Rojnameya Ronahî

Li ser xwîna zarok û jinên Filistînê siyaset tê kirin

Nehîr Pale      

Şerên ku di sedsaliya 21`emîn de diqewimin gelo çi fêdê li mirovahî û xwezayê dikin? Yan jî pêdiviya mirovahiyê bi van şeran heye? Li ser çi esasî şerên wisa giran diqewimin? Hêzên navdewletî hemû çekên ku di sedsaliya 20-21`emîn de çêkirine niha li hemberî civakan û bi taybet jin, zarok û kesên şoreşger didin bi kar anîn. Eger mirov bêje di encama pevçûna li ser iqtîdarê ev şer diqewin; gelo wê têrê bike ku heqîqeta vî şerî bîne ziman.

Gelê Filistînê ji sala 1930`an li hemberî Înglitre û Soza Belfor dest bi şoreşê kirin. Sala 1936-1939`an careke dîtir dest bi şoreşê kirin û tê gotin 5 hezar Filistînî şehîd bûne û 15 hezar jî birîndar bûn. Di wê demê de gelan li hemberî dagirkeriyê serxwebûn û azadiya xaka xwe dixwestin. Têkoşîna gelê Filistînê li hemberî dagirkeriyê her tim berdewam kir û jinê hem aliyê leşkerî, siyasî û rêxistinî ve di vê têkoşînê de ciyê xwe girt.  Şoreşeke bi wate bû û gelek jin bi wêrek tevlî şoreşa Filistînê bûn. Di destpêka salên heftê û heştî de jinên mîna Hemîde Tahir, Delal Mexrebî û Senai Miheydelî parçeyek ji şoreşa Filistînê bûn. Li hemberî Israîl çalakiyên fedaî kirin û bi rûmet gihîştin asta şehadetê. Îro jinên Filistînê di mala xwe de û bê parastina xwe bikin tevî zarokên xwe têne kuştin. Jina Filistînî tu carî li hemberî dagirkeriyê nediket rewşeke wisa lewaz de ku tenê gazinc bike û bigrî. Li eniya pêş bû û li hemberî dagirkeriyê têkoşîna azadiyê dikir.

Şerê Hemas û Israîl roja 7`ê Cotmehê sala 2023`an dest pê kir. Gel bê ku berxwedaniyê bike mîna pez têne kuştin. Yên herî zêde niha êş dikşînin û ziyanê dibînin jin in. Jin di rewşeke lewaz û bêçare de tê kuştin. Piştre jî li ser raghandinê û raya giştî wêne û dîmenên jina zeyîf û bêçare maye belav dikin. Kesên van wêne û dîmenan belav dikin dîsa gunehê xwe bi jinê tînin û wê lewaz dibînin. Ev yek ji bo têkoşîna jina Filistînî heqarete û dîroka wê berevajî dikin. Şerê niha li Filistînê tê kirin şerekî di navbera hêzên dagiker e û gelê Filistînê tenê dibin qurbaniyên vî şerî. Israîl, Hemas, Tirkiyê, Qeter û gelek dewlet li ser xwîna van jin û zarokan siyasetê dikin.

Li gorî agahiyên têkildarî encama şerê di navbera Hemas û Israîl de têne belav kirin, rojane komkujî li ser gel têne meşandin. Ev komkujî têne wateya ku gelê Filistînê bê parastine û amadekariyên wan ên şer tine ne. Heyanî niha 9 hezar û 770 kes di nava wan de (4800 zarok-2550 jin) li Xezayê hatine kuştin. Tenê di mehekê de bi hezaran gelê Filistîn hatine kuştin û hîna hejmara birîndar û wendahiyan nediyare. Tevgera Hemas ku di bin doza Filistîn de dest bi vî şerî kir gelo aliyê siyasî, leşkerî û hwd ji bo gelê Filistîn çi bi dest xist. Dewletên mîna dewleta Tirk a dagirker rojane daxuyanî didin ku ew li dijî vî şerî ne lê di rastiyê de Erdogan li ser xwîna Filistîniyan bazariyê dike û ew gel niha di nava pençên dagirkeran de tê fetisandin.