Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Revandina Silêman Ehmed zilm, neheqî û binpêkirina azadiyê ye’

11/11/2023
in NÛÇE
A A
‘Revandina Silêman Ehmed zilm, neheqî û binpêkirina azadiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Rojnamevanan diyarkirin ku revandina Rojnamevan Silêman Ehmed jî yek ji wan zilm, neheqî û binpêkirinên azadiyê ye ku di dîroka desthilata Kurdistanê de li dijî rojnamevanan hatiye kirin û wiha gotin: “Li Kurdistanê azadiya rojnamevanan dibin metirsiyê dene.”

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa  Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 18 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Rojnamevanên Herêma Kurdistanê di derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve û rewşa azadiya Rojnamevanan li Herêma Kurdistanê de ji Rojnews’ê re axivîn.

Rojnamevan Salar Mehmud di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Herêma Kurdistanê girtin û revandina rojnamevanan yek ji kevneşopiyên desthilatê ye û wiha got: “Çawa ku desthilat ji tevger û dengên azad ditirse, heman şêweyî ji rojnamevanan jî ditirse. Ji ber ku rojnamevanan nerazîbûnên gel radigîhin. Revandina Rojnamevan Silêman Ehmed jî yek ji wan zilm, neheqî û binpêkirinên azadiyê ye ku di dîroka desthilata Kurdistanê de li dijî rojnamevanan hatiye kirin. Li Kurdistanê azadiya rojnamevanan di metirsiyê deye. Ti deman rojnamevan ji bin metirsiyê xilas nebûne, hertim dibin gef û zextan dene. Girtina rojnamevanan astengkirina azadî, demokrasî, mafê mirovan û karê rojnamevaniyê ye.”

Rojnamevan Salar Mehmud her wiha destnîşan kir ku divê bi awayekî yasayî nêzîkatî li gel Silêman Ehmed were kirin, lê desthilat fêrî revandin û girtina rojnamevanan bûne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heta niha gelek rojnamevan hatine qetilkirin, ev yek jî berdewamiya nêzîkatiyên desthilatiyê di nava 32 sala de li beramberî rojnamevanan raberkirî ye.”

Rojnamevan Yasîn Nadir jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha axivî: “Li Herêma Kurdistan yasayek taybet ji bo rojnamevanan heye. Lê desthilat bi berdewam berevajiyê yasayê karê rojnamevanan asteng dike. Rojnamevanan berevajiyê yasaya rojnamevaniyê têne girtin. Vê yekê jî em wek binpêkirina mafê ronamevanên li Kurdistanê dizanîn.”

Rojnamevan Yasîn di dewamê de bang li sendîkayên rojnamevanan û hizbên siyasî kir ku van binpêkirina rawestînin da ku rojnamevan di rewşek aram de bikarin karê rojnamevanê bikin û wiha pê de çû: “Em van gavan û girtina rojnamevanan wek binpêkirina mafên rojnamevanan û bi temamî astengkirina azadiya fikir li Kurdistanê dinirxînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.