Rojnameya Ronahî

Şopdarên heqîqetê wê her biserbikevin

Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 15 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 15 rojin agahî jê nayê girtin.

Herwiha hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî derew gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê de wek edîtor dixebite.

Girêdayî kiryarên PDK’ê yên dijmirovî û qanûnî di derbarê Rojnamevan, welatparêz û pêşengên gelê Kurd û bi taybet jî revandina rojnamevan Silêman Ehmed hevserokê YRA’ê Dilyar Cizîrî bersiv da pirsên rojnameya me.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye.

 1-Armanca PDK’ê ji hedefgirtina rojnamevanên ragihandina azad çi ye؟

PDK’ê ji sala 1991’an û vir ve desthilata Başûrê Kurditanê bi dest xistiye û ji bo xeta xwe bi cih bike, li dijî gelê kurd û partiyên din gelek plan û şer pêk anîn. Heta gihişt asta çekdarên wan li ser tangên rêjîma Sedam Hisên li dijî gelê kurd û pêşmergeyên YNK’ê êrişeke berfireh pêk bînnin û komkujiyan bikin. Di heman demê de ji bo razîkirina dewleta Tirk çend caran bi xurtî êrişî gêrîlayên PKK’ê kir. Em dibînin niha jî çawa ji bo serxistina êrişên dewleta Tirk li kêleka Artêşa Tirk di êrişên li dijî herêmên parastinê Medya de cih digrin. Lê zêde bike, rewşa gendeliya li Başûr û sîstema bûye sedema koçberiya xelkê Başûr û bi taybet jî ciwanan. Di heman demê de hemû cihên desthiladariyê di destê xwe de girtine.

Em çima behsa van xalên li jorê dikin, ragihandina Azad bi ked û tekoşîna daye meşandin û hîn jî dide meşandin, rastiya van siyasetên PDK’ê bi raya giştî re aşkere dikin. Wekî mînak dema çekdarên wan di sala 2014’an ji Şengalê reviyan û civaka Êzîdî bê parastin hiştin xebatkarên ragihandina azad siyasetên wan ji raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re aşkere kirin. Niha jî ragihandina azad hemû plan û beşdariya PDK’ê di hevkariya bi Artêşa Tirk, talan, diziya berhem û xêrûbêrên Başûrê Kurdistanê bi raya giştî re aşkere dikin.

Welê lê hatiye PDK’ê her çiqasî mesrefeke mezin li saziyên ragihandinê yên girêdayî xwe xeric dike jî, lê nikare plan û derewên xwe bi gel bide qebûlkirin. Ji ber wê jî bi êrişan dixwaze dengê ragihandina azad qutbike û bêdengbike. Ev bi hemû cûreyên zext û zordarî, astengî, revandin, binçavkirin û heta qetilkirinê rojnemevanan pêk tê. Angu bi kurtasî jî mirov dikare bibêje ku PDK’ê ji rojnemevanên riya rastiyê û heqîqtê ditirse, ji ber ku ew heyanî dawiyê di nava îxanetê de noqbûye.

2-PDK’ê Başûrê Kurdistanê veguheriye navendek ji MÎT’a Tirkiyê re, li aliyê din jî li dijî dengên azad êrişan pêk tîne, hûn van kiryarên PDK’ê çawa şîrovedikin؟

Raste li gorî belge û raporên ragihandina azad roj bi roj hîn zêdetir aşkere dibe ku rola MÎT’ê di Başûrê Kurdistanê de pir mezin bûye. Herwiha xwe bi gelek rê û rêbazan di herêmê de bi cih kirine û planên xwe pêk tînin. Mixabin ev derbek mezin li dijî hebûna gelê kurd e. Piraniya pirsgirêkên di Başûrê Kurdistanê de têne jiyankirin sersebebê wê hişmendiya PDK’ê û îxaneta ku ji dîrokê ve li hemberî gelê Kurd dide meşandin e. Ji ber ku hebûna mîtê û hebûna baregehên dagirkeriya tir li ser axa başurê kurdistanê û Îraqê jî di nav de bi hevkariya PDK’ê û bi taybet jî malbata Berzanî tê meşandin.

Li ailyê din jî PDK’ê bi hemû hêza xwe li dijî ragihandina azad şer û planan dide meşandin. Di rewşa heyî de gelê kurd ne mîna berê ye, ev di dîroka PDK’ê û malbata Barzanî de tê nivîsandin. Heger van siyasetên xwe dewam bikin, wê çarenûsa wan û ya diktatorên li Tirkiyê yek be. Nêrîna min di rewşa heyî û guhertinên bi lez ên li Rojhilata Navîn de çêdibin wê di demeke ne pir dirêj de hin mijar di vê derbarê de baş zelal û işkere bibin.

Ji bo wê jî pêwîste berpirsên PDK’ê di demeke zû de siyasetên xwe di ber çavan re derbasbike û sererast bike û lêborînê ji gelê kurd û malbatên şehîdan bixwazin. Heger nekin wê rojek were poşmanî jî nema sûdê li wan re dike.

3- Tevî ku ajansa Roj News bi awayekî fermî li Başûr û Iraqê kar dike, lê endamê wê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve bi hincetên ji rastiyê dûr hate girtin, li hemberî vê yekê hûn weke hevserokê YRA’ê vê yekê çawe dinirxînin؟

Me li jor jî behsa siyasetên PDK’ê li hemberî Rojnamevan û pêşengên civakê kirbû û girtina hevalê me yê rojnamevan Silêman Mihemed Ehmed ê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê aliyekî pir biçûk ji plan û siyasetên PDK’ê ye. Li gorî yasa û zagonên cîhanî yên heyî ku qaşo ji bo parastina rojnamevanan hatine danîn, girtina Silêman ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye li deriyê Sêmalka (Pêşxabûr) sûcekî dijqanûnî ye û pêwîste ku yekser were berdan.

Silêman ji Rojavaye, heger ku rayedarên PDK’ê naxwazin ku ew derbasî Basûr bibe, çime bi rengekî fermî hiştin ku derbasî Rojava bibe û dema ku ji Rojava vegeriya û careke din xwest derbasî Başûrê bibe dikarîbûn bibêjin em qebûlnakin ku derbasî Başûr bibe, lê diyare wan bi zanebûn plan kiriye wî bigirin.

Armanca wan jî ne tenê şexsê Silêman e, lê belê armanca wan ajansa Roj News  û ragihandina azad e. Tişta vê isbat dike jî çima saziyên ragihandinê yên dewleta Tirk ku ji aliyê MÎT’ê ve têne birêve birin li Hewlêrê bi rengekî serbest dixebitin؟ Çima rê nayê dayîn ku saziyeke Rojava navenda xwe li wir vebike. Heger raste Silêman sûcek li dijî Başûr kiriye, bila ji raya giştî re aşkere bikin؟. Bila rê bidin ku navend û nûçegihanên saziyên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên xwe vebikin û bi rengekî serbest kar û xebatên xwe bikin.

PDK’ê di çarçoveya siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî gelê kurd de, Silêman revaniye û beriya niha jî rojnamevan şehîd xistine  û revandine.

Ev helwest li dijî pîvan û nirxên kurdayetiyê û pîvanên karê ragihandinê ye, ji ber wê jî em van nêzîkatiyan bi tundî şermezar dikin. Ji bo hevalê me yê rojnamevan Silêman Emed serbest were berdan çi ji destê me were em ê pikin.