Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ciwanên Efrînê: Dîwarên Îmraliyê wê bi hêza ciwanan bê şikandin

12/11/2023
in ROJEV
A A
Ciwanên Efrînê: Dîwarên Îmraliyê wê bi hêza ciwanan bê şikandin
Share on FacebookShare on Twitter

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Herêma Efrînê piştgiriya xwe ji pêngava cîhanê ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ragehandin û gotin, wê bi rihê ciwanên serdemê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe.

Vîndar Roj/ Şehba

Bi ragehandina pêngava cîhanî ya ‘Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tavahî tevger û gelên herêmê dest bi çalakiyên piştgiriya pêngavê kirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê weke hêzeke bingehîn ya xwedîderketina li doza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê destgirtin. Li ser vê bingehê tavahî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çalakiyên nîtalîk ji bo azxadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirine. Ciwanên Efrîn û Şehbayê jî ji van çalakiyan ne qutin û bi awayekî aktîv çalakiyan li dar dixin.

Têkildarî piştgiriya ciwanên herêma Efrîn û Şehbayê ji pêngavê re, endamên Tevgera Ciwanan Şoreşger Rolyana Mihemed û Ebdulqadir Erûs ji rojnameya me re axivîn.

‘Faşîzma Tirkiyê wê neghêje armanca xwe’

Rolyana Mihemed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi hêza cewana wê  tecrîda giran ya ku li ser Rêber Apo tê ferizkirin, bê şikandin û wiha got: “Faşîzma Tirkiyê li ser Rêber Apo tecrîdeke girankirî dide meşandin. Armanca wan ji tecrîda têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e. Dagirkeriya Tirkiyê dema ku dibîne gelê kurd li ser asta cîhanê xwe isbat kir, tecrîdê girantir dike. Ji derveyî girankirina Tecrîda li ser Rêber Apo, tiştek di destê dagirkeriya Tirk de nema ye. Ji lewra bi girankirina  tecrîdê hêz û îradeya gelê Kurd hedef digire. Tevî van polîtîkeyan hemûyan faşîzma Tirkiyê negihîştiye armanca xwe û wê tu carî jî  neghêje. Bi hêza ciwanên Apoyî wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serkeftina doza Kurd misoger bibe.”

‘Li hemberî dijmin wê hêza ciwanan li eniya pêş be’

Rolyan destnîşan kir ku di oxira vê têkoşînê de wê ciwanên serdemê di eniya pêşîn de bin û wiha got: “Di Tevgera Azadiyê de û di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ciwanên têkoşer her tim cebheya yekemîn ya şoreşê girtine û oxira vê dozê de bûne milîtanên azadiyê. Di şerê li hemberî faşîzmê de û di oxira vê têkoşînê de, wê her tim dijmin ciwanên serdemê me di eniya pêşîn de li hember xwe bibînin.”

Dîwarên Îmraliyê hilweşîne cenga azadiyê bi ser bixe

Abdulqadir Erûş jî  derbarê çalakiyên ciwanan yên ji bo pêngavê wiha got: “Tevgera Ciwanên Şoreşger hêza yekemîn ya şoreşê temsîl dike. Her wiha di hemû pêngav û hemleyên ji bo azadiya Rêber Apo hatine destpêkirin, ciwanan rolekî pêşeng di asta giştî de girtine ser milê xwe. Wê di vê demê de jî tavahî çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bên kirin bi silogana ‘Dîwarên Îmraliyê hilweşîne cenga azadiyê bi ser bixe” wê bên orgenîzekirin.”

‘Li hemberî faşîzmê bibin agirê Mazlûman’

Abdulqadir Erûş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku heyanî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo  misoger nebe ew ê dest ji têkoşînê bernedin û got: “Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şikandina tecrîda li Îmraliyê armanca me ya yekemêne. Hêz û têkoşîna ku me ji îdeolojiya Rêber Apo wergirtiye û berxwedaniya ku me ji berxwedana zîndanan girtiye, wê her tim zindî bimîne û bibe riya rizgariyê. Em banga tavahî ciwanên Kurd û yên azadîxweaz dikin ku li hermberî faşîzmê bibin agirê Mazlûman û tevlî şoreşa mirovahiyê bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.