Rojnameya Ronahî

Gelo Tirkiye dixwaze bi vê rêyê biçe ku derê?

Volqan Elî

Di destpêka Îlona vê salê de kevneşopiyeke hêzên cîhanî hate bicihanîn: Civîna 20 Dewletên pêşketî. Wekî tê zanîn ev, her sal tê lidarxistin. Hêzên serdest ên cîhanê, li hev kom dibin nîqaş dikin ku wê keda gelan çawa dagir bikin, kîjan welatan xira bikin (jixwe di mejî û hişmendiya wan de ‘avakirin’ tine) û kêmasiyên wan çi bûne ku nekarîne hê zêdetir civaka cîhanî tengav bikin.

Bi kurtî ev civînên nav borî, li ser vê tewerê (mînval-esas) derbas dibin. Lê ev nayê maneyê ku di navbera wan dewletan bi xwe de nakokî tine. Em dikarin vê rewşê bişibînin komek gurên dev bixwîn ku nêçîra xwe kirine û li dardora nêçîra bê ruh maye, bûne xelek. Her yek li benda zeyifiya yê din e ku ew bi xwe zêde bixwe.

Werhasilî di vê civînê de biryarek hate girtin ku  di navbera Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewrûpa de korîdoreke aboriyê (!) were çêkirin. Nav jî li vê projeya nû hate kirin: IMEC.

Îmaretên Ereb ên Yekbûyî, Erebîstana Sûdî, Yekitiya Ewrûpayê, Fransa, Îtalya, Almanya ku ev rê wê di sînorên wan re derbas bûya mohra xwe li vê peymanê dan; û ya din jî DYE’ya ku ne li ser vê reyê bû jî  mohra xwe lê da.

Ev korîdor di heman demê de wê di ser Urdun, Îsraîlê re derbas be xwe bigihîne Qibrisê û li wê derê jî di ser Yewnanîstanê re li Ewrûpayê were girêdan.

Jixwe qiyamet jî bi serê Erdoxan de piştî vê daket. Bi qasî ji vê projeya mezin tê fêmkirin halê hazir Tirkiye ji derveyê vê dimîne. Ne bi tenê li derveyê proje dimîne grîngiya xwe ya stratejîk a berê wenda dike. Çi ye girîngiya stratejîk a Tirkiye?

Di dîroka qadîm de sê rêyên aborî-çandî ku Ewrûpayê li Asyayê girêdidin  hene: Rêya Qiral, Rêya Hewreşîm û Rêya Baharatê. Bi navgîniya van, dewlemendiyên sererd û binerd (çanda gelan) tên veguhestin. Dewletên serdest ji ber di kontrola wan de her tişt derbas dibe, feydeya ji keda gelan bi dest dixin, ew bi xwe dixwin.

Vaye ev rêya di navbera Hîndistan û Ewrûpa de jî wê qat bi qat zêdetirî van rêyên dîrokî rol bilîze. Ji Hindîstan û welatên Rojhilata Navîn, madeyên xav biçin (petrol û hwd.) Ewrûpa, ji wê derê jî wê teknîk were.

Wekî me got, piştî ku ev hinekê eşkere bû. Agir girte Tirkiye. Di cih de ket tevgerê. Jixwe têkiliyên wê yên li cem Rûsya û Îranê hebûn. Ev nîqaş her çendî di meha îlonê de eşkere bû jî, bi qasî tê gotin di meha Tîrmehê de hin tişt diyar bûne. Jixwe dema em niha bi van daneyan difikirin hinekê mirov wate didê. Erdoxan piştî vê, dîplomasiya xwe hema bêje firand. Hakan Fidan rojekê li Îranê bû, roja din li Iraqê bû. Ev havîn û çend mehên payizê wisa derbas bûn. Dema ku em van dibêjin, ne ku agahiyeke cuda pêwîst e. Şopandina nûçeyên rojane vê encamê li pêş çavan radixe.

Projeya alternatîf a Erdoxan çi ye? Ew dibêje “bila Hîndistan dîsa hebe, lê ne Îmarat û Erebîstana Sûdî bila rê di Iraqê re derbas be û di ser Tirkiyeyê re li Ewrûpayê were girêdan”. Dema em, têkiliyên dagirkeriya dewleta Tirk a sê salên dawî li cem PDK’ê û Iraqê tînin pêş çavan niyeta wê tê fêmkirin. Tirkiyê dixwaze bi vî awayî hemû cîhanê bike dijminê Tevgera Azadiyê û gerîlayên azadiya Kurdistanê. Ji ber ku dema projeyê bêbext ê Erdoxan were qebûlkirin ew welat neçar dimînin ji bo berjewendiyên xwe alîkariyeke temam bidin Tirkiyeyê. Jixwe niha Tirkiye bi çekên kîmyawî û atomî yên NATO’yê  li hemberê gerîla şer dike. Eger rêya Erdoxan di Iraq û Başûr re derbas be hemû cîhan wê neçar bimîne ser rêya xwe paqij bike. Wateya vê, ji bo Kurd Û gelên din qetlîm û kom kujî ye. Vaye niha Îsraîl ser rêya xwe paqij dike; rojê bi sedan zarok û mirovên bê guneh tên kuştin. Erdoxan dixwaze bi kevirekî herî kêm nêçîra du çûkan bike: Yek; li aliyekî berjewendiyên dewletên mezin ên cîhanê dayne û li aliyê din jî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dayne. Yanê projeya ‘Rêya Xwe’ bide qebûlkirin. Dema projeya wî were qebûlkirin ev dewletên mezin ên navên wan derbasbûne, dilê wan ji bo gelê Kurd zere-î misqal naêşe. Çawa ku ji Filîstîniyan naêşe!

Du; Erdoxan xeyal dike ku bi vê projegoka xwe derdora xwe û malbata Barzanî bigihîne jiyaneke cenetî.  Di vê têkoşînê de amûra herî bi hêz a Erdoxan hamaseta Hamasparêziyê ye. Ya din jî dibêje Îsraîl çima Filistîniyan dikuje? Bila nekuje, bihêlin ez Kurdan bikujim.

Lê ev tenê xeyala wî ya naxweşokî ye. DYE, Almanya, Fransa û heta bi Hîndîstanê projeya xwe çêkirine û hêdî hêdî dixin meriyetê. Ji ber wê yekê DYE dibêje “Em ji bo Îsraîlê ti xetên sor danaynin”. Girîngiya stratejîk a Tirkiyeyê (di rastiyê de Kurdistan) wê çendî karibe li ber vê projeyê bisekine wê dem û zeman nîşanî me bide.