku erka xwe bi cih bînin û êrîşan bibersivînin, lê fermandarên PDK‘ê tu bersiv nedan û hewl dan şandeyê ji vê rewşê rihet bikin. Di saetên berbanga sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê ber bi bajêr ve pêşde ketin, çekdarên PDK‘ê ku hejmara wan bi qasî 18 hezar bûn, ber bi parêzgeha Dihokê ve reviyan, yên ku nedikarîbû bireve jî xwe spartin Yekîneyên Parastina Gel li Rojava.

Gel di nav lepên çeteyan de ma

Gelê Şengalê û bi sedan malbatên koçber ên Mûsil û Tilefer û navçeyên ku li Şengalê diman bê çare man, tenê çiyayê Şengalê wekî rêya xilasiya ji mirinê dîtin û di bin germahiya havînê de û bi meş li ser lingan xwe spartin çiya. Di saetên destpêkê yên sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Şengalê dagir kir, her kesê li pêşiya xwe dîdîtin qetil dikirin, jin û zarok direvandin û pîrozgehên êzidî teqandin û şewitandin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo xilaskirina êzidiyên li çiyayê Şengalê korîdoreke mirovî vekir. Bi sed hezaran kes ji komkujiyan rizgar kirin û ew gihandin kamp û gundên ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina wan vala kiribûn. Di vekirina vê korîdorê de 150 şervanên YPG û YPJ‘ê şehîd bûn. Li aliyekî din jî li çiyayê Şengalê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê  û kesên ji Şengalê yên dilxwaz, parastin dikirin.

Di 13’ê Mijdara 2015’an de bi qehremanî û berxwedaneke mezin, bi pêşengiya gerîlayên azadiyê , YBŞ , YPG û YPJ’ê Şengal  ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî wê gelê Şengalê xwe bi rêxistin kir û pergala xwe ya Xweseriya Demokratîk av kir. Lê heta niha jî planên qirkirina civaka Êzidî bênavber dewam dike, li hemberî wê jî gelê Şengala asta berxwedan û têkoşînê bilindtir dike.

Derbarê salvegera 9’mîn salvegera rizgarkirina Şengalê, palnên li dijî gelê Şengalê û berxwedana gel hevseroka Rêveberiya Xweser A Demokratîk A Şengalê Cîhan Cîlo ji rojnameya me re axivî.

Cîhan Cîlo diyar kir ku armnaca êrîşên ser Şengalê qirkirina civaka Êzidê bû û wiha domand: “Çeteyên DAIŞ’ê bi pilaneke navdewletî û herêmî di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal kirin, di wan êrîşan de gelek komkujî li dijî civaka Êzidî pêk anîn. Armanca sereke ji komkujiya Şengalê jî, qirkirina civaka Êzidî bi giştî bû. Yên ku alîkariya çeteyên DAIŞ’ê di komkujiyê de kirin ji her kesî re eşkere bûn. Armanca dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê  ji destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê,  qirkirina civaka Êzidî, dagirkirina Şengalê bû. Lê bi saya berxwedana şervanên azadiyê yên ku li ser banga civaka Êzîdî berê xwe dan Şengalê, Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû û planên dewleta Tirk û PDK’ê têk çûn.”

 ‘Civaka Êzidî xiyaneta PDK’ê ji bîr nake

Cîhan da zanîn ku yên Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin YPG, YPJ û Gerîlayên Azadiya Kurdistnê bûn û wiha pê da çû: “Yên ku Şengal ji çeteyan rizgar kirin YPG, YPJ’ê û Gerîlayên Azadiyê bûn, herwiha yê ku xiyanet li Şengalê kir jî malbata Barzanî bû, ev rast ji her kesî re eşkere bûye. PDK’ê bû sedema komkujiya Şengalê û gelê Êzdî tu carî xiyaneta wê ji bîr nake, hertişt wê di dîrokê de wê bê nivîsandin.”

’Dewleta Tirk  û PDK’ê dixwazin komkujiya Şengalê dewam bikin’

Cîhan da xuyakirin ku dewleta tirk a dagirker bi riya armancgirtina pêşeng û berpirsên Rêveberiya Xwesr A Şengalê , hewil dide ku komkujiya 3’ê Tebaxê berdewam bike  û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Şengalê bi saya keda keç û xortên Şengalê wê destkeftiyên mezintir bidest bixe û planên PDK’ê û dagirkeriya Tirk wê têk biçin. Me heval û duijminê xwe ji hev naskiriye. Armnca sereke ya avabûna Rêveberiya Xweser a Şengalê, rêvebirina Şengal ji aliyê gelê wê ve, çaresrkirina tevahiya pirsgirêkaên gel û parastina Şengalê ye, herwiha pêkanîna yekîtiya gelê Şengalê ye.”

‘Heta dawiyê wê berxwedan berdewam e’

Hevseroka Rêveberiya Xweser A Demokratîk A Şengalê Cîhan Cîlo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dîroka 13 mojdarê şengal ji destê hovan rizgar bû û ala azadiyê li ser hat bilnidkirin, Em roja rizgarkinirna Şengalê li Rêber Apo, Gerêlayên Azadiyê, YJAStar, YPG’ê, YPJ’ê, Şehîdên ku di oxira rizgarikirina Şengalê de canê xwe feda kirin û tevahiya gelê Şengalê Pîroz dikin. Ev roj ji bo me Êzîdiyan roja vejînê ye. Di dîroka civaka Êzidî  de cara yekê ye ku hêza me çêdibe û li hibemberî  dijimin berxwedanî û tekoşîn tê kirin, herwiha ev cara yekê ku yekîtiya civaka Êzidê tê avakirin. Û bi bûneye roja rizgarikirina Şengalê dîsa jî em soz didin tevahiya gelê xwe ku em ê heta dawî li ber xwe bidin û planên dijim vala derxin.”