Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê em ji bo Abdullah Ocalan gavên xurt bavêjin’

12/11/2023
in Uncategorized
A A
‘Divê em ji bo Abdullah Ocalan gavên xurt bavêjin’
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamentoya Ewropayê ya berê û Parlamentera Qibrisê Elenî Theocharoûs piştgirî dan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û got: “Divê em gavên hîn xurttir bavêjin.”

Parlamentoya Ewropayê ya berê û Parlamenterê Qibrisê Elenî Theocharoûs ku li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê pirtûkek bi navê ‘Roza’ nivîsandiye, diyar kir ku sala 1980’an bi saya Teofîlos Georgîadîs ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê re gotibû ‘şehîdê me ye’, gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd nas kiriye.

‘Ji bo azadiya abdullah ocalan divê em tiştên hîn bi bandortir bikin’

Elenî Theocharaoûs qala rojên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re maye û tiştên ku Mexmûr, Rojava û kampa Bekayê jiyan kirî, kir û nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Elenî Theocharaoûs wiha got: “Piştî tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ez nizanim ka baş e yan na, ti kesê ew nedîtiye. Kî/ê dizane gelo tenduristiya wî baş e, yan na! Ew wî bi tedbîrên wiha, konferans, deklarasyon û makaleyan nikarin azad bikin. Ez bawer dikim ku divê em di asta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tiştekê bikin. Piştî ku evqas sal li Îmraliyê girtî ma, tiştên ku li wî tên kirin dermirovî ne. Divê em hîn xurttir û şênbertir tev bigerin.”

Elenî Theocharaoûs helwesta hêzên navneteweyî û Parlamentoya Ewropayê weke “nankorî” nirxand û wiha got: “Ji bo ku zextê li Tirkiyeyê bikin, gelek sedemên wan ên cuda hene. Ji bo xwe weke karê sereke nabînin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan zextê bikin. Ez ê ji seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla Von Der Leyen re nameyekê bişînim û jê pirs bikim ku çima Ocalan ji hemû mafên mirovan bêpar tê hiştin. Ji ber ez difikirim ku hîna herî kêm hinek parêzvanên mafên mirovan hene.”

‘Ew lîderek rast e; ez heyranê wî me’

Elenî Theocharaoûs qala rojên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re maye, kir û ev tişt got: “Bi rastî zehmet bû ku ew ji we bawer bike. Ya duyem jî, dema wî hûn qebûl dikirin û ji we bawer dikir, pir vekirî bû. Behs dikir ku ew ê çawa Kurdistaneke azad ava bike. Ew lîderek rast bû, şervanek bû. Ez heyranê wî me û bawer dikim ku girtina wî karesatek e. Beriya ku Abdullah Ocalan ji aliyê Tirkan ve were girtin, gelek caran min hevdîtin li gel kir. Ez heyranê têkoşîna wî bûm. Ez difikirim ku ew lîderekî rast e û herî kêm ji bo ku rêz ji mafên mirovan ên esas re were nîşandan, divê zext li Tirkiyeyê were kirin. Helbet êdî dem hatiye ku were berdan, bêyî darizandineke adil demek dirêj li girtîgehê derbas kir. Lê di kêliya dawî de em ji civaka navneteweyî dixwazin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan bila piştgiriyê bidin hewldanên me.”

‘Eger em dest ji berxwedanê berdin, wê dawiya me were’

Elenî Theocharaoûs diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan du rê hene û got: “Yek rêya siyasî ye, ya din jî şer kirine. Divê em ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Eger em dest ji berxwedanê berdin, wê dawiya me were. Ji ber ku Tirkiye ne dewletek wisa ye ku ji muzakereyê fêm bike.”

‘Divê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin’

Elenî Theocharaoûs anî ziman ku divê her kes beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bibe û got: “Abdullah Ocalan xwediyê fikreke siyasî bû, lîderekî siyasî bû, xeterî didît, rîsk didît û hêza çekan bi aqilane bi kar dianî. Eger mirov hêza çek, di demek rast de, li cihekî rast û bêyî ku jiyana sivîlan bixe xeteriyê bi kar bîne, girîng e. Di vî warî de fikreke girîng jî, divê PKK’ê ji lîsteya rêxistina terorê bê derxistin. Ji bo vê yekê divê em di Yekîtiya Ewropayê de têbikoşin.”

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.