Rojnameya Ronahî

‘Dewleta Tirk a dagirker Tevahî zagonên navneteweyî bin pê dike’

Birûc Resûl/Qamişlo

Arîfa Bekir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên dijmirovî li dijî gelên herêmên bakur û rojhilatê Suriyê pêk tîne û got, dewleta Tirk a dagirker di êrişên yên hovane de bênesaziya herêmê dike hedef û dixweze  îradeye gelên herêmê bişkîne.

Ji despêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker ji bo kûrkirina aloziyê û dagirkirina herêmê êrişên xwe pêk tîne. Dagirkeriya Tirk ji pêkanîna planên xwe, despêkê sînor li ber çeteyên DAIŞ’ê vekir û ji tevahiya cîhanê çete derbasî Sûriyê kir, piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê, dagirkeriyê  bi rûyê xwe yê eşkere û bi hinceta herêmên bi ewle êrişî herêmên bakûr û rojhilatê Sûriyê kir û heta niha êrişên wê berdewamin. Di êrîşên wê yên dawî de, bi balafirên xwe yên bêmirov bênesaziya herêmên bakur û rojhilatê Suriyê dike hedef. Di êrişên dewleta Tirk ê ji 5’ê Cotmehê ve bi dijwarî li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatibû, 2 jê zarok 48 kes şehîd bûn. Her wiha dewleta Tirk ji binesaziyên heremê êriş bir ser 17 jêderên petrolê, 11 stasyonên enerjiyê, 2 navendên tendirustiyê, navendeke nan, 48 dibistan, zêdeyî deh tesîsên pîşesaziyê ji kargeh û pargîdanî jî bûn hedef.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û hedefgietina bênesaziyên herêmê Arîfa Endama Mecilisa Giştî ya Partiya Demokiratîk (PYD) Arîfa Bekir ji rojnemeya me re axivî.

Arîfa Bekir da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanêna planên dagirkeriyê, êrişên xwe yên li ser herêm berdewam dike û wiha got: “Dagirkeriya Tirk êrişên xwe yên li ser  Rojava û Başûrê kurdistanê dewam dike, armanca wê têkbirina Îradeya gelê Kurd e. Di êrişên ku di 5’ê Cotmehê dest pê kir, dagirkeriyê  binesaziyên herêmê kir hedef.  Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe rojane herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike hedef. Êrişên dagirkeriyê zirarên pir mezin gihandiye gelên herêmê, di êrîşa wê ya dawî de stasyonên elektirîkê , petrol û avê bûn hedef û  nêzî 1 milyar dolar zirar gihişt binesaziya herêmê.”

 ‘Berxedaniya gel pilanê dewleta Tirk vala derdikevin’

Arîfa di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî ku ji ber êrîşên dagirkeriyê gel di nava zehmetiyan de jiyan dike jî, lê îradeya gel xurtir bû û dest ji axa xwe bernda. Bi berxwedana gelên herêmê armanca dagirkeriya Tirk têk çû. Dewleta Tirk di hundirê xwe de gihîştiye asta têkçûnê, di aliyên siyasî, aborî û civakî de kirîzeke pir kûr jiyan dike. Ji bo ku kirîzên di hundirê xwe de veşêre, êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Gelên herêmê ji Şihbayê heya Dêrikê, hem jî saziyên ku di bin xizmeta gel de kar dikin berxwedanî û îradeyekî pir mezin dan nîşandan.Tevî ku dewleta Tirk zarokan qetil dike, mafên jinan bin pê dike û bênesziyên herêmî jî têk dibe, lê rêxisitnên mafên mirovan bêdengin.”

 ‘Heya Rêber Apo fîzîkî azad nebe, doza gelê kurd jî çare nabe’

Arîfa Bekir di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û wiha pê de çû: “Armanc ji van sûcan şikandina vîna gelan e, di heman demê de şikandina moralên gel da ku teslîm bibe û gelê kurd vegerînin wekî beriya 5 hezar sal. Her wiha dixwezin pilana li ser Rêber Apo winda bikin, ev 25’sal Rêber Apo di girtîgiha Îmraliyê de birxwedaniyek bê hempa kiriye. ji ber vê yekê roj bi roj tecrîda li ser Rêber Apo zêdi dibe, ev jî bandoreke mezin li ser tevahî gelan kiriye. Doza Rêber Apo bûye dozeke cîhanî ku hemû saziyên demokiratîk piştgiriya azadiya Rêber Apo dikin. Wek pêngava vê dawîyê a bi navê însyatîfa gel ku her kes piştgiriya vê pêngavê dikin,  her wiha heya ku Rêber Apo fîzîkî  azad nebe, doza gelê kurd jî çare nabe.”

‘Banga me li rêxistinên mafê mirovan ku dawî li dagirkeriyê bînin’

Endama Mecilisa Giştî ya Partiya Demokiratîk (PYD) Arîfa Bekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin, jinan ji bo bigihêjin vê qonaxê gelek berdêl dan û bi hezaran şehîdên jin hene, bi armanca têkbirina tecrûbeya jinan a ku li Sûriyê û Rojhilata Navîn bûye nimune, bi hemû rêbazan êrîş li wan hate kirin. Li ser vê yekê jinên pêşeng û têkoşerên azadiyê kirin armanc. Li ser vê bingihê Banga me li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê hene da ku destwerdanê bikin, dawî li dagirkeriyê bînin.