Rojnameya Ronahî

Êşa sedsalî ya Kurd û Filistîniyan

Zekî Bedran

Erdogan dema ji bo Filistînê li Stenbolê mitîng çêdikir jî ragihand ku dê êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji xwe dijminayî û êriş, dagirkirin bûne parçeyek ji jiyana wan a rojane. Qaşo êrişkariya Israîlê û zilma li ser gelê Gazeyê şermezar dikin. Lê dibêje ku wê heman tiştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ev dijminahiya li hemberî Kurdan û dijberiya demokrasiyê êdî sînorê aqilê mirov derbas dike.

Eger baldar bin tu rêveberên dewletên Ereb weke Erdogan mitîng çênekirin. Beşek girîng ê misilmanan û gelên Ereb li welatê xwe ji bo Filistînê derketin kolanan, Israîl protesto kirin. Bi heman şêweyî li DYE û Ewropayê jî protesto, piştgiriya bi gelê Filistînî û çalakiyên dijî şer hatin çêkirin. Rêveberên dewletên Ereb beşdarî xwepêşandanên li dijî Israîlê nebûn, baş e Erdogan çima tiştek wiha kir? Pêwîste kiryarên Erdogan bên lêpirsîn. Pêwîste civakên misilman û gelê Ereb lîstik û planên qirêj ên dizivirin baş bizanin û destûr nedin ku bên suîîstimalkirin.

Erdogan destpêkê bi baldarî nêzî êrişên Israîlê bû. Dema ku dît tu hewldanek bi bandor ji welatên Ereb û Îranê jî nehat, hewl da valahiyê dagire, derkeve pêş, ji wê zêdetir rol bidîze. Erdogan dema têkiliyên bi Israîlê re hatibûn cemidandin jî bazirganî didomand. Berovajî têkiliyên aborî zêde bûn. Di demên dawî de jî ji bo têkiliyên xwe yên bi Israîl û lobiya Yahûdî ya li DYE yê re sererast bike kete nava hewldanan. Ji der ve û hindir ve zehmetî dikişand. Li aliyekî hewl dida sûdê werbigre û têkiliyan sererast bike, li aliyê din jî tê beranberî Israîlê. Pêwîste ev nêzîkatiyên wî bên fêmkirin.

Erdogan di aliyê hişmendiyê de weke Hemas û Ixwaniyan e. Divê destpêkê ev bê zanîn. Heman demê de di serê hêzên ku Hemasê destek dike û bihêz dike de tê. Li Rojhilata Navîn xerçkirinên wî yên ji bo Ixwaniyan bêencam man. Hesiband ku dê bi bihara Ereban re rêbertiya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bike. Li gelek qadan Ixwanî paş ketin û ji cîhanê jî gelek bertek hatin. Ev bû sedem ku planên Erdogan vala derketin. Piştî ku DAIŞ jî bin ket, Erdogan vê carê jî berê xwe da Israîl û welatên rojavayî.

Pirsgirêka Filistînê jî weke pirsgirêka Kurd, yek ji pirsgirêkên herêmî ku nayê çareserkirine û her diçe girêktir dibe. Hertim di rojevê de bû û pevçûn diketin mijarê. Bi êrişa 7’ê Cotmehê ya Hemasê re pirsgirêkê rewşek pir cuda girt, veguherî kuna reş ya ku tevahî cîhanê dixe nava xwe. Bû çepera herî germ a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Erdogan hewl da rol bidîze lê kesî rû nedayê. Ji ber ku her kes dizane bawerî pê nabe. Daxuyanî dan, hewl da rolê navbeynkariyê bilîze, lê kesî ew muxatab negirt. Dema ev hewldan ser neketin, vê carê jî bi awayek vekirî xwedî li Hemasê derket. Pêngava, ‘min jî bavêjin aliyekî ezê bikarin pirsgirêkan derbixim’, kir.

Dît ku aliyê misilmanan kete tevgerê. Heman demê de li welatên Ereb bertekên gel û protestoyên li dijî Israîlê zêde bûn. Li Tirkiyê ji xwe ev demek dirêje dijsemîtîzm tê pêşxistin. Dijberiya rojava jî di dema desthilata AKP’ê de hêdî hêdî hat avakirin. Dijberiya rojava di aliyê aborî de nedihat kirin. Berovajî tu nakokiya Erdogan bi kapîtalîzmê re nebû. Dizî, nerilêtî, gendelî, desteserkirina mal û milk di dema Erdogan de gihişt lûtkeyê. Ji bo sermaya rojava bikişînin Tirkiyê her tişt kir. Erdogan tenê li dijî normên hiqûqî û demokratîk ên rojava bû. Ji ber ku dixwest li Tirkiyê faşîzmê bicih bike û bibe siltan. Ji derveyî normên demokratîk tu nakokiya wî bi rojava û kapîtalîzmê re nebû.

Erdogan Tirkiye di aliyê aborî de anî ber têkçûnê. Di şerê li dijî Kurdan de çavkaniyên aborî xilas kir. Dewlet bû çete. Li cîhanê weke narko dewlet hat nasîn. Bi hilbijartinan temenê desthilata xwe dirêj kir, lê tiştek ber bi başiyê ve neçû. Ji ber vê jî çû Mehmet Şimşek ê li rojava mexmûrtî dikir anî û danî ser aboriyê. Bi heman awayî yek jî anî û danî ser serê Banka Navendî.

Erdogan xwe ji hilbijartinên herêmî re amede dikir. Ji bo bajarên mezin ên weke Stenbolê bigire, her kesê dizanî dê serî li her rêyê bide. Stenbol ji bo pêşeroja desthilata wî pir girîng bû. Heman demê de çavkaniyên mezin ên malî hebûn. Terîqet, partî û alîgirên xwe ji vê fînanse dikir. Dema ev tevahî bên gel hev, dê baştir sedema mitînga Stenbolê bê fêmkirin. Ev bi tevahî ji bo hilbijartinan û domandina desthilata xwe bû. Netewperestiya Tirk û Îslamiyet bikar anî, hewl da dengên xwe zêde bike. Êşa gelê Filistînê jî weke xwê li ser kir.

Erdogan teqez ji bo gelê Filistînê rîskê  nade ber çavê xwe. Li dijî Israîlê gavek cidî navêje. Emê lê binêrin û bibînin. Gelê Ereb û yên li dijî zilmê, bila li kiryarên Erdogan ên li dijî Kurdan binêrin.