Rojnameya Ronahî

Wijdana misilman û cuhiyan

Hafiz Ahmet Turhalli

Pirsgirêka Filistînî û Cuhiyan ev çend dehsalin berdewam dike. Vê pirsgirêkê gellekî, taybetmendiyên dewlet, civak, partî, cemaat û oldaran eşkere kir! Gelo ew tiştên ku di dîroka kevn û nêzde weke destkeftên mirovahîyê hatibun nivîsandin û pejirandin çi lê hat? Ew pirtûkên pîroz ku weke Tewrat, Încîl û Qur’anê hatibûn şandin û bawermendên wan hebûn kuda çûn? Ev rewşa han, rastiya hemû hêlan radixe berçavan. Jibo kesên rastî Xwedê nas, xwe nas û xwedan wijdan, rewşa heyi zelaltir dike.

Divê mirov bibîne û dubare bibêje tişta rêxistina Hamasê kir, karekî gellekî kirêt û xirab bû. Kuştina zarokan, pîrejin û pîremêran, mirovên bê guneh pêkanînekî terorîstiye. Kiryarên ku Netanyahu li ser erdê pêk tîne jî, kiryarên terorîstîne.

Lê ez dixwazim di vê nivîsa xwede, kesên jixw er dibêjin em misilmanin û kesên dibêjin em cuhîne, rewş û sekna wan binirxînim û bidim berhev.

Dij kiryarên Netanyahu li xezzeyê, li Emerîka, Avrupa û li Îsraîlê gellekî cuhiyan bi kirasên xweyên olî, meş û mitîng pêk anîn. Cuhî dijî Natenyahu û pêkanînên wî yên li Xezzeyê, ketin kongreya Emerîka û têde çalakiya runiştinê pêkanîn. Li Avrupa û Emerîka, meş û mitîng lidar xistin, tevlî xwepêşandanan bûn.

Li beramberî mala Netanyahu dijî Netanyahu slogan qêriyan û gotin Netanyahu tu kujerî, dest ji kar bikşîne, ser navê me û ola cuhitiyê mirovan nekuje.

Belavok belav kirin, nivîs nivîsandin, tevlî bernameyên televîzyonan bûn. Dijberiya cuhiyan ya dijî Netanyahu bi rengekî xurt hêjî berdewame.

Lê ji bo me Kurdan, kujerên me yên ku jixwere dibêjin em misilmanin û bi giştî kesên ku ola Îslamê dihebînin, rewş û sekna me misilmanan, cîhê rureşî, şermezarî û gunehkariyê ye.

Ez ji bo me Kurdan behsa dîroka kevin nakim. Pêncî salên dawiyê tiştên serê me Kurdan kirin, bi hindikayibe jî têne zanîn.

Kîmyabaran, Enfal, kuştina bi dehhezaran zarokan, dest dirêjiya bi dehhezaran jinan, xira kirina bi dehhezaran gundan, ruxandina bi sedan bajaran, şewtandin û perçekirina laşê mirovan, ruxandina mezelan, darde kirina bi dehhezar mirovan, îşkence kirin, zîndanî kirin û seqet hiştina mirovan, teqandina mizgeft û medreseyan, şewtandina daristan, navenda gaz, petrol, elektrîk, firnên nan, nexweşxane û navendên belavkirina avan. Bê guman ev kiryarên ku Iraq, Îran, Suriye û Tirkiyê li serê me Kurdan pêk tîne/anîne, mirov nikare di nivîsekîde bi cîh bike.

Li beramber vê wehşeta giran, me rojekî ne wek kesayet, cemaet, partî û civakên misilmanan, dengekî bilind û xurt ne bihîst, me ew licem xwe nedîtin. Bi serê xwe jî dij derketina van wehşetan  qet çênebû. Berovajî wê yekê; wan jî bi van dewletên zalim û xwînxwar re, li me dan. Evajî têrê nekir, binavê ola Îslamê milletê me xapandin, jirê derxistin û kirin cehşê dewletan. Kesên jixwe re dibêjin misilmanên Kurd, gellekî jiwanan neha licem dijminê milletê xwe, diji milletê xwe kar dikin. Gelo yên binavê misilmantiyê licem, Tirkiye, Iraq, Îran û Suriyê cîh digrin, xwedan wijdanin? Cuhiyên ku xwedî li Filistinayan derdikevin, jiwe ne camêrtir, wijdantir û oldartirin? Belê ligor Qur’an, Tewrat û Încîlê ew jiwe misilmanên hevkarên zilmê bi rumettirin. Pêxemberê me dibêje: ‘Kesê beramber zilmê bê deng be, şeytanê bê zimane’.