Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanc ji Pêngavê parastina  civakê ye’

12/11/2023
in Uncategorized
A A
‘Armanc ji Pêngavê parastina  civakê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hêzên Ewkeariya Hundirîn a Bakur û Rojhlatê Sûriyê di 27’ê Cotmehê de dest bi pêngava ‘Tolhildana Şehîdên Hêzên Dijî Madeyên Hişbiriyê’ kirin. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku armanc ji destpêkirina vê pêngavê parastina ewlekariya civakî ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Di 27’ê  Cotmehê de dest bi pêngavya ‘Tolhildana Şehîdên Hêzên Dijî Madeyên Hişbiriyê’ kir.

Ji  bo parastina ewlehiya civakê û rêgirtina li hemberî belavbûna madeyên hişbir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê dest bi pêngava Tolhildana Şehîdên Hêzên Dijî Madeyên Hişbiriyê kir.

Di pêngavê de firoşkar, qaçaxçî û bikarhênerên madeyên hişbir bûn armanc û 42 kes hatin hatin girtin û  qaseyek mezin ji madeyên hişbir hate desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî amarên ku di pêngavê de  hatine desteserkirin  ragehand û wiha bû:

557000 hebên kaptagon, 60 kefên heşîşê, 2 çekên kilaşînkovê, 13 cercûrên kilaşînkov, 3 damanceyên 9mm, 5 narincok, 6 Cercûrên damanceyê, 10 çekên spî, Kirîstal mîs 2 kîlo û 700 kg, 261mermiyên kilaşînkovê, 53 mermiyên eyar 9 mm, 41 mermiyên BKS, amûrên bikaranîna hişbirê û 23 telefon.

Têkildarî pêngavê fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rojnameya me re axivî.

‘Armanc ji pêngavê parastina ewlehiya civakê ye’

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku armanc ji destpêkirina Pêngava ‘Tolhildana Şehîdên Hêzên Dijî Madeyên Hişbiriyê’ ji bo parastina ewlehiya civakê ye û wiha domand: “Em dizanin ku li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer bi hemû awayên xwe tê meşandin, çi şerê leşkerî be an jî yê taybet û derûnî be. Lewma me dest bi vê pêngava ewlekariyê kir. Armanca sereke ya pêngavê ew e ku civaka me jiyanek durist, bi ewle û bê madeyên hişbir derbas bike.  Herwiha em tekez dikin ku wê pêngava dilsoziyê ya ku ji bo şehîdên me yên li Hemze Begê şehîd bûne hatiye destpêkirin, wê temamkirina riya ku dest pê kirine di şerê li dijî hişbirê de. Pêngav hemû herêmên me dike armanc û me di daxuyaniya ku derbarê pêngavyê belav kiribû de piştrast kir. Sedema destpêkirina wê li Reqayê ew e ku Reqa xwedî cihekî istratîcîke û ew bajarê ku hema hema di nîvê herêmên Rêveberiya Xweser de ye. Herwiha ev bajar di navbera hemû herêman de ye û me agahiya ku li ser amadekariyên operasyonên qaçaxçîtiya madeyên hişbir ên ku wê li Reqayê pêk werin û veguhestina wan bo herêmên din bi dest xistin.”

‘Hemû beşên Ewlekariya Hundirîn bêşdarî pêngavê bûne’

Rêveberiya Hêzên Ewlekariyê anî ser ziman ku hemû beşên Hêzên Asayîşê beşdarî pêngava Tolhildana  Hêzên Dijî Madeyên Hişbiriyê yên Hemzebegê bûne û wiha doman: “Dagirkera Tirk şerekî taybet li dijî gelê me dide meşandin, bi taybet belavkirina madeyên hişbir  li herêmên bakur  rojhilatê Sûriyê. Tişta herî girîng ew e ku  weke Hêzên Ewlekariyê li himberî vî şerî xebatê xurtir bikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû beşên xwe yên cuda tevlî vê pêngavê bûne , di serî de Hêzên Dijî Madeyên Hişbir, Hêzên Operasyonê û Asayîşa Jinê. Li aliyekî din jî  ji bo zêdekirina hişyariya gelê me li ser metirsiyên vê nexwşiyê û encamên neyînî wê çi bin li ser aramî û ewlehiya civakê me kiliyên hevbeş bi hemû saziyên pêwendîdar ên di nava Rêveberiya Xweser de binyad kir û li gor van têkiliyên hevbeş em tev digerin. ”

‘Armancgirtina Akademiya Hêzên Dijî Madeyên Hişbiriyê, ji bo qelskirina xebatên ewlekariyê ye’

Rêveberiya Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku êrîşa ku li ser Akademiya Hêzên Dijî Madeyên Hişbiriyê ya ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat pêk hat, armanc jê lawazkirina xebata Asayîşê ye û wiha got: “Hedefgirtina Akademiya Têkoşîna Dijî madeyên hişbirê bi rêya balefireke şer a dewleta Tirk û şehîdxistina 29 endaman, bi taybet aramî û ewlehiya civaka me bû hedef, hedefgirtina hêzên Dijî madeyên hişbirê ji bo qelskirina xebatên ji bo tunekirina madeyên hişbir bû, lê em di Hêzan Ewlekariya Hundirîn de vîn û îradeya me zêde bû ji bo temamkirina erka xwe ya rakirina madeyên hişbir û parastina civaka xwe ji xetereyên wan e. ”

‘Divê gel bi Pêngava Hêzên Ewlekariyê re bibin alîkar‘

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ji bo pêngava dijî madeyên hişbiriyê bi rêk û pêk bimeşe divê gel bibe destek ji Asayîşê re û wiha bi dawaî kir: ” Em hertim giringiyê didin rola milet di piştevaniya hêzên xwe de di hemû pêngav û çalakiyên ku em dikin de, û banga me ji milet re ew e ku her tiştê ku şik û gumanan li ser bikaranîna madeyên hişbir û belavkirina wê de çêdike ragihînin. Ji ber ku hevkariya di navbera hêzên me û gel de sedema sereke ya bidestxistina civakeke ewle û bê madeyên hişbir e.”

Post Views: 143
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.