Rojnameya Ronahî

Sûcên Mesrûr Barzanî

Mesrûr Barzanî bûye dardestê dewleta Tirk a dagirker û endezyarê terorkirin û tinekirina kesên li dijî binemal û partiya xwe. Mesrûr zilamek dibin tirs û fikaran de dijî ye!

Kesek ku ne berxteweriyê û nejî hevaltiya mayînde nas dike, baweriya xwe bi kesê nayîne û hertim di nava tirsê de dijî. Tenê baweriya wî bi rêbazekî heye, ew jî ji bo ku bimîne, hemû kesên dijberî xwe ji holê rake. Di vê oxirê de dejî û xak, gel û netewê difiroşe. Ev zilam Mesrûr Barzanî ye!

Mesrûr Barzanî ji gelek kesên derdora xwe re weke ‘birayê gewre) tê nasîn. Serkirdayetiya baskek tundraw yê PDK’ê ya bi navê Balê Helo dike. Karê wî yê sereke dijberiya reformên di nava PDK’ê de ya bi serokatiya Nêçîrvan Idrîs Barzanî ye.

Mesrûr Barzanî endamê Mekteb Siyasî û berpirsê saziya herî hestyar a PDK’ê ye, dezgeha xwe Parastinê, ji bilî kesên hatine windakirin û di girtîgeha parastinê de hatine veşartin, ji bo kesên dijberî hizba xwe û rexnegiran kiriye qesabxane.

Kiryara terorî ya ewil ya Mesrûr Barzanî ji berpirsê berê yê şaxa 3 ya PDK’ê Ebdulstar Tahîr Şerîf destpê dike. Dema Ebdulstar Tahîr Şerîf di daxuyaniyek rojnamevaniyê de dibêje ‘Ezê behsa hemû tiştên veşartî bikim’ lê beriya ku behs bike di nava mala xwe de hate qetilkirin.

Soran Mame Heme

Soran Mame Heme rojnamevanek ku di nivîseke xwe de daxwaza derketina hevjîna Serokê Herêmê yê wê demê Mesud Barzanî dike û piştre jî di raporta xwe ya dawî de ya binavê ‘Sozaniyên Kerkûkê dagirdikin’ ku di kovara Livîn de hate belavkirin, di wê raportê de peywendiya berpirsên hikûmî yên bajarê Kerkûkê  bi şebekên fihuşê re eşkere dike. Piştî rapora Soran belav bû, Soran ji aliyê kesên girêdayî Parastina PDK’ê ve di sala 2008’an de hate qetilkirin û heya niha jî kujer nehatine eşkere kirin. Heya niha jî ev nivîsên Soran weke sedemê qetikirina wî têne zanîn.

Serdeşt Osman

Serdeşt rojnamevan û xwendevanek beşa Zimanê Ingilîzî yê zanîngeha Selahedînê bû. Serdeş bi nivîsên xwe xala dawî danîbû di navbera xwe û desthilatdarên piştî raperînê de û weke pelek reş destnîşan dikir.

Serdeşt Osman piştî nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Ez aşiqê keça Barzanî me’ belavkir, êdî famkir ku ev ne ew welate ku kesek bikare ji serokê wê re bêje muçeyê te çende? Jêre bêje çima evqas postên leşkerî û hikûmî bi kur, nevî û xizmên te hatine dayîn? Neviyên te evqas sermaye ji ku anîn?

Di sala 2010’an de piştî belavkirina nivîsê, Serdeşt Osman li Hewlêrê li ber derê zanîngeha Selahedînê ji aliyê çekdarên nenas ve hate revandin. Pişt re cenazeyê Serdeşt ku şopên işkenceyê li ser hebûn, li ser rêya Musilê hate dîtin.

Wedat Hisên

Rojnamevan Wedat Hisên yek rojnamevanên bi cesaret ê Dihok û Herêma Behdînan bû. Di 13’yê Tebaxa 2016’an de rojnamevan û nûçegihanê ajansa me yê Dihokê Wedat Hisên nava rojê li ber çavê xelkê Dihokê li taxa Malta hat revandin. Piştî nîv saetê bi birîndarî  avêtin li ser rêya di navbera Dihok-Simêlê. Li ser bendena wî gelek şopên êşkenceya bi hovane hatî kirin hebûn, piştî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Fereydûn Beg

Fereydûn Beg Ciwanro pêşmergeyek Îlon û Gulanê bû, ji ber daxuyaniyek li ser Mesud Barzanî di nava wesayîta xwe de hate qetilkirin.

Mesud Barzanî di çend civînên bi fermandarên leşkerî yên PDK’ê de, Fereydun weke bûkek gulan li ser sifreya Barzanî bi nav dikir. Lê berjewendiyên serokê berê yê herêmê vê desteya gul tinekir.

Piştî ku Fereydûn dibe berpirsê encûmena serkirdayetiya PDK’ê ya li Silêmanî- Helebce, di daxuyaniyek çapemeniyê de gotibû; “Ji bo serokê herêmê alternatîfa ji bo Mesud Barzanî heye. “Ev axaftinên Fereydûn bûn sedema nerazîbûna mala Barzanî, bi taybet Mesrûr Barzanî ku serokê Parastinê ye, daxwaz ji Fereydûn dike ku bibe berpirsê eniya Xazir. Fereydûn çend caran jî ragihand ku ew weke dostên DAIŞ’ê tên nasîn û şerê rastî ji bo girtina Şengalê nakin. Piştî van peyamên Fereydûn, bombeyek dibin wesayîta Fereydûn de diçînin û di encama teqîna bombeyê de jiyana xwe ji dest dide.

Ev terorên hatine rêzkirin, tenê çend mînakên sucên Mesrûr Barzanî û PDK’ê ne. Rojnamevan Rauf Akreyî, Soran Mame Heme, Serdeşt Osman, Wedat Hisên û Şukrî Zeynedîn ji aliyê wan ve hatin qetilkirin. Niha jî rojnamevan Qareman Şukrî, Guhdar Zêbarî, Şêrwan Şêrwanî û bi dehan azadîxwazên din di girtîgehên wan de tên ragirtin.

Rojnamevan Silêman Ehmed jî ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 15 rojin agahî jê nayê girtin.